Rapora NY: Di operasyonên Kurdistanê de du hezar kes mirin

Rapora NY: Di operasyonên Kurdistanê de du hezar kes mirin

Di raporê de bal hate kişandin ku hikûmeta Tirkiyê di operasyonên xwe yên bi ser herêmên kurdan de gelek caran hêza leşkerî bi kar anî

A+A-

Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Mafê Mirovan di rapora xwe de hişiyarî da hikûmeta Tirkiyê ku lêpirsîneke rast derbarê binpêkirina mafên mirovan li Kurdistanê (herêmên rojhilatê welatên) yên ku di sala 2015 û 2016‘an tuşî operasyonên leşkerî de hatîye, veke.

Di rapora NY ya ku bûyerên Tîrmeha 2015an heta Qanûna 2016an de hate destnîşankirin ku di çarçoveyên opersasyonên ewlekarî ya Tirkiyê de 2 hezar kes hatin kuştin; 800 endamên Hêzên Ewlekariya Tirkiyê ne û hezar û 200 yên mayî niştecihên herêmê yên sivîl in.

Di raporê de bal hate kişandin ku hikûmeta Tirkiyê di operasyonên xwe yên bi ser herêmên kurdan de gelek caran hêza leşkerî  bi kar anî. Her wiha gelek sivîl rastî êşkenciyan dihat, malên wan dihatin şewitandin, li gelê vê yekê jî çanda wan hatibû înkarkirin û kîna wan zêdetir dibû.

Li gor rapora Komseriya Bilind a Mafê Mirovan, operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li dijî 30 bajêr û navçeyên wê pêk hat. Hate destnîşankirin ku ji ber van operasyonan di navbera 335 û 500 hezar sivîl hatin koçberkirin.

Nûnerê NY ya  Mafê Mirovan Zeyd Bin Reid El-Hisên anî ziman ku li herêmên başûr û rojhilatê Tirkiyê rewşa derbarê mafê mirovan nebaş e û gengaz e ku aloziya li herêmê kûrtir bike. El-Hisên destnîşan kir ku pêwîst e derbarê van binpêkirinan de lêpirsîn were vekirin û sûcdarên wê radestî dadgehê werin kirin.

Orjinala Raporê
http://www.ohchr.org/EN/NewsEvents/Pages/media.aspx?IsMediaPage=true

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin