Reuters: Çekdarên Ebû Feysel bo êrîşî Minbicê amade ne

Reuters: Çekdarên Ebû Feysel bo êrîşî Minbicê amade ne

Çekdarên Ebu Feysel ku bi artêşa Tirkiyê re beşdarê êrîşên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Firatê dibe, li çekdarên xwe li eniya nêzîkî Minbicê bicih kiriye ku li benda êrîşê ye.

A+A-

Reutersê hevpeyvînek ligel çekdarên Ebu Feysel çêkiriye de balê dikişîne ser ku ew li benda fermana Tirkiyê ne û wiha tê gotin, “Ji bo destpêkirina tevgereke leşkerî hêzên me amade ne. Em li benda fermanê ne.”

Di nûçeya Reutersê de tê gotin, zehmet e biryareke wiha derkeve, ji ber ku hêzên Kurd ên li wê herêmê di nav du salan de bûne hêzeke girîng û hevpeymanên girîng ên Amerîkayê ne, lê dîsa jî çekdarên girêdayî Tirkiyê li benda fermanê ne.

Li gorî nûçeyê YPG ji vekişîna Amerîkayê nerazî ye, bi sedema ku metirsiya êrîşên Tirkiyê li ser Minbic û Rojavayê Kurdistanê heye, lê daxuyaniya twitterê ya Trump jî tê bibîrxistin ku gotibû, “Heger Tirkiye êrîşî Kurdan bike, ew dê aboriya Tirkiyê têk bide” û bi vî awayî piştgiriya xwe ya bo Kurdan nîşan daye.(Peyamakurd)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin