Referandûm çêbû; Rêjeya beşdarbûnê %72   'Erê' %92

Referandûm çêbû; Rêjeya beşdarbûnê %72 'Erê' %92

Li gorî Komisyona Bilind a Hilbijartin û Raprisiyê li Kurdistanê; rêjeya beşdarbûna referandûmê %72, li gorî encama ne resmî %92 ji serxwebûnê re erê gotine

A+A-

Di 25ê Îlona 2017ê de li başûrê Kurdistanê referandûma serxwebûna Kurdistanê li dar ket. Li gorî Komisyona bilind a hilbijartin û raprisiyê li Kurdistanê; Rêjeya beşdarbûnê %72   li gorî encama ne resmî 'Erê' %92 derketîye.

Komisyona bilind a hilbijartin û raprisiyê li Kurdistanê di kongirekî rojnamevanî de hûrkariyên hejmara dengderan û encamên destpêkî da xuyakirin.

Têksta daxuyaniya Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê:

Yekem: 3 melyon û 985 hezar û 120 kes mafê wan yê dengdanê heye li sînorê Herêma Kurdistan û navçeyên li jêr desthelata hêzên Pêşmerge li navçeyên derveyî îdara Herêma Kurdistan.

Diwem: Hejmareke mezin ji Kurdistaniyên derveyî îdara Herêma Kurdistan dengên wan nehatibûn tomarkirin, li kampan û li nav bajarên Herêmê niştecî bûn û îro beşdarî dengdanê bûn û hejmara wan bi vî corî bû: 497 hezar û 190 dengder bûn.

Sêyem: Dengderên li derveyî welat tomareke fermî li ber dest nebû û hejmara wan 98 hezar û 945 dengder bûn.

Çarem: Li gorî ew datayên serê 4 melyon û 581 hezar û 255 kes mafê wan yê dengdanê hebû.

Pêncem: Hejmara beşdarên piroseyê 3 melyon û 305 hezar û 925 kes bû û rêjeya wan %72.16 bû.

Komisyonê zelal kir, ku ewê hemû bizavên xwe bikin daku di demeke kêmtir ji 72 demjimêran de encamên fermî rabigehînin.

Li gorî  çavderan % 92 di referandûma serxwebûnê de dengê erê bikaranîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin