’Referandûm ne sebeba dagirkirina Kerkûkê ye’’

’Referandûm ne sebeba dagirkirina Kerkûkê ye’’

Serokê PAKê Mustafa Özçelik li Teşkîlata Wanê ya PAKê di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê, dagirkirina Kerkûkê û rojeva giştî de semînerek da.

A+A-

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê ragihand ku Serokê PAKê li Wanê civînek li dar xist; Rêveber û endamên PAKê û rewşenbîr û sîyasetvanên li Wanê beşdarî semînerê bûn.

Berîya semîner dest pêbibe, endamê Meclîsa PAKê Feyyaz Ekmen kurte axaftinek kir û ji bo şehîdên Kerkûkê û ji bo hemû şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin û ji bo ruhê wan fatîha hate xwendin.

Mustafa Özçelik got ‘’Tu kes dê nikaribe encamên referanduma Kerkûkê û temama Başûrê Kurdistanê tune bihesibîne. Ev zarok êdî jidayik bûye. Tu kes dê nikaribe vî zarokî bikuje. Bexda û Îranê berîya referandûmê biryara êrîşeke berfieh dabûn. Armanca wan têkbirina hemû destkeftîyên heyî bû. Cîhgirê Serokê Heşdî Şahbî berîya referandûmê di hevpeyvîneke xwe ya li gel telewîzyoneke Kurdî de digot ’Behsa Kurdistanê dikin. Gelo Kurdistan ji ku destpê dibe, li ku diqede. Bi ya min sîstema eyaletan ya herî baştir e’. Ev gotinên Cîhgirê Serokê Heşdî Şahbî, îtiraf û nîşana plan û armancên Bexdayê û Îranê bûn. Referandûm nebûya jî, dê ji bo dagirkirina Kerkûkê û navçeyên mijara madeya 140î êrîş bikirina. Û armanceke wan a din jî, ji holê rakirina destkeftinên Federe yê li Başûrê Kurdistanê bû. Êrîş, helwest, plan û gotinên rêveberên Bexdayê nuha rûdidin di eslê xwe de aşkerebûna wan planên veşartî ye. Ji ber wê jî referandûm ji bo rê li ber girtin û şikandina vê plana qirêj ya Bexdayê û Îranê, bendek bû. Herweha yên ku bi israr referandûm diparastin, dixwestin bi vê rêya meşrû û demokratik îradeya gel derbikeve holê û bi awayekî aştîyane yên li dijî referandûmê derdiketin qani bikin û bi vê şêweyê rê li ber şerekî navxweyî bigirin. Encamên referandûmê li himberî planên dagirkeran û li himber xeterîya şerekî navxweyî, çeka herî aştîyane, meşrû, demokratîk û bi hêz e.Tu xeletî di li dar xistina referandûmê de tune ye. Ewên ku encamên referandûmê tune dihesibînîn, bi hişmendîyeke dîktatorî tevdigerin ’’.

Di berdawîmaya axatina xwe de Mustafa Özçelik li gel rewşa Başûrê Kurdistanê, di derbarê Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî jî agadarî da û perspektif û helwestên PAKê yên di pêvajoya heyî û rewşa giştî ya BAKURÊ Kurdistanê û Tirkîyeyê anî ziman.

Paşê beşdarên civînê bîr û rayên xwe gotin, pirsên xwe kirin.
Mustafa Özçelik bersîva pirsan da û bi awayekî berhemdar civîn bi dawî hat. Beşdarên civînê ji bo vê civînê spasîya PAKê kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin