Rapora dîmenên komkujiya malbata Dedeogullari derket

Rapora dîmenên komkujiya malbata Dedeogullari derket

.

A+A-

Transkrîptên dîmenên kameraya Çavdêriyê ya ku çawa Malbata Dedeogullari di êrîşa nîjadperestî ya li Konyayê de hat kuştin derketin holê. Hatin û çûndina kujer a bi otomobîla xwe, bi çek ketina nav baxçe, bi serdeçûna ser endamên malbatê û dema gule berdana yek bi yekî bi awayekî berfirah ket dosyeyê.

Hemû dîmenên komkujiya malbata Dedeogullari kamerayê ketin dosyeya dozê. Li gorî dîmenan kujer Mehmet Altun demjimêr 18:20an de dikeve malê. Altun di serî de kesên malbatê bi çek birîndar dike.

Piştre kujer yek bi yek gule berî serê herdu birayan Metîn û Bariş Dedeogullari yên ku bi awayekî birîndar li erdê dirêjkirîne dide.

Mehmet Altun li pey Sîbel Dedeogullariya ku direve baz dide. Herî dawî di kamerayn de tê dîtin ku ji malê dûman dikişe û Altûn bi otomobîla xwe ji malê direve.

Êvara roja înê 30ê Tîrmeha 2021 li navçeya Meram a parêzgeha Konyayê li Tirkiyê, nijadperestên Tirk êrişî malbateke Kurd kirin û di êrişê de Yaşar, Îpek, Serpîl, Serap, Sîbel, Metîn û Bariş Dedeogullari 7 kes ji endamên wê malbatê hatin kuştin.

Piştî bûyerê dîmenek kurt ya dema kuştinê hat belavkirin. Di wê vîdeoyê de dibêjî qey di baxçe de pey Altûn dikevin û ew rastî êrişê hatiye û gule bi ser malbatê de direşîne. Lê dîmen bi temamî ket dosyeya lêpirsînê û hemû rastî derket holê.

Li gorî dîmenên Kamerayê bûyer wiha pêk tê:

17:56 Bi kîsek û dosyayek ku tê de kaxez hebûn ji wesayîtê daket, li ber dîwarê malê bi Sîbel Dedeogullari re dest bi axavtinê dike. Li gor îfadeyên wî, xwe wek karmendê şaredariyê daye naskirin. Ji ber ku maske li ber rûyê wî hebû, Dedeogullari ew nasnekir.

17:57 Dema Altun û Sîbel diaxivin, Serpîl Dedeogullari jî tevlî axaftinê dibe. Altun ji herdu jinan dûrdikeve pelên dosyeyê nîşand dide.

17:58 Altun ber bi otomobîla xwe ve çû, xwe gihand hundurê beşa rastê ya rêwiyan û hewl da ku tiştek bigire. Metîn Dedeogullari jî dikeve dîmenên kamerayê.

17:59 Altun dosyeyê nîşan dide û bu malbatê re diaxive. Serap Dedeoğulları ber bi qelebalixiyê ve bazda.

Piştî vê nîqaşê, Altûn ji malê derket, demjimêr di 18:19 de gihîşt heman navnîşanê û berê otomobîlaxwe ber bi Kolana Embiya ve park kir.

18:20 Gava ku Metin û Barış Dedeoğulları deriyê baxçe vekirin, Altun ket hundur.

18:21 Altun, li baxçe li belgeyên di destê xwe de dinêre, bi Dedeoğulları re axivî.

18:22 Ji kîs çek derxist û ber bi bav Yaşar Dedeoğulları girt.

18:23 Bi çekê malbat kom kir, deriyê baxçe girt.

18:24 Ew li ser kursî rûnişt û bi malbatê re axivî.

18:27 Serpîl Dedeogullari ji erdê tiştek bidest girt û avêt Altun. Malbat tev bi hevre bilez bi ser Altûn ve çû. Altunê ku di baxçe de hate şopandin, gule berî Metin Dedeoğulları û endamên malbata wî yên ku pey wî diketin da. Serap bi panîk litimî û kekê wê Metîn bi guleyê birîndar bû ket. Gava gule li Metîn Dedeogullari ket malbat bi ser kujer ve çû.

18:28 Altun vegeriya gule berî serê Metîn û Bariş Dedeogullari yên ku li erdê dirêjkirine dan. Dûv re wî çeka xwe ji nû ve bar kir. Wê gavê Sîbel Dedeogullari direviya. Altun li pey jinê bazda û wê jî kuşt.

18:29 Altun ji deriyê baxçe derket û berê xwe da otomobîla xwe. Bi otomobîla xwe dîsa li ber mala malbatê manewra kir.

18:31 Bi benzîna di bîdoneke şefaf ket malê. Jina ku reviyabû ku ketibibû malê kuşt û agir berî hundir da.

18:33 Dûman ji malê kişîya, altun bi bazdan ji deriyê baxçe derket. Altûn bilez bi otomobîla xwe ji kolanê derket.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin