Rapora dosyeya Mistefa Selîmî gihîşt parlamentoya Kurdistanê

Rapora dosyeya Mistefa Selîmî gihîşt parlamentoya Kurdistanê

Pênc parlamenterên Kurdistanê raporta encamên lêkolînên derbarê dosyeya girtîyê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Mistefa Selîmî radestî parlamentoya Kurdistanê kir, parlamentoyê jî raport ji Serokatîya Civata Wezîran re şand.

A+A-

Navenda Nuçeyan - Li gor lêkolînên ku wan pênc parlamenteran encam dane, “Mistefa Selîmî piştî ku ji Zindana Seqizê revîyaye, derbasî navçeya Pêncwênê a Başûrê Kurdistanê bûye û çûye gundê Sîyaguwêz ku ser bi bajarokê Germikê ve ye.”

Di raportê de hatîye gotin, ku “Mistefa Selîmî li gundê Sîyaguwêz diçe mizgevta gund û piştre kesek bi navê Sîrwan, hêzên asayişê agahdar dike, hêzên asayişê jî tên û Mistefa Selîmî dibin sînorê Başmaxê yê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û li wê derê kerentîne dikin.”

Li gor lêkolîna wan parlamenteran, Selîmî berî ku ji alîyê hikûemta Îranê ve were bidarvekirin, ji malbata xwe re gotîye ku ew derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û ji wê derê ve radestî Îranê hatîye kirin. Kesûkarên malbata Selîmî piştre peywendî bi kesekî bi navê Elî Cewanmerdî ve kirine û agahî dane wî, daku rê li îdamkirina wî bigirin, lê belê roja 11ê Nîsana 2020an Selîmî li Zindana Seqizê hat bidarvekirin.

Mistefa Selîmî tevî 73 girtîyên din roja 27ê Adarê ji Zindana Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê revîyabûn, lê belê  piranîya girtîyan paşê yan bi xwe vegerîyan û xwe radestî hêzên Îranê kirin yan jî dubare ji alîyê hêzên ewehîyê yên Îranê ve hatin girtin.

Di raporta parlamenteran de hatîye gotin, ku Mistefa Selîmî roja 2ê Nîsanê derbasî alîyê Başûrê Kurdistanê bûye û dema digihe gundê Sîyaguwêz, ji kurê xwe re peyamekê dişîne ku ew gihîştîye Başûr.

Raport ji alîyê her pênc parlamenteran, Erşed Hisên Mihemed, hikmet Mihemed Ebûzîd, Rizgar Îsa Suwar, Nizar Mela Ebdulxefar û Muhsin Hisên  Mistefa ve hatîye amadekirin û radestî parlamentoyê hatîye kirin.

Raport paşê bi îmzeya Cîgirê Seroka Parlamentoya Kurdistanê ve bo serokatîya Civata Wezîran a Kurdistanê hatîye şandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin