Resepsiyona danasîna 'Rêbera Rastnivîsînê' hat lidarxistin

Resepsiyona danasîna 'Rêbera Rastnivîsînê' hat lidarxistin

Doh 25ê Sibatê, Weqfa Mezopotamyayê di taşteyê de digel çapemeniyê civînek li dar xist û bo danasîna xebata 'Rêbera Rastnivîsînê' resepsiyonek li dar xist.

A+A-

Doh 25ê Sibatê, li Demîr Otelê danasîna 'Rêbera Rastnivîsînê' ya ji aliyê 18 zimanzanên li çar perçeyên Kurdistanê û dîyasporayê ve bi xebateke 2 salan hatiye nivîsandin, hat kirin.

Rêvebiriya Weqfa Mezopotamyayê pêşî taşteyek da çapemeniyê û behsa xebatên xwe li ser zimanê kurdî kir.

rêber-tastê.jpg

Dûre, bo danasîna xebata 2 salan 'Rêbera Rastnivîsînê' resepsiyonek encam da. Di resepsiyonê de ji bilî çapemeniya kurdî, gelek nivîskar, rewşenbîr û weşanger jî bi baldarî di resepsîyonê de amade bûn.

resep2.jpg

Xebata amadekirina Rêbera Rastnivîsandinê 2 sal û 6 mehan dewam kir. Zimannasên 4 aliyên Welêt yên wekî Malmisanij,  Mahmûd Lewendî,  Samî Tan, Zana Farqînî, Behroz Şucaî, Newzad Hirorî û hîn gelek zimannasên pispor gihîştin hev û di encama nîqaş û guftûgoyan de ev rêber hat amadekirin. Di pirtûkê de, xalbendî, nivîsîna tarîxê, nivîsînsa hejmaran, tewang, kurtkirin û nivîsîna hin bêjeyan û hîn gelek xalên girîng cih digire. Profesor Evdilwehab Xalid li Zanîngeha Zaxo akademsîyen e û di amadekirina Rêbera Rastnivîsînê de cih girtiye. Xalid daxwazê ji Kurdên Bakur dike ku li zimanê xwe xwedî derkevin û zimanê xwe bi rêk û pêk bi kar bînin.

Rêveberên Weqfa Mezopotamyayê amaje dikin ku ji bilî vê pirtûkê dê ji bo bi rêk û pêkkirina zimanê Kurdî xebatên xwe bidomînin. Daxwaza zimannasên Komxebata Kurmancî ew e ku, nivîskar, rojnameger, akademîsyen û hemû kesên ku li ser nivîsandina Kurmancî dixebitin balê bidin vê xebatê û pêşniyaz û fikirên xwe bi wan re par ve bikin.
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin