Rêjeya bêkarîyê herî zêde li bajarên kurdan bilind e!

Rêjeya bêkarîyê herî zêde li bajarên kurdan bilind e!

Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) rêjeya bêkarîyê eşkere kir. Li gor daneya TUÎKê li Tirkîyeyê rêjeya bêkarîyê gihiştîye ji %11an. Herwiha bilindtirîn rêjeya bêkarîyê jî li bajarên kurdan hatine tomarkirin.

A+A-

Li gor daneyên îstatîstîka 2018an a TUÎKê, kesên bêkar, beramberî sala 2017an 83 hezar zêdetir bûye û gihîştîye 3 milyon û 537 hezar kesî. Rêjeya bêkarîyê jî beramberî sala par, 0.1 zêde bûye û gihîştîye ji %11an.

Sala 2017an rêjeya bêkarîyê wek 10.9 û hejmara bêkaran jî wek 3 milyon 454 hezar kesî hatibû dîyarkirin.

Bo sala 2018an hat eşkerekirin ku beramberî sala 2017an hejmara bêkarên temen 15 an jê mezintir 83 hezar zêde bûye û bûye 3 milyon û 537 hezar kesî. Rêjeya bêkarîyê jî ji % 0.1 zêde bûye û gihîştîye ji %11an.

MÊRDÎN, BATMAN, ŞERNEX, SÊRT...

A balkêş ev e ku li gor daneyên TUÎKê bilindtirîn rêjeya bêkarîyê li bajarên kurdan hatîye dîyarkirin ku ew jî, Mêrdîn, Batmani Şernex û Sêrtê ne.

Li gor vê, bi rêjeya ji % 25an, bajarên ku rêjeya bêkarîyê herî zêde lê ne, Mêrdîn, Batman, Şernex û Sêrtê ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin