Rapirsîn nîvê Serxwebûnê ye

Rapirsîn nîvê Serxwebûnê ye

Zeynel Abidîn

A+A-

Rapirsîn (Referandûm) nîvê Serxwebûnê ye

Eger em bêjin di dîrokê de cara yekem e ku ev beytên pîroz yên feylesofê mezin yê Kurd Ehmedê Xanî, bi hemî reng û şêweyên xwe ve dikeve jiyana me û encameke mezin dide berhemdan, yeqîn boçûneke rast be:

Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet 

Eynî wek vê helbestê qewimî; bi tifaqa serok, serkirde, hizb û miletê Kurd biryareke pîroz hate standin: Rapirsiya  Serxwebûnê

Berî her tiştî li ser vê nûçeya xweş û pîroz hestên xwe bihînim ser ziman; wek her Kurdek dilsoz dilşad im û yên ev dilşadî bi me dan jiyandin, Xwedê ji wan razî be.

Lê eger ji min bihête pirsiyarkirin, di vê biryarê de em dereng man; sedemên vê dernegiyê û bandurên wê çi ne, piştre li ser wê jî nihêrînên xwe vebêjim.

A niha pirsiyarên sereke ev in:

Rapirsîn di kîjan merc û şertan de hate biryar dan û bi çi aweyî xwe bigîhîne roja xwe ya 25ê Îlonê?

Pirsiyareke din ya girîng jî ger encama vê prosesê bi "biryara serxwebûnê" pêk bihê, wê çi biqewimin?

Berî ku dest bi bersivandina van pirsiyaran bikim, dixwezim bêjim, ku rapirsîn ne bi tenê mafê miletan e; di vê dunyayê de her kom û civakek dikare li ser mijarekê bîrûraya xwe destnîşan bike. Ji bo miletan ev yek mafekî herî xwezayî û resen e. Jiber vê yekê gerek ji nav me û gerek ji derveyî welatî rexne û giliyên di derbarê refarandûmê de qet yek ji wan xwedî niyeteke paxij nîn in.

Jiber ku di dunyayê de yên rapirsîn dikin ne bi tenê em Kurd in. Berî me jî bûne û dû me re jî dê bibin. Çawa ku ew referandûman pêk hatine û encam dane, ya me jî dê wisa bibe.

Bi taybet rexneyên ji nav me hem rexne nîn in û hem jî bi rastî bi tenê cîhê şermezariyê ne.

Jiber ku di dunyayê de qet miletekî li dij mafê xwe yê refarandûmê helwestekê nîşan nekirye, eger kiribe ew ne milet e. Helwesta, bi rastiya xwe jî, bêhelwestiya li gel biryara refarandûmê ya di nav me de mirov dikare bi tenê şermezar bike. Lê balkêş e, ku di bin navê rexneyê de reşkirina biryara refarandûmê mixabin bi hin aliyan ve ji degme dijminan xirabtir lê hat.

Bo mînak, serokê partiya faşîst ya tirk Dewlet Bahçelî çi gotibe û çawa Kurd berjêr kiribe, mixabin serkirdeyek PKKê jî heman ziman bikar aniye.

Bahçelî dibêje "Serokê çeteya eşîrî Barzanî bi vê biryarê ve xaflet û xiyanet kiriye." Hemin ev neyarekî tund e û li Tirkiyê qet kesek zimanekî wisa bêedep û bêexlaq bikar nehanî. Her çi qas reaksiyona Wezareta Xaricî ya Tirkiyê tund be û ev biryar wek "Bêpersiyarî" binav kiribe jî, peyveke bêexlaqî û tehdîteke aşkere nekir. Lê mixabin serkirdeyek PKK Mustefa Karasû ev biryar ku ji aliyê 18 partî û hêzên Kurdistanî (Ji bilî Goran û Bizûtnewe Îslamî ) hatiye girtin, eynî bi van hevaokan reş kir: "Ev biryar ji karektera eşîretî ya neolotîk ya Barzaniyan derketiye û em dê qebûl nekin."

Bi rastî wek rengê daxûyanî, mirov nikare di navbera peyvên wî û Dewlet Bahçelî de cûdahyekê bibîne. Yek ji van partiya herî dijminê Kurd e, yek jî qaşo partiyeke Kurd e û çil sal in şerê "rizgariya" miletê xwe dide.

Ev herdu peyam di heman demê de şert û mercên serdema girtina biryara referandûmê jî dihîne ber çavên me.

Gerçê helwesta PKK di destpêka avakirina 36 parelel û bisînorkirina Herêma Kurdistan û veqetandina wê ji Iraq ya sala 1991 û pêve nêzikî hev e.

Pir caran sedemên nakokiyan ji gelek aliyan derketibin jî, wek resmê mezin yek rastiyekê xwe dide diyarkirin ku PKK ji sala 1992 ya "Şerê Birakûjî" û pêve, bi hemî hêza xwe ve li Başûrê Kurdistanê bicîh bûye, bi vê re jî nemaye û gelek caran bi hêzên Peşmerge re şerên mezin kirine. Hemin evana yek bi yek divê bihêtin şêrovekirin û xeletiyên hemî hêzan jî yek bi yek bihêtin diyarkirin. Lê a niha, li ser vê biryara hanê diviyabû, qe nebe bi zimanekî dîplomatîk nihêrînên xwe û rexneyên xwe kiribana lê dîsa jî piştgiriya xwe bo referandûmê destnîşan kiribana. Ev helwest hem mafdarbûneke dida wan û hem jî rexneyên wan baştir dihate fêm kirin. Lê bi helwesta xwe ya tund berî her tiştî li ser zemîneya xwe ya netewperwer jî bandureke xirab hîştin û cîhê xwe, mixabin li gel neyaran dan nîşankirin. Wan ev yek bixwe kir. Lê evê jî bi îradeya xwe yan ji aliyê dewletên dagirker hatin îcbar kirin, ev jî pirseke girîng e.

Em werin ser pirsiyarên xwe:

1. Biryara referandûmê di nav şertên pir negatîv de lê bi serkeftineke mezin hate dayîn. Ji aliyekî ve şerê dijî DAIŞ, aliyekî de pirsgirêkên aborî yên di Başûrê Kurdistanê de û ji aliyekî ve jî aloziyên di navbera partiyên Kurd û rawestana karûbarên parlemantoyê, hemî jî şertên xirab bûn. Li ser vê jî dîsa bi PKK û her wisa bi dewleta Iraqê re pirsgirêkên rojane û demkî û qeyrena Şingalê jî xwe bi aweyekî zindî di vê pevajoyê de dida berdewamkirin.

Lê bi taybet serkeftinên şerê Pêşmerge yê li hember terorîstan, parastin û her wisa berfirehkirina axên welat û bidestxistina Kerkûk û dewr û berên wê, ku ew di parelela 36 de ji deveyî Herêm hatibû hîştin, hemî aliyekî ve baweriyeke mezin da Kurdan û dunyayê, ku ev milet dikare dewleta xwe ava bike û birêve bibe.

Bi taybet serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî hem di rêvebirina şerê parastina Kurdistanê de û hem jî di dîplomasiya hemî dunyayê de prejtîjeke mezin bi dest xist û xwe da îsbatkirin ku ew dê di derbarê serxwebûnê de dewreke dîrokî bibîne. Lê bi taybet dijberiya tund ya Goran, Bizûtnewe û PKK bi pir aliyan ve rewşa welatî xiste nav astengiyên mezin. Başûr piştî dagirkeran îjar ji aliyê hin hêzên "xwe" dihate parçekirin. Axiftinên serokê Goran yên di derbarê Silêmanî de, yên PKK di derbarê Şingal, Mexmûran û hin deverên ku ji Hikûmeta Kurdistan veqetin û wek "Kanton" girêdayî Hikûmeta Iraqê bibin, evna hemî rewşa welat roj bi roj berev aloziyeke mezin ve dibir. Jiber vê yekê em dibêjin ku di biryara referandûmê de hinekî derengî qewimî; lê dîsa jî ev biryar yekser ev aloziyan çareser neke jî, wê Kurdan têxe nav tevgereke xwedî berpirsiyarî û belkî radeyekê jî tolerasyon dê bikeve navbera têkeliya partiyan. Ev yek zemînekyeke xweş ava bike û înşellah di referandûmê de deng û dilekî yek ji sandûqa netewî wek "Erêyeke" mezin derkeve.

Wekî me di serî de jî got, reaksiyonên di derbarê biryara referandûmê de ew qas girîng û cidî nîn in, jiber ku ev biryar mafê herî xwezayî yê her miletî ye. Jiber vê jî, ji bilî Îran, PKK, Iraq û hin kesûkarên din reaksiyoneke dij derneket. Li gel vê yekê jî gelek reaksiyonên erênî jî hatin; Amerîka, Rûsya, Fransa, Italya, Hindistan, Israîl, Sûdî Erebîstan û gelek dewletên din jî destek yan jî rêza xwe ji bo miletê Kurd diyar kirin; jixwe mesele jî ev e; rêzdariya bo referandûmê.

Ji bo Tirkiye divê em tiştekî bihînin bîra xwe, ku heta berî çend mehan Alayên Kurdistan û Iraq li Stenbolê di seredana serokê Kurdistanê de hatibû bilindkirin, ku ev yek di dîroka Tirkiyê de cara yekem diqewimî. Di vê de diyar dibe ku eslen reaksiyona Tirkiyê jî hinekî şeklî bû; jiber ku ew di vê gavê di navbera xwe de gelek bi problem in û ev daxûyanî jî ji bo îdarekirina siyaseta xwe ya navxweyî bû. Dîsa jî peyva wan ya herî giran "bêpirsiyarî" bû. Yanê helwesta Tirkiya ji Mustefa Karasû û PKK girantir nebûbû.

Niha em werin ser bersiva duyem; belê ev referandûm ji bo ku bi biryara serxwebûnê xilas be, divê hemî miletê Kurd bi rengekî xwîşkûbiratî dest bide hev û heta ji me tê bi hejmareke mezin em vê referandûmê bi ERÊ bi dawî bihînin. Ji bo vê yekê jî bi rastî hewildaneke mezin heye; hemî bajarên welat û derveyî welat bûye qada pîrozkirina vê biryarê û em dikarin bêjin di van rojan de heta referandûmê ne bi tenê kolanên bajarên Kurdistanê lê di heman demê de kolanên bajarên gelek welatên Awrûpa, Amerîka, Latîn Amerîka û Asyayê bi Ala Rengîn bihête xemlandin. Vê gavê pêwîstiya me acîlen û bi jiyandariyeke mezin bi rengên me yên netewî heye. Jiber ku referandûm li ser biryareke netewî hatiye dayîn. Ev referandûm di heman demê de cîhê îsbadkirinê ye ku em miletekî xwedî xîret i; em miletekî layiqê dewletbûnê ne...

Ez ihtîmaleke mezin didim, ku di referandûmê de nêzîkî ji sedî 90 biryara ERÊ derkeve. Sedemên vê pir in, lê berî her tiştî ev biryar bandureke pir mezin li her Kurdek ku li ser rûyê erdê dijîn, çêkir. Ev tesîr li ser xelkê me yê di nav partiyên wek Giran, PPKK û Bizûtnewe de jî xwe dide diyar kirin. Ez wisa texmîn dikim, her çi qas îro bi tundî û bi bêberpirsiyarî daxûyaniyan bidin jî, coş û daxweza mezin ya lehiya daxweza serxwebûnê ya  miletê Kurd wan jî naçer bike, ji bo ku ew însanên xwe ji dest nerevînin, bi bêxwestek jî bibin wê tevlî referandûmê bibin û wekî ku li gel serxwebûnê ne xwe diyar bikin.

Heta niha qet aliyek û kesek, ne ji nav me û ne jî ji derve di derbarê biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê de argûmaneke ku xelkî îqna bike nekarîne pêş bixin. Tirk, PKK û Îran jî tê de hincetên wan qasî ku zarokan jî pê bikenin bêbingeh in, xeyrî cidî ne. Hemî ji di hincetekê de dihêne cem hev: "Em naxwezin Iraq parçe bibe." Eslen ev tiştekî din e, yanê rastiya gotinê ne ev e; jiber ku ew bixwe jî dibêjin ku Iraq û Sûriya parçe parçe bûne. Herdu dewlet dixwezin ku bêjin "Em naxwezin Tirkiye û Îran parçe bibin." Temam, baş e, lê ev referandûm ne li Iranê û ne jî li Tirkiyê dibe; ev yek derveyî sînorên we ne; eger hûn ji destmêja xwe bibawer bin, çima nimêja xelkî destmêja we dişkêne?

Meseleya PKK jî cûda ye; ew çima bi heraret li dij serxwebûna Başûrê ye; sedemên wê pir in; lê ez dixwezim li vê derê bes sedemeke ku hemiyan jî têxe hindirê xwe bêjim: PKK partiyeke wisa ye ku avakirina wê û hemî hebûna wê li ser hebûna sînorên dewletên dagirker in; eger ev sînor rabin ew jî ji ortê rabe; evê ya herî baş ew dizanin. Eger wan, bo mînak, bigotana, em naxwezin sînorên Tirkiye  guhertin, wê çaxê me ev yek nedigot. Me sedemeke din bigota. Lê jiber ku ew li hemî parçeyên Kurdistanê dijî dewleta serbixwe ne û heta bixwe jî diyar dikin ku eger ew rewşa serxwebûnê hebe jî, ew dê nehêlin serxwebûn pêk were. Ev nêzikbûna wan me îqna dike ku avabûn û jiyan û hebûna wan girêdayî van sînoran e.

Ev yek dihête çi wateyê?

Ev yek dihête pir wateyan, lê em dê vê jî bihêlin nivîseke din.

Wek gotina dawî, Biryara Referandûmê biryareke mafdar, demokratîk û serkeftina siyaseta Başûrê Kurdistan û bi taybet hewildanên serokatiya Kurdistan û her wisa serkirdeyên PDK û YNK û hêzên din yên Kurd e. Di aliyê din de jî ev biryar moraleke mezin daye hemî miletê Kurd yên hemî parçeyên welatî û Kurdên li dîasporayê. Ev moral hem dê bibe sedema xurtbûna bersiva "ERÊ" ya ji bo serxwebûnê û hem jî dîrokeke nû çêbike ji bo miletê Kurd û Kurdistanê. Ji aliykî ve jî welatên dewr û ber jî bi heyînî bi tesîr bibin. Wekî rewşenbîr û nivîskarê mezin yê Fransî Bernard- Henri Levy dibêje; "Dewleta Kurdî aramiyê li navçeyê bicih bike"  Ez tevlî vê nihêrînî dibim û Referandûm û encema wê serxwebûna Kurdistana Başûr wê hem bibe deriyek çareserkirina pirsgirêkên hemî parçeyên Kurdistanê û hem jî aramî û ahengiya dunyayê bide bicîhkirin. Dunya deyindarê Kurdistanê ye û miletê Kurd miletekî wisa dilsoz û dilovan e ku dema deynê xwe jê digre jî, ji mir ovayetiyê re xizmet dike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin