Rapora TGCyê: Rojnameger jî her roja diçe hejartir dibin

Rapora TGCyê: Rojnameger jî her roja diçe hejartir dibin

.

A+A-

Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê, raporek amade kiriye û gotiye, rojnameger jî her roja diçe hejartir dibin û mehaneyên wan gelekî kêm in.

Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGC), raporek amade kiriye û bal kişandiye li ser krîza aboriyê û bandora wê ya li rojnamegeran. 

TGCyê di raporê de diyar kiriye ku nêzîkî 12 hezar rojnameger bêkar in û wiha dewam kiriye: "Rojnamegerên kar dikin jî bi mehaneyên xwe yên di asta hejariyê de hewl didin li ser lingan bimînin."

Li gorî rapora Komeleyê, rojnameger ne bi peymanên ku li gorî Qanûna Karî ya Çapemeniyê hatine amadekirin, kar dikin û ev jî yek ji pirsgirêkên herî girîng e ji bo rojnamegeran. 

TGCyê di dewama dawuyaniyê de destnîşan kiriye ku rojanmeger bi sê cûre peymanan kar dikin. Yek jê "Peymama karî ya dema wê nediyar" e, yek "Peymana karî ya dema wê diyar" e û ya din jî "peymana li gorî mafê afirîneriyê" ye. 

Mehaneyên rojnamegeran gelekî kêm maye

Di raporê de behsa kêmtirîn mehaneyên rojnamegeran jî hatiye kirin ku nûçegîhan, nûçegîhanên nûçeyên fotografan û edîtor in ên herî hindik mehaneyan distînin. Her weha hatiye diyarkirin ku ev mehane ji ber krîza aboriyê ya sala 2021an gelekî kêm maye. 

Di berdewama raporê de nêrînên rojnamegeran ên derbarê rewşa navborî de jî hatine weşandin. 

"Ez nikarim debara xwe bikim"

Jin (47): Ez dêyeke azib im. 28 sal in ku karê rojnamegeriyê dikim. Ez 2 hezar û 600 TLyî didim kirêya xaniyî, her meh 3 hezar û 800 TL mesrefa min heye. Deynên bankeyan li min hene. Ew wî hezar û 750 TL ye. Zarokeke/î min li zanîngehê dixwîne. Mehaneya min a teqawidiyê û mehaneya min a ku saziya ez lê kar dikim dide min, li ser hev dike 8 hezar TL. Ji ber kûra bilind û enflasyonê ez nikarim debara xwe bikim. Heta dawiya mehê ez bi karta bankeyê debara xwe dikim. Ji ber enflasyonê ti nirxê pereyî namîne. 

Mêr (31): Ev çar sal û nîv in ez nûçegîhaniyê dikim. Min bi stajyeriyê û bêyî ku mehaneyê min hebe, dest bi kar kir. Ji ber ku ez li ba malbata xwe didam, min demekê îdareya xwe kir. Paşê ez neh mehan bi mehaneya Iş-Kurê xebitîm û paşê bi awayekî fermî min dest bi kar kir. Min di sala 2019an de 2 hezar û 300 TL mehane werdigir. Min cihê karê xwe guherand, mehaneya min 5 hezar TL ye. Bi zorê têrê dike. Bihayê kelûpelên ku ji bo karê min pêwîstiya min bi wan heye, ji sedî sed zêde bû."

Jin (28): Şeş sal in ku ez li rojnameyekê nûçegîhan im. Beriya sal û nîvê ez zewicîm. Niha mehaneya min 3 hezar û 800 TL ye. Di şert û mercên Stenbolê û vê krîza aboriyê ya heyî de mehaneya min ne mimkun e ku têrê bike. Ger hevjînê min kar nekira, me nikarîbû debara xwe bikira

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin