Raportorê AYMê xwest doznameya girtina HDPê paşde bê şandin

Raportorê AYMê xwest doznameya girtina HDPê paşde bê şandin

.

A+A-

Raportorê ku Dadgeha Bilind a Destûra Tirkiyê ji bo doza lêpirsîna HDPê erkdar kiribû, daxwaz kir ku ji bo temamkirina kêmasiyên doznameyê paşde bo Serdozgeriya Komarê ya Darazê bê şandin.

Hefteya borî li ser daxwaza partiya tifaqa Cumhur a şirîka AKPê MHPê, Serdozgeriya Giştî ya Daraza Tirkiyê doza girtinê li HDPê vekiribû û doznameyek pêşkeşî Dadgeha Bilind a Destûrê (AYM) kiribû.

Raportorê AYMê nirxandina xwe ya ser doznameyê xilas kir û daxwaz kir ji bo sererastkirina kêmasiyan dozname paşde bê şandin.

Herwiha biryare sibe AYM jî yekem lêpirsîna xwe ya ser doza girtina HDPê pêk bîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin