Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Renginîya civata Kurd û "Partîya Gel'a Zaza"

A+A-

Êvara çûnî di Rûdaw Tv da min li bernameya Ranj temaşe kir, mijara bernameyê telvêbûna hinek kurdên di nava Heşda Şebî da û li ser çend gundên Êzdî bû, ku li başûrê Şingal'ê vê rêxistina milîsî kontrol kirîye.

Çar mevanên bernameyê hebûn, wekî min got mijar bizava Heşda Şebî li başûrê Şingal'ê û kurdên di nava wê da bû.

Yekî ji mêvanên Ranj'ê, ku di nava Heşda Şebî da bû, bi wate wiha digot, "Ez ne Ereb im, ne Kurd im û ne jî Misilman im, ez Êzdî me."

Belê, mixabin hinek Êzdîyên me xwe Kurd nabînin, dema bersiva pirsekê didin wekî bi navê Êzdî neteweyek din hebe diaxifin.

Bêşik, paşxwaneya vê hizrê heye, di dîrokê da, taybetî di dema Dewleta Osmanî da peywendiyên Kurdên Êzdî û Kurdên Misilman carina diket asta dijmintîyê û divê em, li xwe mikur bên, ku di encama handana rayedarên dewletê, wê demê Kurdên Misilman gellekî xerabî li dijî Êzdîyan kirin.

Di encama vê xerabiyê da gellek eşîrên Kurdên Êzdî bi darê zorê bûn Misilman.

Kesên dixwazin me parçe bikin, derfetê ji rengîna civata Kurd dibînin, civata Kurd bi hêla zarava (lehçe), olî û rêolî (mezhep) va rengîn e.

Bi giştî, du nasnameyên me hene, yek ji vana Kurdbûn e, ya din Kurdistanîbûn e, ji vê mebest her Kurdistanî ne Kurd e, lê Kurdistanî ye.

Kurdistan welatê neteweya Kurd e, lê kêmjimarên (etnisîte) ne Kurd jî lêdijîn, wekî seranserê cîhanê, li welatên din.

Îro li cîhanê ti welat tine ne (heta ên dused sal berê jî dest bi peşavtinê kribin jî) ku seranserê wî welatî yek neteweye be, lê piranîya niştecîhên wî welatî nasnameya wî neteweyî û erdnîgeriyê pek tînin, wekî Kurdistan'ê.

Çi heyf e, ku zarokên Kurd bi ziman û çanda xwe dest bi perwerdeyê nakin, ji dest vê bi rengîniya Kurdistan'ê nizanin, taybetî li bakurê Kurdistan'ê.

Li bakurê Kurdistan'ê kêm kes derbarê Yarsan ( Ehlêheq, Kakaî), Kurdên Fehlî û Kurdên Şebek xwedan bes agahdarîyê ne.

Dîsa, ji parçeyên din gelo bes agahdarî heye derbarê Kurdên Elewî û kurdên Zaza da?

Nebawerim bes agahdarî hebe.

Sebebên vê rewşa kambax ev e, ku em ji dîroka xwe û strûktura civata xwe bes ne haydar in û xêrnexwaz, vê bêganebûnê bona mebestên gemarî bi kar tîne.

Bêşik, divê mirov pêkerên (faktor) berjewendî û aborî, herweha hewlên sixurî (îstixbarî) bîrdozî û siyasî jî bibîne.

Bi bawerîya min ev pêkerên ku derfetê dikin destê xêrnaxwazan hemû jî girîn in, lê bi qasî vê nezanîya me jî derfetê dide ku em bibin mijara lîstokên xêrnaxwazan.

Ewil divê em zanibin, ku wekî min li jor gotî civata Kurd bi hêla zaravayî va û him jî li hêla olî va pir rengîn e, ev dewlemendîya civata Kurd e, him jî dewlemendiyek, renginîyek bêhempa ye, ger em zanibin.

Nasnameyek me ya banî heye, ev nasnameya banî Kurmanc, Soran, Goran, Kirmanc (Zaza, Dimil) û Lor, hemûyan digre nav xwe.

Ango, bi zimanekî vekirî û famkirî mirov dikane bêje, ku em hemû Kurd in, nasnameya neteweyî Kurd e, lê me zaravayên ji hev cûda hene.

Hinek kes zaravayê Kirmanckî (Zazakî) Kurdî nabînin, lê lêkolînên zanistî ên li ser zimanê Kurdî wiha nabêjin, Kirmanckî zaravayekî Kurdî dibînin.

Jixwe, Kirmanc jî xwe Kird dibînin, peyva Kird bilêvkirina (telefuz) peyva Kurd bi Kirmanckî ye, neku neteweyek din.

Bê guman, ez bi xwe layengirê dewletek nemerkezî me, Kurdistanek nehîyerarşîk ku her cûre ol û ziman bona geşbûn û paşeroja xwe bi azadî biryarê bide.

Jixwe, Kurdistanek nemerkezî dikane umrekî dirêj û di nav aştiyê da bijî, lê ev naye wê wateyê ku li Kurdistan'ê partiyên bi navê zaravayî bên damezrandin.

Ger zarava dixwazin xwe di qada siyasî da nûnertiyê bikin, dikane di nav partiyên Kurdistanî da beşek (seksîyonek) be bi navê zaravayî.

Bo mînak, di nav partiyekî Kurdistanî da seksîyonek Kirmancan, çima nebe, him bona rêxistinîya civatê û him jî bona ziman û çand, lê li ser amancên siyasî rijdbûnek hevpar.

Lê çi hey e, ku bi ya nûçeyên derbarê "Partîya Gel'a Zaza" da bêhnê nexweş belav dibe, taybetî hinek agahdariyên di barê barnameya partîyê da.

Min divê bêjim, ku ger niyetek ne paqiş hebe dawî têkçûn e, ji ber ku sepanek wiha li rastîya jîyanê naye.

Dawîya nivîsê ez dixwazin rê bidim qirîna hûnermendê navdar Şivan Perwer, ger we guhdarî nekiribe, kereme xwe guhdarî bikin.

 

Ziman (*)

Ey hawar, ey hawar....

Neke birayê min neke, dilê min neke

Çavê min neke, ronahîya min neke

Welatê me parçe neke

Çîgera min parçe neke

Çi Soran, çi Zaza, çi Kurmanc qedera me yek e

Hey hawar, hey hawar.....

 

Neke birayê min neke

Welatê me şîrin e

Zimanê me rengîn e

Bawer bike dijminê me pir in

Biryara şerê wan yek e

Berê em parçe bûne, careke din parçe neke

Hey wax, hey wax.....

 

Neke birayê min neke

Welatê xwe parçe neke

Ti cara bi paçebûnê em xelas nabin

Bi cûdatiyê bi azadiyê şa nabin

Hey wax, hey wax....

 

Kurmanc in, Soran in, Zaza in, Loran in, goran in

Rengîn in wekî baxçeyê gulan in

Li şaxê Kurdistanê

Kurdistanê parçe neke

Qedera me yek e

Hey wax, hey wax.

--------------------------------

Bi vê helkeftê ez êrişa li dijî pêykerê hûnermendê navdar bi tûndî şermezar dikim.

--------------------------------

(*) helbest wisa di bîra min da maye, ger xeletî hebe biborin.

02.06.2017/Semsûr

 

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin