Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Resensîyonek li ser pirtûka nivîskar Lena Andersson  

A+A-

Navê pirtûkê : Koryféerna - EN KONSPIRATIONSROMAN             

ScandBook AB : 2022 

Ev pirtuk ji serî heya dawî li ser kuștin- û prosesan piștî kuștina serokwezîrê berê yên Swêd Olof Palme ye. Bê goman berhem mîna roman hatîye nivîsandin/afirandin kî  navê berhemê bixwe jî ”Konspirationsroman”a. Nivîskar li gel hinek polîsên ku wê demê di karên xwe de kardikirin di axivê, li gel kesên prîvat ku hewesên xwe bo vê meseleyê hebûn hevpeyvînan dike û li gel rojnamegerên ku berê li ser vê trajedîyê aktîv lêdikolîn, di nivîsin û di weșandinre hevdîtinan dike û li gel gelek kesêndin jî kontakta xwe heye bo vê kûștina/trajedîya serokwezîrê welêt.                                                                

Lê wa dîyara ku ev jî hûnere-  anjî zanyarî/pisporîya nivîskarîyêye ku yek car jî navê Olof Palme di romanêde nayêt gotin û bi nav nabet; balam her xwendevan dizanê ku tema, babet, mesele li ser qatlkirina Olof Palmeye. Haaa, divêt ez vê jî bibêjim ku tenha li derek navê Olof Palme têt bi navkirin û hingî jî ew li gel kesêndin yên ku mîna wî hatine kûștin têt bi navkirin – yên mîna F. Kennedy, Dag Hammarskjöld, Robert F. Kennedy.(1) û ev jî di nêzîkê dawîya pirtûkêde çêdibê. Ji ber ku qahramanê romanê nas- û meșhûrbû anjî navekî enternasyonal bû, di vê berhemêde qala problemên li ser entegresyonê mîna xerîbîtî û penabertî têt kirin û qala zahmetîyên jev famnekirinê(kulturên jev cûda) têt kirin. Lê qala polîtîka ekonomi, felsefe û heta psîkolojîya kes û kesan jî têt kirin. Di vê berhemêde gotin- anjî dîtinên lûbnanîyê ku dûkana xwe yî cil paqijkirine heye, taksîcîyên iraqî ku hatina xwe yî Swêd bi bașbûna serokwezîr ve girêdide heye û gelek babetên ku di wê demê de; lê îroj jî aktûelin hene.                                      

Eger em hinek qala felsefa romanê bikin emê bikarin van gotinan li vir pêșkêșî we xwendevanan bikin: ”…Dinya wiloye, yên dûrist her xisirîne – yên saf her hûndadikin û ewên ku heyja wan ji wan tûnebê wê her tiștên wan biçêt..”.(2)                                       

Gotinekedinî felsefî û hûqûqî jî eve: ”…Eger qanûnên ku merovan bi axlaqtir bikin tûnebin, wê hingî civak û civat jî pêșnekevin û belkî wê hêç nebin jî..”(3)                        

Di politîka ekonomîyêde qala ji tirsa ku bikevina xefka Milton Friedman(kapîtalîzma ku têr naxwê) têt kirin. Qala newekhevîyên di nabeyna ekonomîya dinya feqîr û ya zengîn de têt kirin û helbet evan tiștan bi entresa polîtîka serokwezîrên kuștîva alaqadare. Serokwezîrên kuștî ne tenha li ser ekonomîya enternasyonal alaqadar dibû;  ew li ser meselên lihevhatin-  û aștîya di nabeyna alîyên ku dijminatîya hev dikirinre jî dîplomatî dikir û di tekoșî. Wî piștî rizgarbûna welatê Cezayîr li gel serokê wê/Boumedian û serokê filistînîyan Arafat li koșka Boumedian pevre xwarinek xwarin û hevdîtinan kirin – her çiqas hingî evan her dû serokan jî mina terorîstan ji alîyê dijminên xwe ve di hatin bi navkirin. Wek min berê jî got ku ev berhemeke/dokûmenteke sîyasîya – balam bi forma romanê hatîye afirandin û ketîya pîyasa civaka kultûr û hûnera edebîyata zimanê swêdîde.  Noktekedin jî ku herî balkêșe – lê aqilane û bașa jî ewe ku yek car jî di vê romana mezin û dirêjde hîç navê kurd anjî organîzayoneke kurdî nayêt kirin. Ev jî îspateke ku nivîskara romanê/Lena Andersson keseke têgihiștî, zanyar û entelektûeleke qedrbilinde di dinya akademîya civak-  û welatê Swêd de.                                         

Çavkani:

1) rûpel 234   

2) rûpelên 77 û 78 an. 

 3) rûpel 118

aa-001.jpg

                                                                              

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin