Rehên Dîrokî yên peyva 'Dîn'

Rehên Dîrokî yên peyva 'Dîn'

.

A+A-

Mihdî KAKEYÎ

Wergerandin ji zimanê erebî: Mihemed Hesko (Birasoz)

 

Simbola nivîskî ya Somerî Dîngîr, ku bi diruva stêrkê ye û simbola Xweda nîşan dide, an wateya wê yekê dide ku xwedayê Somerî ``An`` yê ku bavê bilindê xwedawendên Somerî ya ye. Her wiha em vê peyvê nêzîk ji peyva``Eldîn`` ji warê bilêvkirin û wateyê ve dibînin. Her wiha peyva Somerî ``Dîngîr`` wateya ezman an bihuştê dide ku, pêwest e bi xwedawendan û olê ve. Cihê ku xweda lê ezmane û xweda ew e yê ku bihuşt afirandî ye. Ji aliyekî din ve peyva ``Dêw`` xwedayê gelên Hind-ewrupî bû, û ne dûr ku navê xwe ji navê Xweda yê Genim yê Somerî ``Dimozî`` hatibe. 

 
Her wiha navê Serokê Firîşteyan ``Tawos`` di olê Êzîdî de, ew jî ji navê Xwedayê Genim yê Somerî``Dimozî`` hatiye, ji ber ku tîpa ``M`` hatiye veguhestin bo tîpa``W`` û tîpa``D`` bûye``T`` li gor rêzikeke zimanê Kurdî û li dawî yê bûye``Tûz``.1
 
Ji aliyekî din ve, navê roja Sêşemê di zimanê Ingilîzî de``Tuesday`` ji zimanê Ingilîzî yê kevin ``Tuwesdaeg`` hatiye, wate roj ``Tiwa`` nav ``Tiw`` ew e forma zimanê Ingilîzî yê kevin e ya xwedayê Almanî yê kevnar``Tîwaz`` yan``Tyr`` li welatên Nerwêca kevnar. Nav ê ``Tîwaz`` ji peyva Hind-ewrupî ya kevin``dei-deya-didya`` hatiye, ku bi wateya ronahî û her wiha bi wateya xweda jî tê, û peyva ``dei-deya-didya`` her ew e ``Dêw`` e, ku xweda bû û gelên Hind-ewrupî perestvanîya wî dikirin, û wateya peyva ``Tuesday`` Roja Xweda Dêw e.Û di olê Yezdanî de ``Dêw`` xwedayê ku xwekir kesekî oldar, ew jî bi rêya kirasguherînê ``donawdon`` re û di nava ademîzade de dijî daku wan bîne rêya rastî yê, û dibe xwedî desthilateke mezin û xwedî roleke bi bandor di çaksazîya ademîzade de. 
 
Navê xwedayê Hind-ewrupî Dêw e, di zimanên Hind-ewrupî yan de her berdewame maye. Di hin beşên van zimanan de, peyva Dêw e bi wateya xwe di zimanê Hind-ewrupî de hatiye parastin, yanê bi wateya ``xweda-Îlah-Ellah`` ma ye, mînak:
 
Zimanê Latînî: Deus
Zimanê Spanî: Dios
Zimanê Ferensî:Diue
Zimanê Îtalî:Dio
Zimanê Ketelanî: Deu
Zimanê Latvî:Dievs
Zimanê Lîtwanî:Dievas
Zimanê Burtuxalî:Deus
Zimanê Girîkî``yûnanî``: Zêûs
Zimanê Îrlendî û Skotlendî: Dia
 
Di beşekî din yê zimanên gelên Hind-ewrupî de, yên ku li başûrê rojavavyê Asya dijîn, wek zimanên``kurdî,farsî û paşto`` peyva Dêw bo peyva Dîn û wateya wê ji ``xweda`` bo ``dîn`` paşê ``diyanet hate veguhestin, ji ber ku pêwesteke xurt di navbera wateya xweda û eldîn de heye.
Dema olê Zerdeştî kete holê, Zerdeşt xweda Dêw e bi xwedayê şer xirap`` Ehrîmen`` anî ziman. Ev rengêr ê xirap ku Zerdesşt li xweda Dêw e kir, bo paşma û zimanên gelên Hind-ewrupî hate veguhestin, û ev peyv bi wateya ``cin`` an cinok û Efrît, cih girt. Ji zimanên ku peyva Dêw e bi nerênî derbasî bûye evin:
 
Zimanê Avesta: Dêwe an Dêve
Zimannê Pehlewî: Dêv
Zimanê Kurdî: Dêw
Zimanê Biloçî: Dêw
Zimanê Paşto: Dêw
Zimanê Farisî: Dîw
 
Û di zaravên Kurdî yên başûr``soranî, lorî û hewramî`` de, peyva Dêw bi wate ya ``cinok an efrît``tê, û jê peyva Dêwane derketiye ku bi wate ya wî kesê``dîn`` e, li vir divê peyva kurdî ``şêt û dêwane`` ji hev cuda bikin. Peyva şêt bi wate ya kesê ne dirust ne normal tê, ew jî ji sedema nexweşiyeke hişî ye, lê belê Dêwane bi wate ya`` dîn û dildar``jî tê. Di zaravê kurmancîya jorîn de, peyva Dêw bo peyva dîn hat veguhestin.
 
Çavkanî:
1-Dr.Cemal Reşîd Ehmed(2002).Temûz..Tûz..Tawûs lawê xwedawend Şawişka ye. Kovara Şawişka hejmar 4, rûpel 6.
a. https://www.etymonline.com/word/Tuesday
b. Klein, E., "deity" and "Tuesday", Comprehensive Etymological Dictionary of the English Language (Elsevier Publishing, 1966), pp. 417—418 & 1662.
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin