”Rejîm ji tirsa hêza pêşmerge tirs û dilkutokê di nava xelkê de belav dike”

”Rejîm ji tirsa hêza pêşmerge tirs û dilkutokê di nava xelkê de belav dike”

”Rejîm ji tirsa hêza pêşmerge tirs û dilkutokê di nava xelkê de belav dike”

A+A-

 

Li gor malpera Kurdistanmedia; Rejîma Îslamî ya Îranê ku heya niha bi hemû awayekên leşkirî û girtin û kuştin û binçavkirina xelkê Kurdistanê, hewla tirsandin û belavkirina dilkutokê û şerê rewanî di nava gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de daye, vê carê di peyameke Têlêfonî de gefan li xelkê dixwe û hewla tirsandina xelkê, di pêxema destkêşan ji piştevaniya hêza pêşmergeyên Hizba Demokrat de, dide.

Di peyama şandî bo çalakên siyasî û civakî û malbata girtiyên siyasî hatiye nivîsandin de ku, “Her cure peywendiyek digel dijberên rejîmê li derveyî welat ji rêya e-mail, portalên ewleh û torên din ên civakî, bi tawan tê hesibandin û lêpirsîn wê jê bê kirin. Lewra hewce ye ku peywendiyên xwe qut bikin û ev peyama me hoşdariya herî dawiyê ye”.

Weke xûya dike, ew peyam ji aliyê nawendên leşkirî û ewlekariyê ên rejîmê ve hatibine şandin, û merem jê xapandina û tirsandina xelkê azadîxwaz yê Îranê ye, jiber ku nawendên dewletî ên weke Wezareta Êrşad, Deftera Berdewkê Dewletê û Wezareta Îtila’atê jî, haydarnebûna xwe ji şandina vê peyamê nîşan dane û weka ragehandine, qirar e ku liser wan çar hejmarên Têlêfonê, ku peyam ji xelkê re şandine, gilînameyê tomar bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin