Rejîma Îranê girtiyekî din ê Kurd bi dar ve kir

Rejîma Îranê girtiyekî din ê Kurd bi dar ve kir

.

A+A-

 Rejîma Îranê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê girtiyekî Kurd bi dar ve kir.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, îro danê sibê girtiyê Kurd Mistefa Seyfî (28 salî) ku şêniyê gundê Wêjnan yê bajarokê Sewlaya li parêzgeha Sine ye, di girtîgeha navendî ya bajarê Sine de hat bidarvekirin.

Girtiyê Kurd Mistefa Seyfî, 25 Nîsana 2015an “li ser namûsê” pismamekî xwe bi navê Kosar Seyfî kuştibû. Ji ber wê jî hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Malbata kuştî, daxwaza 3 milyar tûmen jê kiribû. Lê ji ber ku nikarîbû wî diravî dabîn bike, hat bidarvekirin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin