Radestkirina dosyeya petrolê ji aliyê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat red kirin

Radestkirina dosyeya petrolê ji aliyê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat red kirin

.

A+A-

Pêşniyara Hikûmeta Iraqê ya derbarê radestkirina dosyeya petrolê, ji aliyê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê, hat redkirin.

Li gor çavkaniyekê diyar kiriye: ‘‘Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî nebûye dosyeya petrolê radestî Bexdayê bike, îdiayên ku li ser vê mijarê belav bûne, tu bingeha wan tune ye û mercên bi vî rengî yên ji aliyê Bexdayê ve, ku ne destûrî ne, ji bo rêkeftinê astengan çêdikin.”

Heman çavkaniyê daye zanîn: “Hikûmeta Herêmê berî niha li ser radestkirina dahata rojane 250 hezar bermîl petrol, rizamendiya xwe nîşan daye û pabendî vê yekê ye.”

Herwiha, Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê destnîşan kiribû, wan pêşniyara Hikûmeta Iraqê red kirine û ragihandibû: “Iraq dewleteke federal e û ne navendî ye. Li gor destûrê jî, ku piraniya Iraqiyan deng dane, mafê derxistin û firotina petrolê yê Herêma Kurdistanê heye. Loma daxwaza radestkirina dosyeya petrola Herêmê, daxwazeke ne destûrî ye. Lê belê di heman demê de, me amadebûna xwe nîşan daye ku dahata rojane 250 hezar bermîl, radestî hikûmeta federalî bikin, li hember wê jî, maf û heqên darayî yên Herêmê dabîn bikin. Em her dem amade ne ku kêşeyên di navbera xwe de li gor destûrê çareser bikin û bigihin rêkeftineke hevbeş ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.”

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja Yekşemê 24ê Çileya 2021ê, ji bo gotûbêjkirina bi Hikûmeta Iraqê û bi armanca gihiştina rêkeftinê, serdana Bexdayê kir û bi Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, li ser para Herêmê di projebudçeya sala 2021ê de, çend civîn pêk anîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin