Raporta Dîwana Muhasebê: Deynên şaredariyên di dest qeyyûman de %85 zêde bûye

Raporta Dîwana Muhasebê: Deynên şaredariyên di dest qeyyûman de %85 zêde bûye

Dîwana Muhabebeyê (Sayiştay) bi raporteke eşkere kir ku li 13 şaredariyên ku qeyyûm lê hatine tayînkirin bi tevahî 196 nelirêtî tesbît kiriye.

A+A-

Li gor raporta mehane ya Wezareta Darayî û Gencîneyê, deynên şaredariyên DBPê ku qeyyûm li wan hatine tayînkirin, ji %85 zêde bûne.

Li gor nûçeya Mehmet Kızmazê ya li Cumhuriyetê; heta niha 102 şaredariyên di dest DBPê de 95 ji wan qeyyûm lê hatine tayînkirin.

Li gor raportê di Çileya 2016an de beriya qeyyûmê, deynê Şaredariya Batmanê 66 milyon TL bûye lê piştî qeyyûmê, di Berfanbara 2016an de deynê Şaredariya Batmanê 5 milyon TL zêde bûye û gihîştiye 71 milyon TLyî.

Deynê Şaredariya Sêrtê jî beriya qeyyûmê 17 milyon TLê bûye lê piştî qeyyûmê ev deyn bûye 18 milyon TLê.

Deynê Şaredariya Mezin a Amedê jî ji 9 milyonî gihîştiye 101 milyonî.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin