Referanduma (Rapirsîna) Serxwebûna Başûrê Kurdistanê Pîroz be!

Referanduma (Rapirsîna) Serxwebûna Başûrê Kurdistanê Pîroz be!

Siddîq Bozarslan

A+A-

Di 25´ê Îlonê da li Başûrê Kurdistanê Referanduma (rapirsîna) Serxwebûnê wê çêbibe. Ji bilî Tevgera Goran û Komela Îslamî, hemî (15) parti û rêxistinên li Başûrê Kurdistanê digel Komisyona Bilind a Referandum û Hilbijartinê (Qanûna KBRH, di 23.07.2014´an da di Parlamentoya Kurdistanê da bi tevayîya dengan hatibû qebûlkirin ku Komele û Goran jî di nav da bûn) di bin pêşevatîya Serok Mesûd Berzanî da di 07.06.2017´an da vê biryarê wergirtin. Li gorî biryaran li herêma Başûrê Kurdistanê û li herêmên ku li gorî madeya 140´ê ya destûrê hê jî neketine nav sînorên Kurdistanê dê referandum were çêkirin. Li gorî biryareke dî jî hêzên sîyasî gelşa navxweyî ya heyî çereser bikin û Parlamentoya Kurdistanê ji nûve aktif bikin. Hêvîdar im Goran û Komele jî beşdarîya vî karê neteweyî bibin û bi jimareyeke bilind ev daxwaza dîrokî ya gelê me ku sedsal dereng maye, were qebûlkirin.

Bê guman pêvajoya referandumê xwedî 25 sal dîrokek e. Xwendevan tê bîra wan. Di encama dawîya Şerê Korfezê da (1991) di paralela 36´an da xeteke parastinê jibo Başûrê Kurdistanê hat çêkirin û hêzên hevpeyman ên navdewletî firandina firokeyên Bexdayê di wî sînorî da qedexe kirin. Di 1992´an da jî Hilbijartina Giştî di Başûrê Kurdistanê da çêbû û di encamê da Meclisa Ewil û Hukûmata Ewil a Kurdistanê çêbû û ev pêvajo heta îro hat. Sistema ku Başûrê Kurdistanê ji 1992´an heta 2003´an xistin jîyanê, sistemeke federalî bû û alîyê Kurd xwestin ev sistem li seranserê Îraqê jî têkeve jîyanê. Loma jibo çareserîyê di nav alîyê Kurd û mixalefeta Îraqê da gelek civîn û konferans çêbûn.Ji van Konferansan ên herî girîng ên Selahaddin, Washington û London bûn. Di meha 11´an a 2002´an da Konferansa Londonê pêkhat ku mixalafeta Îraqê digel alîyê Kurd li ser 22 xal lihevkirin. Xala 10´an a konferansê di derbarê ”Çareserîya Pirsa Kurdî û Federalizm”ê da bû û weha cî girtibû:

”Taslaxa Yasaya Federalizmê ku di meha 10´an a 2002´an da di runiştina 7´an a Meclisa Neteweyî ya Kurdistana Îraqê da hatîye qebûlkirin, konferansa me jî wê nirixand û pejirand ku gelê Kurdistanê di derbarê şirîgatîya ku bi gelê Îraqê ra çêke, xwedîyê îrade û hilbijartineke azad e û em ji wê ra hirmetê nîşan didin. Wekî dî konferans, daxwazên gelê Kurdistanê yên meşrû û heqîyê ku li ser hîmê hiquqa navnetewî di derbarê self determinasyonê – qedera xwe bi destê xwe taîn bike- da biryarê bide û hemî cureyên tedayê ji kokê rake û di heman welatî da biratîyê, yekîtîyê û şirîgatîyê dipejirîne.”  

Di 2003´an da bi ruxandina hukmê Saddamê xwînxwar ve pêvajoyeke nû destpêkir. Jibo sistemeke federalî bo Îraqa nû, alîyê Kurd Taslaxeke Destûrê pêşnîyar kirin. Di serî da dewletên wek Tirkiye, Îran û Suriye û welatên Ereban wek Erebistana Suudiyê, Kuweyt û Qatar li hemberî sistema federaliyê derketin bi mebesta ku wê ”yekîtîya Îraqê parçe bibe.” Lê paşê bi hewildanên Emerika û Ingilistanê tifakdarên wan ên koalisyonê razî bûn. Di encamê da di 2005´an da bi referandumê Destûra Nû ya Îraqê hat qebûlkirin.  Herêmên wek Kerkûk û derên dî li gorî madeya 140 ku mebesta gengeşeyê bûn; dê heta dawîya 2007´an bi referandumek bihata çareserkirin. Lê wek em hemî pê dizanin, heta îro referandum çênebû û çênabe jî. Ji ber ku di serî da gelê Îraqê û dewletên dagirkerên welatê me wek Turkiye û Îran vî tiştî qebûl nakin û tevayîya herêmê hê nehatine merhaleya kultureke pirrengîn û demokratik. Loma muxalefeta Îraqê li ser kaxis di Konferansa Londonê da daxwazên alîyê Kurd qebûl kirin, lê paşê dema hatin ser hukûm, di pratikê da berewajê wê kirin, mesela destûrê jî her weha bû. Mixabin, ji bilî civata Cuhiyan li Israilê, tevayîya civatên Rojhilatanavîn ên wek Tirk, Ereb, Ecem û wd. Ji kultura demokratik û pirrengîn gelek dûr in û loma demokrasî di van welatan da jî tune ye.Ev rastîyeke ber bi çav e.  Loma li van welatan şert û mercên ku sistemên federali û demokratik pêk werin tune ye. Divê Kurdên hemî parçeyên Kurdistanê vê rastîya tal ji bîr nekin û strateji û taktikên têkoşîna xwe li gorî vê reêaliteya heyî bidomînin.  

Refereranduma ku were çêkirin, bêguman xwedî roleke dîrokî ye û di pêşeroja neteweya gelê Kurd û Kurdistanê da wê roleke girîng û baş bileyize. Ji nûha ve xuya dibe ku ev referandum wê hest û rihê Kurdevînî û Kurdistanevînîyê ji nûve bixulqîne, geş bike û xurt bike. Loma ji nûha ve ev biryar li hemî perçeyên Kurdistanê û li dervayê welat jî di nav Kurdperweran da heyecanek çêkirîye û piştgirîyeke mezin sitandîye. Heta nûha wek rêxistin Tevgera Goran, Komela Islamî û PKK piştgirîya xwe jibo referandumê nîşan nedane.  Lê bi xebateke piralî û kêrhatî dê ev enîya (cepheya) anti-Kurd (dijî Kurd) jî were şikenandin. Divê bi awayeke pir zelal û eşkera ji van derdoran ra were gotin ku ew li ser xeteke gelek şaş in û eger ew vê şaşîtîya xwe bidomînin wê tarîxa gelê me wan efû neke.

Di çarçeweya Referanduma Serxwebûnê da divê hemî Kurdên cîhanê bikevin nav seferberlikek û li seranserê cîhanê xebatên diplomatik pêkwerînin da ku raya giştî ya cîhanê piştgirîya xwe jibo gelê Kurdistanê nîşan bidin. Bi taybetî jî ihtimalên ku dewletên wek Turkîye û Îran êrîşan bînin ser Kurdan, suîqestan çêkin û gelek xirabîyan pêkwerînin ku li pêşîya vê daxwaza demokratik û neteweyî bigrin. Divê gelê Kurd ji van xirabîyan ra xwe amade bikin û 24 seet di nobetê da bin da ku bikaribin xwe biparêzin. Îşaretên van tehlûkeyan ji nûha ve xwe nîşan didin. Îran ava li ser başûr birandîye. Turkiye jî ava li ser Başûrê Rojava qut kirîye. Wekî dî Turkiye xwe amade kirîye ku Bajarê Efrênê dagir bike. Her roj tehdîdan li hemberî gelê Kurd dike. Li Bakûrê Kurdistanê jî Dewleta Tirk, bi terora xwe li ser gelê me hovîtîyan pêktîne. Di rojên dawîyê da xanimeke 85 salî bi navê Pakîze Hazer di bin panzera Tirk da laşê wê parçe parçe bûye. Xwişka wê ya 80 salî Hasret Yaşarer, parçeyên xwişka xwe ji erdê civandîye û xistîye poşetek û daye polês. Polêsê Tirk jî poşeta parçeyên laşî danîye erdê ber tekela panzerê. Di bûyereke dî da jî panzera polês trambêleke sivîl xistîye bin xwe û pênc kesên sivîl pelçixandîye ku ew ji tazîyeyek vedigerîyan mala xwe (Ew xismên Şaredarê Sur a Amedî yê kevn Abdullah Demirbaş in- bila serê wî û malbatên wan sax bin). Ev çend mînakên hovîtîyê ne ku dewleta Tirk her roj pêk tîne.   

Xaleke dî jî parastina xaka Başûrê Kurdistanê ye. Di serî da pêşmerge û hêzên polês divê sînorên xwe biparêzin û di nav bajaran da jî ewleyîya gel baş kontrol bikin ku ev kar divê 24 seet daîmî be. Lê parastin, ne tenê ev e. Qasê vê parastinê, parastina di warê teknik û internetê da jî gelek girîng e. Makro Teknolojî hewqas pêşketîye ku welatên ku bixwazin xisarê bidin hin hêz an dewletan; ew dikarin bi rîya kesên xwe yên tekniker û gelek xirabî pêkbînin. Di vî derbarî da jî – ez nizanim rewş çawa ye- divê ekibên tekniker ên ku di xizmeta Desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê da dixebitin,24 seet daîmi karê xwe bidomînin, eger kêmasîyên wan hene, divê bi suret wan çareser bikin û hwd..

Desthilatdarîya Herêmê, di vê pêvajoya xesas da divê rê nede tu hêzek ku bixwazin rojevê biguherînin û li ser navê demokrasîyê an azadîya fikr û ramanan bombe û dinamitan têxin bin hîmê referandumê. Wek nimune, di van rojên dawîyê da li ser navê KNK (Kongreya Netewîya Kurdistanê), bi rîya civîn û programên TV û medya civakî dest bi propagandayê kirine ûli Silêmanîyê di 15 û 16´yê temûzê da civînek li darxistin. Qaşo dixwazin Kongreya Neteweyî pêkbînin. Berî her tiştî ew kesên ku li ser navê KNK dixebitin û diaxivin, di derbarê Kongreya Neteweyî da ne samîmî ne. Eger ew samimi bin, ewil divê ew xwe fesh bikin û paşê gazîyê derdorên din bikin. Ji ber ku ew bixwe wî navî dixebitînin ku dîsa li ser pêkanîna organeke weha diaxivin. Wekî dî, di şertên îro da jibo her çar parçeyên Kurdistanê şertên pêkanîna Kongreya Neteweyî tune ye. Jibo avakirina organêk weha cidî û xwedî misyon; divê di her parçeyek da hêzên Kurdistanî ewil lihev werin û li gorî şertên parçeya xwe çarçeweyeke makul ku li ser xeteke neteweyî be, hevkarîyek û enîyek çêkin. Dema li her parçeyek hevkarîyên weha çêbûn û li gorî şertên xwe xebat kirin; paşê dor tê ser Kongreya Neteweyî jibo her çar parçeyên welatê me. Di şertên îro da rewşa her parçeyî li ortê ye û ne hewce ye li ser dûrudirêj were rawestandin. Wek numûne, jibo Başûrê Rojavayê welatê me, Peymanên Hewlêr û Dihokê, wek cenaze li ortê man û kes naxwaze an nikare van cenazeyan ji ortê rakin. Siyaseta şaş a li ser navê Kurdayetîyê bû sebeb ku van peymanan nekevin jîyanê. Vê siyaseta dij Kurdevînîyê û dij Kurdistanevînîyê di agahdarîya çapemenîya Serokê PYD Salih Muslim da jî gelek vekirî tê dîtin. Li hemberî tehdîdên Turkiye S. Muslim weha dibêje:

”Jibo ku pêşî li Turkiyeyê bêt girtin, emê Efrîn teslîmî rejima Suriyeyê bikin. Ji ber ku Efrîn axa Suriyeyê ye. Em nahêlin ku Turkiye ji axa Suriyeyê kulmek ax jî dagir bike. ” Heman S. Muslim, berê jî gotibû ku Barzanî dixwaze Israileke duwemîn li herêmê ava bike û ew dê rê nedin wê hewildanê. Ev dîtinên anti-Kurd, bê guman îro derneketine meydanê. Serokê PKK A. Ocalan, dema li Bekaayê bû, wî jî gelek caran anîbû zimên ku Barzanî dixwaze li herêmê Israila duwem damezrîne û ew hewildan tehlukeyeke jibo Turkiyeyê û hemî herêmê ku ew li dijî wê hewildanê ne. Dîsa Ocalan li Imralîyê gotibû ku ”Di sênîya zêrîn da jî dewletek serbixwe ji min ra pêşkêş bikin, ez dê wê red bikim!” Ocalan, qîma xwe bi van dîtinan jî nayne û aqil dide Dewleta Tirk ku bi alîkarîya PKK divê ew Hewlêrê jî bi Ankarayê ve bidin girêdan. KNK (ku ew jî girêdayê PKK ye) û kesên ku bazirganîya vî tiştî dikin; divê bersiva wan jibo van dîtinên jorîn hebin û paşê banga çêkirina Kongreya Neteweyî bikin.   

Xebat jibo hemwelatîyên Başûrê Kurdistanê ku mafê wan ên dengdanê hene; xaleke pir girîng e ku roja dengdanê herin ser sindoqan û dengên xwe yên ”ERÊ” bidin. Divê xebateke welê bi plan û program were çêkirin ku sedî ji 90´î zêdetir deng werin bikaranîn ku em karibin bigihin hedefa xwe. Beşdarbûneke weha bilind û erê; ewil dê firsendan nedin dagirkerên welatê me wek Îran Û Turkiye ku rasterast êrîşan bînin ser gelê me. Encamek weha dê di raya navnetewîya cîhanê da bibe xwedî qîmeteke giring ku gelek welat bi rehetî Serxwebûna Kurdistanê nas bikin. Lê encamek ku berewajê vê mîsala ku min nuha anî zîmên eger xwedê neke çêbe; dê jibo me hemî Kurdan bibe felaketek ku berdewamîya koletîya gelên Kurdistanê li her çar parçeyan wê xirabtir bike. Divê her Kurdek ji bîr neke ku dema em qîmetê nedin xwe; em nikarin ji derve alîkarîyê bo xwe bixwazin. Ewên ku em mihtacê wan in ku alîkarîya me bikin; ewil ew difikirin gelo em bi rastî laîqê alîkarîyê ne an na. Dema em qîmeta xwe bixwe nizanibin, wê yên dervayê me qet qîmetê nedin me.

Wek min li jor jî destnîşan kir; ev referandum her çiqas jibo Başûrê welatê me be jî, ji  nêzîk ve ew dê tesîreke pir mezin li ser dahatuya her çar parçeyan bike û jibo serxwebûna parçeyên dî wê di her parçeyek da derîyên nû vebin. Eger em li başûr biser nekevin, em dê sedsalê dî bi tevayî têk biçin. Divê piştî referandumê, di demeke herî kurt da serxwebûn were ilankirin. Ez dizanim jibo bingeha dewletê, organ û dezgehên neteweyî wek ordî (artêş), polês, istixbarat û hwd. hê çênebûne û li ser wan xebat berdewam e. Pêwist e van xebatan bi awayeke lez bigihîn encamek. Lê îlankirina dewleta serbixwe eger dereng bimîne, em dikarin gelek piştgirîya navdewletî wenda bikin ku ev tehluke li ber çavan e. Ez dizanim ku hin aktorên siyasi yên Kurd îro jî dibêjin wexta referandumê û serxwebûnê nîne ye. Ez jî dibêjim ku Kurd sedsal dereng mane û îro piştgirîya navdewletî fersendê daye Kurd ku qonaxa referandumê û serxwebûnê pêk bîne.   Loma di vê qonaxa dîrokî da divê em bi serkevin û gilî, daxwaz û xewnên Ehmedê Xanî yên 322 berê bînin şûnê û mizgînîyê bidin cenabê wî û bi milyonan canfîdayên (şehîdên) Kurdistanê.        

Di malpera Rudawê da (06.07.2017) di derbarê referandumê da nivîsa Mamend Roje, wek nimûne çend slogan an şîarên alîyên erê û nayê raxistîye ber çavên me. Alîyê (enîya) ”Na”yê van şîaran di medya civakî da bikar tînin: ”Referandum eyb e! Bi dengê bilind divê em na bibêjin! Referanduma ku ne ya Kurd be! Referanduma ku naveroka wê vala ye! Qehremanên vala yên Referandumê! Referanduma Barzanî! Referandum xiyanet e!..”

Li hemberî van şîaran enîya ”Erê” jî weha dibêje: ”Yên li hemberî referandumê ne, ew li hemberî serxwebûnê ne û dixwazin  em di bin fermandarîya Baxdayê da wek kole bijîn!.”

Bi rastî van slogan an şîaran ku ”Enîya Nayê” di medya civakî da bikar anîne; mirov matmayî dihêle. Bi taybetî jî slogana ”Referandum xîyanet e”. Xwedê piçek aqil bide wan. Ez jî dibêjim, ên ku li hemberî referandumê bin, ew dixwazin em di bin fermandarîya Ankara, Tahran, Baxda û Şamê da wek kole bijîn. Yên li dijî referandumê bin, ew cinsê kewan in ku dijminê serê xwe ne.

Emîrê Komela Îslamîya Kurdistanê Elî Papîr jî bi rîya masmedyayê gotîye ku ew amade ye mezhebê xwe biguherîne, lê ne amade ye piştgirîya referandumê bike.

Li vir pêwist e jibo E. Bapîr û hemî misilmanên Kurd ku nasnameya xwe ya oldarîyê dixin pêş û nasnameya Kurdayetîyê di dereceya duyem da dibînin, çend vegotin were nivîsîn. E. Bapîr û ên wek wî difikirin, divê ew baş bizanibin ku li gorî prensibên bingehîn ên misilmanbûnê; ew bixwe nikarin bibin misilman jî. Ji ber ku sê şertên (prensibên) misilmanbûnê hene: Yek, divê mirov di temeneke kamil da be. Du, divê mirov li ser hişê xwe be; bi awayeke dî divê mirov ne dîn be. Sê, divê mirov azad be. Gelek balkêş e ku mela û alimên misilmanên Kurd van prensiban naynin ber çavan û vê rastîyê ji gelê xwe ra bi awayeke zelal nabêjin ango naxwazin bêjin. Ji ber ku Kurd bixwe ne azad in, li gorî prensîba sêyemîn, ew nikarin bibin misilman jî. Ez nizanim E. Bapîr xwe çawa dihesibîne. Eger ew xwe azad hîs bike, tê wê manayê ku ew ne li ser hiş û aqilê xwe ye; yanê ew bixwe dînek e. Belam hemî Kurd heta nebin xwedî dewleta xwe; ew nikarin azad jî bibin. Ez tenê jibo E. Bapîr û ên wek wî difikirin, dibêjim ku xwedê hiş û aqil bide we û we bîne ser rîya rast. Loma E. Bapîr û rêxistina wî û Tevgera Goran, eger vegotina, ”Li dinyayê ji serxwebûn û azadîyê bi rûmettir tiştek tune ye” bînin ber çavan û werin ser rîya rastîyê û li gorî hîsên xwe yên grubî nefikirin; wê jibo wan û jibo gelê me tişteke herî baş be. Li vir ez dixwazin vegotina Mam Celal Talabanî jî bînim bîra wan ku ”yên li dijî referanduma serxwebûnê bin, ew segbav in.” gotîye. Bapîrên Japonan jî jibo civatên ku nebûne dewlet, wek”pîç” dihesibînin. Em dikarin miqabilê vê gotina Japonan bi Kurdîyeke xweş, ”sêwîyê ber dîwaran” bihesibînin.

 Ez dixwazim vê nivîsê bi çend rêzên aladar û pêşrewê doza azadî û rizgarîya Kurd û Kurdistanê Ehmedê Xanî tewa bikim. Bapîrê Kurdayetîyê di 1695´an da di beşên 5, 6 û 7´an ên Mem û Zîn´ê da bi xetên qalind dest danîye ser derd û kulên gelê Kurd ku tê da bûye û weha qîrîyaye:

”Ez şaş mame di hîkmeta Xwedê da / Kurd di hebûn û dewleta dinê da / gelo çima û ji ber çi mane bêpar / hemî ji ber çi bûne bindest û stûxwar!”

Hîmdarê Kurdevînîyê û Kurdistanevînîyê Ehmedê Xanî, 322 sal berê li ser semedê bindestîya gelê Kurd rawestîyaye û çareya wê weha anîye zimên:

”Hevgirtin û yekîtîya me hebûna eger / û em hemî li pey hev biçûna eger/ Rom û Ereb û Ecem bi tememî/ hemîyan dê ji me ra bikira xulamî/ me dê bi tevayî pêkbanîna dîn û dewleta xwe/ me dê bi dest bixistina zanîn û hîkmeta xwe/ Hingê dê ji hev bihatina kifşkirin peyv û gotin/ kesên xwedîhuner û hêgîn jî dê bihatina bijartin.”    

Li vir wek jêrenotek ez pêwistîyê dibînim bêjim ku mexseda Xanî´yê nemir ne ew bûye ku Rom û Ereb û Ecem ji Kurdan ra xulamîyê bikin. Di malikên jorîn da Ehmedê Xanî Sinetê Mibalaxayê bikaranîye. Di vî derbarî da numûneya berbiçav di beşa 8´an a  Mem û Zîn´ê da ji alîyê Xanî ve weha hatîye nivîsîn:

”Rom û Ereb û Ecem jê ra bûbûn binferman/ Meşhûr û navdar bû, bi navê Mîrê Botan”              

Em pê dizanin ku di bin fermana Mîrê Botan da Rom û Ereb û Ecem tunebûne. Lê Xanî´yê gewre bi awayek mibalexe xwestîye hêz û xurtî û gewretîya Mîrê Botan bîne ber çavan. Xanî´yê mezin di malikên jorîn da jî xwestîye ku li ser hîmê hevkarî û yekîtîyeke xurt, Kurd dikarin bigihîjin amanca xwe û heta dikarin tiştên ku bêmikûn be jî bi dest  bixin.  

08.08.2017/ Swed  

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin