Rapora ÎHD'ê ya Herêmê: Zext, tundî, îşkence, tecrîd, girtin, binçavkirin, qedexe, qeyûm û mirin

Rapora ÎHD'ê ya Herêmê: Zext, tundî, îşkence, tecrîd, girtin, binçavkirin, qedexe, qeyûm û mirin

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora Herêmê ya sala 2019'an aşkere kir. ÎHD'ê dîyar kir ku li herêmê qeyûm tayîni 31 şaredarîyan hat kirin û 50 jê zarok 2 hezar û 987 kes hatine binçavkirin, 511 kes hatine girtin û polîsan bi ser 2 hezar û 81 malan de girtîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê rapora binpêkirina mafan a li herêmê bi raya giştî re parve kir. Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD'ê Rehşan Betaray, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun û Nûnerê Herêma Başûrê Rojhilat û Rojhilat ê ÎHD'ê Abdulselam Înceoren, "Rapora Binpêkirina Mafan a Sala 2019'an a Herêma Rojhilat û Başurê Rojhilat" bi civîna çapemenîyê bi raya giştî re parve kirin. Ewil Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD'ê Rehşan Bataray, dîyar kir ku li Tirkîyeyê binpêkirina mafan her ku diçe belav dibe û wiha got: "Sedema binpêkirina mafan polîtîkayên îqtîdara sîyasî ye. Sedem polîtîkayên ewlehîyê ye." 

 

Bataray, dîyar kir ku li gel 2 salin OHAL rabûye jî pêkanînên wê mayinde bûne û wiha got: "Qeyûm tayînî şaredarîyên HDP'ê kirin, li gel biryara DMME'ê Selehattîn Demîrtaş, Osman Kavala nehatin berdan. Mavê bijartin û hilbijartinê ji dest hatîye girtin. Ev nîşan dide ku binpêkirina mafan gelek zêde ye. Dîsa li gel îdîayên îşkenceyê ya li Şaxa TEM'ê ya Midûrîyeta Polîsan a li Rihayê lêpirsîn nehatîye kirin. Welatî li navçeya Çinar a Amedê rastî îşkenceyê hatin. Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê welatî hatin binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin. Ev nîşan dide ku bûyerên îşkenceyê zêde bûne. Bataray xwest der barê kesên îşkence dike de lêpirsîn bê vekirin û bên darizandin. 

 

6 GIRTÎYAN JÎYANA XWE JI DEST DAN

 

Bataray, destnîşan kir ku yek li cihê ku îşkence bi rêk û pêk tê kirin girtîgehin û wiha axivî. "Girtî tên sirgûnkirin. mafê wan ê tenduristîyê ji destê wan tê girtin. Rastî lêpirsîn, tecrîd û dîsîplînê tên. Mafê wan ê zîyareta malbatan û ragihandinê tê qedexekirin. Girtîyên nexweş nayên dermankirin. Di sala 2019'an de tenê li nexweşxaneyê herêmê 6 girtîyên nexweş jîyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyan 458 jê giran bi giştî 1334 girtîyên nexweş hene. 

 

TECRÎD DIVÊ BI DAWÎ BIBE

 

Bataray, anî ziman ku li girtîgehan tecrîd belav dibe û wiha lê zêde kir: "Li Girtîgeha Ewlehîya Bilind a Tîpa F a Îmralîyê, malbat û parêzer nikarin hevdîtin bikin. Abdullah Ocalan û girtîyên din nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Ev li dijî hiqûqê ye. Tecrîda li Îmralîyê ji alîyê me parazvanên mafên mirovan de nayê qebûlkirin û divê bê rakirin. Divê zext û tundîya li ser raman û îfadeyê bê rakirin. 

 

Bataray, xwest dest ji polîtîkayên bêcezakirinê berdin û wiha pêde çû: "Li herêma me bi dehan jin, zarok û ciwan hatin kuştin. Ji her kesî û ji her temenî mirov rastî tundî û êrîşên tundî û fîzîkî hatin. Ev êrîş û tundî didome. Ev yek bingeha xwe ji polîtîkayên bêcezakirinê digire. Divê cudakarîya zayendî bi dawî bibe. Divê dawî li polîtîkaya bê cezakirinê bînin. Divê pirsgirêk bi rêya dîyalog û aştîyane bên çareserkirin. 

 

Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Abdulselam Înceoren jî bîlançoya binpêkirina mafan a herêmê ya sala 2019'an aşkere kir û wiha got: "Li herêmê 5 kes ji alîyê esker û polîsan ve hatin kuştin. 8 kes birîndar bûn. Kesek ji alîyê cerdevanan ve birîndar bû. Li girtîgehan 4 kesan dawî li jîyana xwe anî bi giştî 10 girtîyan jîyana xwe ji dest dan. Di encama îhmala fermî de 4 kesan jîyana xwe ji dest dan û 102 kes birîndar bûn. 1 jê zarok 3 welatî bi maşînê zirxî yên polîsan hatin kuştin. 1 zarok birîndar bû. 5 esker û polîs bi îdîaya întîhar kirine mirin. Di sala 2019'an de rêveberekî partîya sîyasî û 2 parêzer di êrîşê de hatin kuştin. 4 rêveberên partîyên sîyasî, 6 mamoste, 1 rojnameger, 1 rêveberê rêveberîya herêmî, 2 parêzer û 1 xizmetkarê tenduristîyê birîndar bû. Di pevçûn û şerê li herêmê de 50 polîs, eskeran jîyana xwe ji dest dan û 83 kes birîndar bûn. 319 endamên rêxistina çekdarî jîyana xwe ji dest dan û 12 sivîl jîyana xwe ji dest dan. 23  sivîl birîndar bûn. 1 kes li ser sînor hat kuştin. Di operasyona eskerî ya "Bariş Pinarî" de 2 zarok, 1 jê jin, bi giştî û bi giştî 16 kes di bûyerên li ser sînor de hatin kutin. 71  welatî birîndar bûn. Di teqîna mayînan de 2 zarok bi giştî 3 kesan jîyana xwe ji dest dan û 1 zarok birîndar bûn. 

 

5 zarok, 24 jin û 18 mêr bi giştî 47 kes kuştî hatin dîtin. 

 

Li 8 bajaran û 24 navçeyan 23 caran herêmê ewle û qedexeyên derve hatin îlankirin. 17 jinan dawî li jîyana xwe anîn. 33 jin di encama tundîya malê de hatin kuştin. 41 jin di êrîşan de birîndar bûn. 15 jin di êrîşên civakî de jîyana xwe ji dest dan. 21 di erîşan de birîndar bûn. 14 jin rastî tundîya tayendî hatin û li ser 7 jinan fihûş hat ferzkirin. 3 zarokan întîhar kir. 2 zarok teşebbusî întîharê kirin. 3 zarok di encama tundîyê de hatin qetilkirin. 6 zarok birîndar bûn. 1526 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin. 67 kes dibin çavan de rastî muameleya xerab û îşkenceyê hatin. 125 kes li derve rastî tundî û îşkenceyê hatin. 150 girtî li girtîgehan rastî tundî û îşkenceyê hatin. 16 kes rastî ferzkirina sixûrîyê hatin. 167 kes di bûyerên civakî de birîndar bûn. Li herêmê qeyûm tayîni 31 şaredarîyan hat kirin û 50 jê zarok 2 hezar û 987 kes hatine binçavkirin, 511 kes hatine girtin û polîsan bi ser 2 hezar û 81 malan de girtîye. 

 

 

Der barê 105 kesan de lêpirsîn hat vekirin. Li 132 kesan doz hat vekirin. Der barê 31 dosyayan û 110 kesan de ceza hat birîn. 20 avahîyên partîyê û 3 buroyên hilbijartinê, 3 sendîka û 6 avahîyên şaredarîyê rastî êrîşan hatin. Di sala 2019'an de 80 caran qedexe hatin îlankirin. 103 girtî hatin kirgûnkirin û 64 girtî mafê wan ê tenduristîyê hat îhlalkirin. 39 girtî rastî tecrîdê hatin. 20 girtî rastî cezayê dîsîplînê ha tin. 

MA

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin