Rapora DAIŞê: Bi têkiliyên xurt ên ligel Erdogan hêzeke mezin bi dest xistin

Rapora DAIŞê: Bi têkiliyên xurt ên ligel Erdogan hêzeke mezin bi dest xistin

Rapora DAIŞê: Bi têkiliyên xurt ên ligel Erdogan hêzeke mezin bi dest xistin

A+A-

Peymangeha Begin-Sadat a Îsraîlê ragihand ku ji ber têkiliyên DAIŞê yên xurt bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re, sala 2014an rêxistina terorîst kariye di demeke kurt de hêzeke mezin bi dest bixe û çalak bike.

Peymangeha Begin-Sadat di raporeke xwe de dibêje, di sala 2014an de çekdarên DAIŞê bûne gef li ser Rojhilata Navîn û di salekê de rêxistinê gelek herêmên Iraqê û nîvê Sûriyê bi dest xistin û 200 hezar çekdarên girêdayî DAIŞê hebûn ku petrol firot derve û çek, cebilxane, erebe û alavên peywendiyê yên pêşketî pê peyda kirin.

Li gorî peymangehê ji ber têkiliyên xurt ên di navbera DAIŞê û serokomarê Tirkiyê Erdogan de, rêxistinê karî di demeke kurt de hêzeke mezin bi dest bixe û aktîf bibe.

Peymangehê di berdewama rapora xwe de bal kişadiye ser têkiliyên DAIŞ û Tirkiyê û dide xuyakirin:

"Bi salên dirêj têkiliyên DAIŞê bi dewleta Tirk re hebûn, çi di aliyê çêkirina petrolê de çi jî di parastina endamên Îxwan Muslimîn de. Têkiliyên “cîrantiyê” yên DAIŞê û Tirkiyê ji bo serkeftina DAIŞê girîng bûn û hîna jî bandorê li biryarên Tirkiyê dike."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin