'Qutî'ya pandorayê yan têkiliya jin û mêr

'Qutî'ya pandorayê yan têkiliya jin û mêr

Yakup Karademir

A+A-

Qutî, navê romana nivîskara swêdî Helena Sigander e, ku di destpêka salên 1900-î de li ser têkiliyên newekhev ên di navbera jin û mêrî de û hinekî jî cihêbûna Norwecê ji Swêdê nivîsiye.

Roman, 460 rûpel e û ji aliyê Sabahat Karaduman ve li kurdî, kurmancî hatiye wergerandin. Dibêjin werger ji nû ve nivîsandin e û nivîsandina romaneke 460 rûpelî bi Kurdî nehêsan e, ji bo wê jî xebata wergêrê hêjayî pesindanê ye.

Min Sebehet xanim, cara pêșî li Enstîtuya kurdî ya Parîsê dît û bi westa Nesrîn û Feysel Tașkiran nas kir. Ew jî weke gelek penaberên kurd biciwanî hatiye Siwedê, bi salan di kovar û komeleyên kurdan de kar kiriye û xwendina xwe ya diransaziyê jî li wir kiriye. Lê, niha li Londrayê weke diransaz jiyana xwe didomîne. Herçend xwendina xwe ya bilind di warê bijișkiyê de kiribe jî, ew yek ji endamên ekola Swedê ya nivîskar û kurdîaxêv e.

Cara duyê, di 4-ê îlonê de, em li Londrayê di semînera Mistefa Özçelîk de li hev rast hatin. Heta wê gavê min nizanibû ku ew bi ziman û edebiyatê jî eleqedar dibe. Gava ku ji çentê xwe pirtûkek dexist û biawayekî mutewazî diyariyî birêz Özçelîk kir, kitêba weke quranekê bala min jî kișand. Li ser vê eleqeya min, Sebehet xanimê pașê nusxeyek ji pirtûka xwe ji min re jî șand, ku min ew di hefteyekê de, di otobus û metroya di navbera mal û karê xwe de xwend.

Roman bi têkiliya di navbera qehremana wê Helga, keça xama ya hivde salî û yarê wê Karl-Everest-ê entel ku xwedî ramanên lîberal e, dest pê dike. Helga zewaceke gelerî dixwaze, lê Karl-Everest têkiliyeke bêșert û merc dixwaze. Ji bo vê jî Helga xwe teslîmî wî nake û têkiliya wan zêde dom nake. Ji aliyê din ve, dê û bavên Helgayê ji ber mercên sext ên jiyanê, giran nexweș in. Ew kesên bawermend in û ji bo misogerkirina jiyana keça xwe jî dixwazin ku keça wan bi keșeyê dêrê yê pêncî salî re bizewice.

Piștî demekê dê û bavê Helgayê li pey hev dimrin û keșe weke wêrisê wan bi veșartina wan eleqedar dibe û alîkariya keça wan jî dike. Helga di hivde saliya xwe de bitenê dimîne, Karolina hevala wê rê biber dixe ku ew xewn û xeyalên ciwaniya xwe bi azadî bijî, lê ew cesaret nake. Ji bo ku karibe xwendina xwe bidomîne û weke mêran bi serbestî bibe xwedî pîșeyekî, zewaca bi Keșe Gregoryûsî re hildibjêre. Lê, Keșe ji bo xwendinê alîkariya wê nake, dixwaze ku ew tim di xizmeta wî û dêrê de be. Jina ciwan a xeyalșikestî, ji bo ji vê rûtînê derkeve li riyeke din digere û têkiliya wê bi Fritzê șûrbaz re çêdibe. Jina keșe, evîneke nehînî bi Fritz re dijî.

Lê dostikê wê, wê bi xewna Emerîkayê dixapîne. Piștî ku Helga bihemle dimîne, Fritz xwe jê vedișêre û nema dixwaze wê bibîne. Her wiha, Doktor Glasê ku hinekî bi awayekî platonîk ji Helgayê hez dike û dixwaze wê ji Keșe bidûr xe jî, piștî ku têkiliya wê û Fritz hîn dibe jê sar dibe.

Di encamê de Helga ji Keșe Gregorius cihê dibe û Keșe pereyê wê yê ji dê û bavê wê mabû ji bo xwendina wê dide dibistana hemșîretiyê, lê ji ber ku Helga bihemleye nikara biçe dibistanê jî.

Dinav vê çîroka ku meriv li dûv xwe dikșêne de, munaqeșeyên li ser wekheviya jin û mêr û cihêbûna Norweçê ji Siwêdê jî heta bi dawiyê didomin. Di encamê de, meriv dikare bêje ku bihevrebûna li ser bingeha wekheviyê nehêsan e, lê cihêbûn jî tim biqolinc û êș e. . 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin