Reuters: Çavuşoglu ji Wezîra Derve ya Swêdê re dengê xwe bilind kir

Reuters: Çavuşoglu ji Wezîra Derve ya Swêdê re dengê xwe bilind kir

.

A+A-

 Li Berlînê di civîna ji bo gotûbêjkrina serlêdanên endamtiya Swêd û Fînlandiyayê de, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde, bi meşandina polîtîkayên “femînîst tohmetbar kir dengê xwe li hember wê bilind kir.

Reutersê di nûçeya xwe ya dispêre dîplomatên beşdarî civîne bûne ragihandiye, civîn di rewşeke pir aloz de derbasbûye.

Li gor dîplomatekî NATOyê ji Reutersê re li ser civîna êvarê ya li Berlînê diyar kiriye, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu “di rewşeke krîzê de bû.”

Reutersê eşkere kiriye, Çavuşoglu di civîna Berlînê de ne tenê şert û mercên Tirkiyê daniye ber ku pêşniyarên endamtiyên nû qebûl bike, di heman demê dengê xwe ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde re jî bilind kir ku sê dîplomatên NATOyê dîplomatên NATOyê gotin ku ev protokola "şermezar" şikestin bû.

Herwiha dîplomatekî din ê NATOyê destnîşan kir: “Ji bo me demeke dîrokî bû û Çavûşoglû got, ew ji 'polîtîkaya femînîst' a Lînde aciz bûye û bi vî rengî drameke mezin bi xwe re anî. Gelek hevalbendan ji bo aramkirina rewşê bêdengî hilbijart.”

Ji ber hesasiyeta mijarê dîplomatê ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir: “Me dixwest em fêm bikin ka hevkarê me yê Tirk çi dixwaze, yanî bi rastî çi dixwaze. şerm bû.”

Di berdewamiyê de çavkaniyek ku pêvajoyê ji nêz ve dişopîne daye zanîn: “Çavuşoglu li ser zextên Erdogan li pêşberî raya giştî helwesteke tund nîşan da û eger pir zêde pê de biçe metirsiya îzolekirina Tirkiyê ji aliyê hevalbendên biyanî heye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin