Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî

A+A-

Axirê biryara pîroz hat stendin, axirê dibêjim, ji ber çendin sal in, ku em behsa rapirsînê dikin û hemû civaka Kurd li benda vê biryarê bû.

Bila pîroz be, bixêr û bixweşî be, bona neteweya Kurd û hemû Kurdistanîyan.

Bi hemû derfet û taqeta xwe piştevanîya vê biryara pîroz dikim, bona bicî kirina vê biryarê her ci pêwîst be divê em bikin.

Wekî min gellek caran nivîsa bû, min hêvîya xwe li derdorên siyasî, dost û hevalên xwe ra jî gotibû, ku "rapirsîn dê di salvegera sed salîya Peymana Sykes Picot da bêt li dar xistin", lê mixabin ji ber pirsgirêkên navxweyî encam neda.

Hêj di sala 2003an da derfeta rapirsînê û serxwebûnê derketibû; Iraq, dewleta ku bi sed hezaran Kurd bi her cûre çekan kuştibû ketibû nav kaosekî û ti berpirsyarîya tevgera Kurdistanî jî di vî kaosî da tine bû.

Bi bawerîya min, herwaha bi bawerîya gellek derdor û kesayatîyan divêbûya ev gava dîrokî di sala 2003an da bihata avêtin.

Lê belê nebû, heta sala 2014an bi gengeşîyan hat bihortin, paşê rêxistina terorist DAİŞê serî hilda, rapirsîn û serxwebûnê di rojeva siyasî da giringîya xwe wenda kir, şerê li dijî rêxistina terorist derket pêş.

Bê guman, têkbirina DAİŞê û ewlehîya başûrê Kurdistan'ê gellek girîng e, ji ber ku ger ev nebûya biryara rapirsînê di rojevê da nediket dora yekem û dengê serxwebûnê bilind nedibû.

Ji ber ku gellek caran behsa wê dihat kirin, lê gav nedihat avêtin, divê em li xwe mikur bêne ku di nava civakê da bêbawerîyek heye û têt pirsîn, "gelo bi rastî ev biryar dê bicî bibe?"

Wiha dixuye, ku heta roja rapirsînê jî di nava civakê da ev guman dê hebe, lê bi gavên biqeys û qerar, bi dirustkirina amedekarîya rapirsînê û encamên wê, ev guman dê belav bibe û cihê xwe li çoş û peroşa civakê ra berde.

Ewil, divê em zanibin, ku bi amancê serxwebûna dewleta Kurdistan'ê rapirsîn mafekî rewa ye, bona neteweya Kurd û bona hemû Kurdistanîyan.

Bê guman, ti merc li ber mafê çarenûsîya neteweya Kurd tine ye, wekî her neteweyî, mafê neteweya Kurd jî heye ku li ser paşeroja xwe biryarê bide.

Dibe ku hinek dewlet û derdorên siyasî li dijî vê biryarê derkevin, heta hinek ji vana di nav liv û tevgera dijminêyêdabin, bê guman em wana dizanin, lê divê ev dijberî bila rêveberîya başûrê Kurdistan'ê neke nava dudiliyê û herwaha, hemû neteweya Kurd rapirsîn û serxwebûnê bixwebawerîyek bilind û mafekî rewa pêşwazî bike, wekî şîrê helal yê dayîkê.

Ne rast e em li ser rewatîya mafên neteweyî û demokratîk bi hêlek din va bikevin nav gengeşiyê, mafê kesî an dewletê nîne ku li ser mafê min biryarê bide.

Rapirsîn û diyarkirina dewleta serbixwe ya Kurdistan'ê gavek niştemanî ye, hemû keseyatiyên Kurd, li seranserê cîhanê têkildar dike.

Mafê her Kurd û Kurdistanîyekî heye, her li kuderê dijî bila be, divê li beramberê vê biryarê bêhelwest nemîne, dengê xwe, piştevanîya xwe bilind bike.

Bila ji bîra me neçe, karesatên ku heta îro hatine serê neteweya Kurd; jenosît, qetlîam, kuştin, şewitandin, wêrankirin, koçberî û destdêrêjî, hemû jî ji ber nebûna dewletê ye, ger îro li her sê parçeyên din zorûzext li ser civakê heye, li ser siyasetvanan heye, herêma Kurdistan û herêmên Kurdnîş bi her avayî bipaşve mabên, wate ev e ku em ne xwedî dewlet in loma ye.

Gellek pirsên civakê me hene, ku ji bêdewletiyê peyda dibin, berî her tiştî îro li Rojhelata Navîn ewlehîya him takekesên Kurd, him jî civaka Kurd di bin metirsiyê da ye.

Li hinek bajarên Tirkîye'yê ji ber helbestek Kurdî ciwanên Kurd hatin kuştin, bi sedan car kesên Kurd ketin ber êrişên lînc kirî.

Îro bi deh hezaran Kurd ji ber hestên neteweyî di zîndanên dewleta Tirk da ne, gellek caran li Tirkîye'yê siyasetvanan xeberên xerab gotin, hêj jî dibêjin, her Kurd "xaîn" têt dîtin, 80% malbatên Tirk naxwazin cîrantîya malbatên Kurd bikin, hemû jî ji bêdewletbûnê têt.

Taybetî, siyasetvanên dagirker dê bi gefan dest bi axaftinê bikin, dostên duh dibe ku îro bibin dijmin, hinek ji vana dê bêsinciyê bikin wekî serokê Partîya Bizava Neteweyî (MHPa li Tirkîye'yê), ku biryara rapirsînê "îxanet" bi nav dike û wekî metirsîya li ser paşeroja Tirkîye'yê dibîne, lê divê em li ser biryara rewa bi israr bin, bila hemû dost û dijmin zanibin, ku ev biryar ne li dijî berjewendiyên ti kesî ye.

Di hêla din da, pirsa Kurd û Kurdistan'ê pirsek dîrokî ye û bi nêzik va bi ewlehîya herêmê va pabend e.

Ne em tenê dibêjin, her kesên ku herêmê û kaosa li herêmê dişopînin dê zanibin, ku heta pirsa Kurdistan'ê çareser nebe, ewlehîya herêmê jî peyda nabe, bicî nabe.

Kurdistan mêtîngehek navdewletî ye, hatiye parçekirin, dused salin têkoşînek heye, heta îro bi sed hezaran xwîna şehîdan ketiye ber têkoşîna azadiyê.

Ger em bixwazin şayanê ked û xwîna sed hezaran bibin, tekane rê: Serxwebûna Kurdistan'ê ye.

Mafê ti kesî, an partiyê tine ye ku ked û xwîna şehîdên Kurdistan'ê heder bike.

Carek din bila biryara rapirsînê pîroz be, ez piştevanê biryarê me, bangê piştevanêyê dikim û hêvîya xwe dibêjim, ku teqez divê rapirsîn bi diyarkirina serxwebûnê bêt tacîdar kirin.

10.06.2017/Semsûr           

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin