Rejîma Îranê dîsa gule berdan ser kolberên Kurd

Rejîma Îranê dîsa gule berdan ser kolberên Kurd

Êrîşên Pasdarên Îranê li dijî kolberên Kurd bênavber didomin.

A+A-

Li ser tora civakî hate parvekirin ku doh Supaha Pasdaran a Îranê li devera Tilgever a nêzîkî Ormiyê gule berdan ser kolberan û di encamê de welatiyekî Kurd ê bi navê Efşîn Elî yê 33 salî birîndar bû.

Hat ragihandin ku Efşîn Elî piştî bûyerê rakirine nexweşxaneya Tewrêzê lê rewşa wî ya tenduristiyê ne baş e û di bin pişkinîna bijîşkan de ye.

 

Her wiha doh jî Pasdarên Îranê li Serdeştê jî gule berdan ser kolberan û di encama êrîşê de kolberekî Kurd ê bi navê Nasir Omerî yê 29 salî bi giranî birîndar bû. Omerî jî piştî bûyerê bo nexweşxaneya Serdeştê hate veguhastin. Hat gotin rewşa wî ne baş e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin