Rê li ber girtina serxwebûnê

Rê li ber girtina serxwebûnê

„ Gelo wê referanduma serxwebûna Kurdistanê kengî çêbibê û bi rastî wê vê care kurd Serxwebûna xwe îlanbikin?“

A+A-

Bila Kurd bi destên xwe rê li ber serxwebûna Başurê Kurdistanê negirin

Disa di nava kurdan de û di sosyal medya de, bi kurtayî di reya giştî de gengeşîyêkê dest pê kirîye û tê gotin „ gelo wê referanduma serxwebûna Kurdistanê kengî çêbibê û bi rastî wê vê care kurd Serxwebûna xwe îlanbikin?“

Kurd, çi li welat û çi li Ewrupa di sedsalîya  Peymana Sykes-Pîcotê de li gelek bajarên Kurdistanê û yên li Ewrupayê konferans û xwepêşandan pêkanîn û pêktînin.  Bi hezaran kurd beşdarî xwepêşandan a li diji peymana Sykes- Picot bûn û daxwaz ji raya giştî ya dinyayê û bi taybetî jî ji welatên Rojava yên ku bûn sebebê parçebûna Kurdistanê  kirin ku dawî li neheqiya sedsalî bê anîn û rê li ber Kurdistanek serbixwe bê vekirin.

Lê divê ku berê ez qala rewşa kurdan ya gelempêrî bikim.

Berî ku ez dest bi mijarê bikim, ez dixwazim  qala çiroka „Fîla Piçûk“  ku  dişibe ya me kurdan a di vê çîrokê de tê çi wateyê.

Ev diyalog di nava min û kek Selim Çürükkaya û birêz kek Osman Aydin derbas bibû.Heta kek Selim ev çiroka xwe li ser Facebookê bi zimanê Tirkî  belav kiribû.

Lê ji ber ku ev çirok dişibe rewşa me kurdan ya nuha, loma jî ez dixwazim di nivîsa xwe yekêm de ku di Rûpela Nû de çap bikim qala vê çirokê bikim û bi were parvebikim.

Çiroka Fîla Biçûk : Fîl hina biçûk e, wê li singêkî giredidin çiqas di xwaze singê xwe rake û xwe azad bikê, li ber xwe dide, lê dike nake nikare singê xwe rakê. Fîl êdî hêvî ya xwe wenda dike û di halê xwe de dimîn e. Êdi weha kedî dibe.

Piştî demekê; êdî bi salan wext derbas dibê û Fîl mezin dibe. Fîla  me bi kêmayî dibe pênc- şeş ton  û bi quwet dibê. Dikare sed singê biçûkatîyê ku wê pêvê giredidan ji erde rakê. Mixabin dîsa Fîlê bi singê ku wexta biçûkayî wî giredidan, giredidan, lê Fîlê me qet îtraz nake û ji halê xwe jî memnûn e. Weha hîn dibe..

Loma jî mesela me kurdan hinekî  jî wek  çiroka fîlê ye:

Hemû dinya dibêjê ku „hikmê peymana Sykes-Picot nema, hidudên hene êdî tu qimet û hiquqa wan nemaye.“ Dîsa em dibêjin „em yekitîya Tirkîye dixwazin“. Me Şengal û Kerkük bi şer ji DAİŞ ê stendîye, lê em  bi hebûna hidudên (sinoran) dewletan ve girê didin û dibêjin „evder êrdên Îraqê“ ne.

Dîsa ji alikî din ve dibêjin, „em naxwazin dewleta Surîye perçe bibe û em dewleteke  serbixwe naxwazin.“

Bi kurtayî rewşa me jî, wek ya çîroka Fîl“a me ye; weha li me lehatîye. Em dibêjin ‚‘‘em li dijî van sinorên ku welatên me perçekirinê dernayên û em bi halê xwe yê niha di bin dewletên dagirkêr de wek Fîla me jî razîne û em jî dixwazin di halê xwe de bimînin.‘‘

Ya pir ecêb ev e ku em li dijî dijminekî wek DAİŞ ê ji bona dinya yê şer dikin, lê em nikarin bêjin „em êdî dewleta xwe ya serbixwe dixwazin.“

Lê bi ser hêmû kêmayîyan de, îro dinya ne dinya berê ye. Kurd jî ne Kurdên berê ne. Berê di nava dewletên dagirker yên cîranên Kurdistanê çiqas nakokî û problem hebûna jî, di mesela Kurdan de dibûn yêk. Îro jî ev rewşa wek berê ye, di mesela Kurdan de dibin yek. Lê rewş û şerdên îro ne wek yên berê ne.

Dewletên Ereban jî , ji ber ku hûkûmeta Iraqê îro, tekiliyên wê ji dewletên Ereban bêhtir bi Dewleta Îranê re heyê, helwesta wan ne wek ya berê ye. Loma jî bikêmayî bi hawakî tûj li dijî serxwebûna Kurdistanê dernakevin. Hûkmeta Iraqê ya merkezî li himber derkevê jî, ne bi awayê siyasî û ne jî bi awayê eskerî nikare tesirîke mezin li ser kurdan bikê.

Niha xeterîya  herî mezin Dewleta Îranê ye:

Îran dibêjê „divê Kurd dev ji referandûm û îlan kirina dewletê berdin. Pirsgirêkên xwe bi Dewleta Iraqê re çareser bikin û nebin sebebê perçekirina Iraqê.“

Di her dema ku wexta qala çûna referandûmê û îlankirina dewletek serbixwe derdikeve pêşiya Kurdan; ya faktora DAIŞ ê derdikevê orte, yan jî Îran dikeve dewrê û destdirêjîyan dike. Helbete  Îran dijmin e û mineta dijminatîyê tune ye û wek dewlet berjewendîy3en xwe diparezê..

Lê mixabin a xerab ew e ku Îran hinek hêzên Kurd ji xwe re pêk tîne û bi devekî hevpar, herkes ji cîhê xwe tevdigerin û astengan derdixin pêşîya hewldanên referandûmê û îlankirina dewleteke  serbixwe. Lê ji alîyên din ve, divê em jibîr nekin ku xaleke  gelekî mûhûm ya din jî, heta niha Emerîka û dewletên Rojava û yên dinê, ji bona berjêwendîyê xwe yên aborî û siyasî hertim çavê xwe di mesela Kurdan de digirtin û eşkere digotin „em nikarin ji bona Kurdan, tekilîyê xwe bi Tirkîye, Îranê,Iraqê û Sûrîye re xerabikin.“

Lê îroj wexta meriv dinêre ku  ji xeynî Tirkiyê tu tekilîyên wan bi wan devletan re pir nemayê. Tersê vê, tekilîyên wan bi Hûkmeta Heremê ya Kurdistanê re pir xurt bûnê. Em dikarin bêjin dewletên hinekî bi quwet hemûyan konsolxaneyên  xwê û şîrketên xwe li Kurdistanê vekirine.

Di mesela şerê li dijî DAIŞ ê de piştgirîya Kurdistanê dikin û ev jî tê vê wateyê ku menfeat û berjewendîyên wan dewletan, tekilîyên wan yên  siyasî û aborî bi Kurdistanê re behtir ketîye pêş. Ev faktorekî pir muhîmê ji bona me kurdan.

Em werin ser pirsa xwe ya muhîm;

Gelo bi rastî jî wexta îlankirina sexwebûna Kurdistanê hatîyê ya na ?

Li gorî bawerîya min li Başûrê Kurdistanê êdî faktorekî esasî heye; belki di dîroka Kurdistanê de cara yekêminê kû hewqas îmkan, şert û mecalê nawnetewî jî bona îlankirina serxwebûna Kurdistanê derketinê holê. Lê bi şerdê ku li hindir ji parti û rexistinên me bi havakî netewî tevbigerin. Wexta em van faktorên min li jor anin ziman, bidin ber hev, birastî jî şerd û îmkanên sexwebûna Kurdistanê pêk hatinê û belkî tu carî wek vê carê şerd û îmkan neyên holê. Loma jî, divê em îlankirina serxwebûna Kurdistanê rojekî berî û pir zû pêk bînin, ku hîna  dewletên dijminên  me û hinek partî û rexistinên me dafik û fêlbazîyên din dernexistine pêşîya me.

Berî bi çend rojan di navbera YNK û Tevgera Goran de peymanek rêxistinî hate îmze kirin.Piştî vê peymane Walîye Kerkükê Necmedîn Kerîm dibêjê ku „em naxwazin ku Kerkük here ser herema Kurdistanê“ û ji xwe camerên PKK ji berê de dibêjin „em dewleteke serbixwe naxwazin û hinek çêbikin jî em qebûl nakin.“

Wexta ez wan helwestên van partîyan didim ber çavên xwe, wek kurdekî siyasi min ditirsîne. Bi rastî vê care ji mesela çûna „referandûmê û îlankirina dewlettek serbixwe“ texîr bive  û pêk neyê, dê vê carê bêbawerîyêk gelek xerab derkeve hole.

 

________________________________________________________

Not : Ji bona kesên bi kurdî nizanin orjinala çiroka kek Selim Çürükkaya ya Tirkîya we li jêre.

 

Bebek Fil'in hikayesi ve Kürtler! 07.05. 2016 Günü Uluslararası af örgütünün eski Türkiye masası şefi Helmut Oberdiek' in caneze törenine katılmıştık. Tören de eski tanıdıklarla karşılaştık, hal hatır sorduk, Kürt diplomat Mehmet Ali İle Kürt avukat Osman Aydın SYKES PICOT anlaşmasının ömrünü doldurduğu konusunda sohbet ediyorlardı.

 Kürt diplomat Mehmet Ali bana döndü, dün SYKES PICOT anlaşması üzerine bir seminer vardı, neden katılmadınız veya siz bu anlaşma hakkında ne düşünüyorsunuz dedi. Biraz düşündüm. Bizim diplomata dedim ki, fil küçükken yani henüz bebek filken, onu küçük bir kazığa bağlarlar.

Bebek fil, kazığı sökmek için çok uğraşır ama sökemez, süre içinde umudunu keser ve alışır. Aradan yıllar geçer, fil büyür, beş altı tonluk olur. Küçükken bağlandığı kazığın yüz tanesini aniden sökecek bir güce kavuşur. Ama onu, küçücük bebeklik kazığına bağlarlar ve kazığı sökmez.

Çünkü kanıksanmış bir alışkanlığın esiridir O. Bütün dünya SYKES PICOT anlaşmasının bir hükmü kalmadı dese de, Misaki milli antlaşmasını Türkler çöpe atsa da, Şengal'i İŞİD den geri alsakta, biz eskiden çizilmiş sınırlara bağlılığımızı sürdürürüz!

 Kimimiz Misaki Milliyi güncelleştirelim diyenlere uyarız, kimimiz hala Şengal'i Irak toprakları sayarız, kimimiz de Suriye' yi bölme amacımız yok diye demeçler veririz. Bütün bunların altında o bebek fil hikayesi vardır!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin