"Referandûm ne armanc e wesîle ye ji bo serxwebûnê"

"Referandûm ne armanc e wesîle ye ji bo serxwebûnê"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di sêyemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de axivî.

A+A-

Di sêyemîn komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve, li Duhokê merasîmeke bîranînê hate lidraxistin û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de axivî.

Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe de diyar kir: “Sê salan bi ser vê karesatê bi heman şêweyê pêştir, hest bi seng û giraniya vê karesatê û vê fermana bi ser êzidiyan û hatî û tê kirin, bizavê dike bo kar û kiryar û hindî bişê hewl dide barê giran ê wê tawanê li ser ezîzên me yên êzidî kêm bike.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, ku rêxistina terorîst a DAIŞê hemû sînorên dirindayetiyê derbas kiriye û aşkere kir, gelek sedem hebûn ku rewş wisa dijwar bibe di 3ê Tebaxa 2014an de û ew sedem jî ji her kesî re aşkere nîne. Herwiha diyar kir, ku mixabin ji ber wan sedeman û dirindayetiya terorîstên DAIŞê, ew karesat rûda.

Barzanî bi bîr anî, ku Şingal piştî wê karesatê, bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi destê Pêşmergeyê Qehreman, ji DAIŞê hate rizgarkirin û got: “Evro wextê hindê hatiye, em pêkve û bi şêweyekî dirust û bi zîrekane pirên baweriyê ava bikin. Rûpela reş a DAIŞ vedeynin û rûpeleke spî ya avedankirinê û pêkvejiyanê vekin li Kurdistanê û Şingalê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişande ser wê yekê, ku ji mêj we ew dizanin, çek û sîstemên parastinê yên Herêma Kurdistanê weke pêdivî nîne û got: “Berî êrişa DAIŞ û pêştir jî digel peydabûna grûpa terorîstî ya El Qaîde li deverê, me hest bi wê xeterê dikir. Bi rêyên gelek cuda cuda, me bizav dikir çek bikirin, sîstemekî baş ê bergîriyê peyda bikin. Helbet lazim e evê bibêjim, ev bizavên me bi nihênî dihatin kirin. Lê her dem hokarên (sedem) siyasî yên navdewletî, dibûn asteng li ber bizavên me. Ku me çekekê baş hebin, yan bişên rastî sîstemekî serdemiyane yê bergîrî ava bikin bo bergîriya li miletê xwe û welatê xwe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku artêşa Iraqê tevî çekên pêşketî yên di destê wan de, nekarî êrişên DAIŞê bide sekinandin û bi hezaran leşkerên artêşa Iraqê, cil û bergên leşkeriyê avêtin û reviyan.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî aşkere kir, ji ber siyaseta neserkevtî ya hikûmetên Iraqê DAIŞ derketiye holê û diyar kir: “Iraqê weke dewlet nikare yan naxwaze me biparêze û naxwaze em pêş bikevin.”

Barzanî rexne li Bexdayê girt û diyar kir, ku Iraqê tiştên ku ji bo Heşda Şeibî kir, ji bo Pêşmerge nekir.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku ji bo Kurdên Êzidî çi ji destê wan were dê bikin û diyar kir, ku referandûm ne armanc e, belkî wesîle ye ji bo armanceke mezintir ku serxwebûn e. Herwiha destnîşan kir, ku divê bi rêya giştpirsî çarenûsa xwe diyar bikin û bi berpirsyartiyeke exlaqî û yasayî dengê xwe bigihînin civata navdewletî. rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin