Resûl: fermanên leşkeri tenê ji fermandariya giştî werbigrin

Resûl: fermanên leşkeri tenê ji fermandariya giştî werbigrin

Herweha politburoya YNK di bin seroktîya Kosret Resûl Eli de civîya ye û yekîtiya axa Herêma Kurdistanê kirîye.

A+A-

 

Li gorî pukmediyayê Politburoya YNKê li bajarê Silêmaniyê civiya û tekez li ser yekîtiya axa Herêma Kurdistanê kir.

Di civîna xwe ya îro roja sêşemê 24. 10. 2017an de, li ser yekrêziya gelê kurd û yekparçeya axa Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine. Civîn di avahiya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, bi serpereştiya cîgirê yekemîn yê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî birêve çûye.

Di civînê de ku piraniya endamên politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê amadebibûn, tekez li ser wê yekê hatîye kirine ku hemû desthilatên siyasî û ragihandinî û hizbî vegerin bo nava navenda YNKê.

Herweha îro cîgirê yekem yê sekreterê giştî yê YNKê û cîgirê fermandarê giştî yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Kosret Resûl Elî, li bajarê Silêmanî bi amadebûna fermandarê hêzên 70ê Şêx Cehfer Şêx Mistefa û li gel berpirs û fermandarên eniya başûrê Kerkûkê civîya ye.

Kosret Resûl Elî behsa rewşa niha ya siyasî ya herêma Kurdistanê kiriye, ku çawa ezmûnek komplovarî ya hemelayane hatiye kirin û dewleta Iraqê bi artêşeke mezin û hêzeke zêde ya milîsên heşdî şeibî ve hatiye ser bajarê Kerkûk, Xurmatû û hemû navçeyên Kurdistanê yên din û ketine sînorê îdareya hikûmeta herêma Kurdistanê.

Kosret Resûl Elî ji fermandar û berpirsên hêzên Pêşmerge xwestîye hemû hêza xwe bikarbînin bo hêza leşkeri û rê nedin ew bûyerên pêkhatine morala Pêşmerge têk bide. Herwaha wergirtina fermanên leşkeri jî tenê ji fermandariya giştî ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistan werbigrin û dervey wê ji ti cîheke din ferman wernegrin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin