Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Resensîyonek li ser pirtûka nivîskar: Carina Rydberg.     

A+A-

Navê pirtûkê: Vitt slödder                                                      

Albert Bonniers förlag, 2022                                      

 Pirtûk 144 rûpele.                   

l-013.jpg                                                

Ev pirtûk bîografîya șexsîye, yanî nivîskar xwe û jîyana xwe xistîye merkeza tema berhema xwe. Eger em bi gotineke edebî șîrovebikin, emê bikarin bêjin ku ew bi xwe kahramanê romanê ye û helbet hemî kesên ku bîografîya xwe diafirînin ewan kahramanê romanên xwe ne.                                                 

Ev berhem li ser dema zaroktî, xortanî û jîyana nivîskar yan van rojên îro ye jî.Û hingî jî jîyana malbatî(dê û bav) bi awakî otomotîkî têt ser kaxazê û bê sensûr hîsên xwe yî li ser malbatê pêșkêșî me dike.Di vê rewșê de tu fonksîyona kahramantîyê namîne- ji ber ku ew jîyana hișk û zahmet rûyên xwe yî rastî nîșanî hemî kesan dike. Her çiqas ken, henek, kêf û xweșî di tema berhemê de heye – ewqas jî girî, dilșewatî, xemgînî, perîșantî û heta û heta trajedîyên mezin jî di nava vê berhemêde cîhê xwe girtîne. Wa dîyara ku jîyan ji hinek kesanre; anjî dawî ya dawî belkî ji hemî kesanre ji xweșî û nexweșîyan pêk têt – trajedî û dilxweșî/serkevtin li gel hevin, balam - ne pevre di dewrêdene. Eve dinya, dem dem malwêranîye û demna jî kêf û seyranîye. Nivîskar îzahkirina dema zaroktîya xwe mîna filîmekî nîșanî xwendevanên xwe dike.

Ewan malbateke feqîr û hejarin, lê rojên xweș û geș jî di demê de dîtine û jîyana jî. Ew di dema dibistanê de rastî gelek problemên civakî bûyîye, lê her bi çi awayî jî be wê xwe ji van derd û teșqelan rizgar- û azad kirîye. Mîna gelek zarokêndin/xortêndin, wê jî ji hinek dersan nefret dikir û ji hinekan jî hisdikir. Lê tiștên entresant ewe ku wê, hê di wan demên zaroktî û zahmet de qala nivîs- û nivîskarîyê dikir û wê ev kar wek hedef bo xwe nîșan dide û vaye ku evan xem û xeyalan jî ketine realîta jîyanê wê. Îroj nivîskar/Carina Rydberg di nav edebîyata zimanê swêdî de navekî nas û bi denge – ew xwedyê xelat- û ûnwanaye jî.              

Noktekedin anjî temakedin ku divêt ez li vir bibêjim jî eve, ku seks bi  kinayî lê li gelek deran di berhemê de têt ziman û nivîskar bi zanistî û heta jî bi program qala seksê dike û ji jîyana xwe; bi merdî û serbilindî; gelek sahneyan bo xwendevanan pêșkêș dike û bi vî rengî ew xwendevan agadar, xweș û alaqadartir dikê ye.              

Helbet gelek babetên din yên giring, pêwîst û hêja di vê xebatan wê de cîhê xwe girtine:zîyaretên wê yî Amerîka Hindîstan û Tayland hêjayî qalkirinêne, ku ew xwedî tecrûbe û zanatir kirîye -  ji ber ku xemgînî lê dilgeșî jî her dem di gera wê yî rojane de bû. Ew qala rasîzma li hemî devaran(Swêd jî di navde) dike û ew vê rasîzmê tiștekî xerab û nebaș dibînê û dijberîya xwe jî nîșan dide. Ezê resensîyona xwe bi çend dîtin û bawerîyên nivîskarê bi dawî bînim:                                                                       

 ”Em kesên xwe, yên me bixwe, kêm dibînin û wan ne tiștek qabûl dikin/wan hîç dinasin.”(1)  ”Gelek tiștên xerab tên kirin, her çiqas armanc bașîye jî, û  evan karan me ecêbmayî dike.”(2)   ”Tenê ewên zeîf xwe didine karên resim, tîyatro û nivîskarîyê..Ez bi xwe bi kêrî tiștekîdin ne dihatim.. tenê nivîsandin û nivîskarî min dikarîbû û va ez wî karî jî dikim.”(3)  ”Ew kesên ku gelekî jime hisdikin, ewanin ku ji me nefret jî dikin,”(4)   

Çavkanî:

 1) rûpelê, 64                                                                              

2) ” 70                                                                               

3) ”  76                                                                                

4) ” 144

                                                     

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin