Rêveberê giştî û Cîgirê Banka navendî hatin girtin

Rêveberê giştî û Cîgirê Banka navendî hatin girtin

Rêveberê giştî û Cîgirê Banka navendî ya Herêma Kurdistanê hatin girtin

A+A-

Di çarçoveya çaksazî û awasaziya herêma Kurdistanê de, rêveberê banka navendî ya Herêma Kurdistanê û cîgirê wî hatin girtin.

Çavkaniyekî taybet ji BasNewsê re aşkera kir, îro nîvro 13.04.2016 rêveberê giştî Banka navendî yê Herêma Kurdistanê û cîgirê wî hatin girtin. Herwaha aşkera kir, sedemê girtina wan, peyvendiya xwe bi dosyayên çaksaziyê yên biryara desteya destpakiyê ya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye.

Heman çavkaniyê ji BasNewsê re aşkera kir, ew her dû rêveberane ji girtîxaneya Hewlêrê ya Mihete yê re hatine birin û lêkolîn û lêpirsîna wan wê berdewam bike.

Berî naha jî BasNewsê aşkera kiribu ku Serokê Herêma Kurdistanê zêdetir ji 20 dosyayan radestî desteya destpakiya Herêma Kurdistanê kiriye, ku lêkolîn li ser wan bê kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin