Rêveberê Bajarokê Qerac: Vegera xelkê bi vegera Pêşmerge ve girêdayî ye

Rêveberê Bajarokê Qerac: Vegera xelkê bi vegera Pêşmerge ve girêdayî ye

.

A+A-

Rêveberê Bajarokê Qerac Heysem Ehmed ragihand, ji ber valahiya ewlehiyê, liv û tevgerên DAIŞê li navçeyê hene, bi taybetî jî li derdora çiyayê Qereçûxê.

Heysem Ehmed ji Kurdistan24ê re ragihand, vegera xelkê bo ser cih û warê xwe, bi vegera hêzên Pêşmerge bo wan deveran ve girêdayî ye, lewra rewş metirsîdar e.

Ehmed destnîşan kir: “Niha rewşa ewlehiyê ya li nahiya Qerac seqamgîr e, lê belê li aliyê çiyayê Qereçûxê valajiya ewlehiyê heye, welatiyên Kurd gundên xwe vala kirine û di nav wan gundan de tenê 3-4 mal mane, sedema vê yekê jî rewşa ewlehiyê û tunebûna hêzên Pêşmerge ye.”

Herwiha eşkere kir: “Hebûna DAIŞê li vê deverê heye, bi taybetî li deverên çiyayê Qereçûxê, derbarê gundên Kurdan de, vegera xelkê bi vegera hêzên Pêşmerge bo sînorê navçeya Mexmûrê ve girêdayî ye, bi taybetî jî nahiya Qerac, da ku asayîş vegere navçeyê, ji ber ku xelk gelek ji vê rewşê ditirse.”

Çavkanî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin