Receb Dildar li Ewropayê danasîna 'Leqat'ê kir

Receb Dildar li Ewropayê danasîna 'Leqat'ê kir

Roja yekşemê 13ê Çileyê hezkiriyên wêjeya Kurdî li Kopenhaginê ligel Receb Dildar derketibûn leqatê.

A+A-

Rûpela Nû/Kopenhagin

Rûpela Nû ji Kopenhaginê radihîne:

"Doh, di vê serma û seqema Îskandînavya de, em birayekî daniştvanên kurdîhez me hebanên xwe girt û em ligel rêzdar nivîskar Receb Dildar derketin leqata wêje û romanên kurdî.

Receb Dildar wek dewrêşê hezkerê wêje û û romana kurdî, me bir Yêrîvanê, me li Yêrîvanê leqata xwe kir.

Ji Yêrîvanê em derbasî  Stockholmê bûn û me li wê jî hinekî berheman avêtin hebanên xwe. Ji Stokholmê em derbazê Stenbol û Îzmîr bûn.

Ji wan deran jî, tiştên ku hebûn me li barên xwe zêdekir û em hatin welatê xwe.

Li welat em çûn Qamîşlo, Efrîn û Kobanê. Ji wan deran em derbasî Bakûrê welat bûn. Li Bakûr me çi dît li hebanên xwe zêde kir.

Lê, Başûr û Rojhilatê welat wek birînekî kulê ku li benda dermanê ne, man di dilê me de…

Her dû komelên Însîyatîfa Kurd li Danîmarka û Komela Alternatîfa Kurd li Danîmarka gelek sipasî li nivîskarê xwe rêzdar Receb Dildar kirin ku ji welat heta vir hatibû û wan û mêvanên wana derxist leqata wêjeya kurdî. Her wiha sipasî li kurdîhezên daniştvanên li Kopenhaginê kirin ku di gera leqata wêjeya kurdî de wana bi tenê nehiştin.

Hebanên me nêvî man…"

rd2.jpgrd3.jpgrd4.jpgrd5.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin