Rêkeftina gazê di navbera Rosneft û Kurdistanê de hate îmzekirin

Rêkeftina gazê di navbera Rosneft û Kurdistanê de hate îmzekirin

Li Forûma Aborî ya Saint Petersburgê, Rosnesf û Herêma Kurdistanê bi armanca xurtkirina nîyeta pêkanîna analîzên berfireh ên derfetên potansiyel ên hevkariya di warê gazê de rêkeftinek imza kir.

A+A-

Rosneft wê derfetên veberhênanên di ware lêkolîn û hilberandinê bikar bîne, ku berhemdariya herî bilind ji bi dest bixe.

Serokê Rosneftê Îgor Seçîn ji rojnamevanan re ragihand ku kompaniya wan wê hevkariya bi Herima Kurdistanê re bi pêş ve bibe û got: `Rosneft bi hikûmeta herêma Kurdistanê re di ware pêşvebirina kanayên neft û gaze li herêmê dixebite û hevkariya me wê di pêşerojê de jî berdewam bike.

Rosneft û Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê di çarçoveya rêkeftina hatî imzakirin de, planeke geşedana bazirganiya gaze ya li Herêma Kurdistanê amade bikin. Yek ji xalên giring ên rêkeftinê li Herêma Kurdistanê avakirin û bikaranîna xeta boriyên gaze ye.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî ku beşdarî Forûma Aborî ya Saint Petersburgê bû diyar kir ku wan li gel şirketa Rosneftê peymanek ji bo danîna boriya gazê li Herêma Kurdistanê îmza kirine.

 

 

(Sputnik)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin