QUTÎya Helena Sigander

QUTÎya Helena Sigander

Perîn Muzeyyen Esmeroglu

A+A-

QUTÎ (roman), Helena Sigander, wergera ji swêdî: Sabahat Karaduman, weşanên APEC, 2016, Stockholm, 458 r.

Qutî, her çiqas navekî kin û kurt e lê naveroka wê bi xwe têr û tîjî ye. Ev romana ku min di nav çend rojan de xwend ji alî jineka swêdî: Helena Sigander ve hatîye nivîsîn. Û ji bo min herî balkêş jî ku ji alî jineka kurd Sabahat Karaduman ve hatîye wergerandin.

Lehenga romanê Helga ye. Helga keçeka stokholmî ye, ji ber ku dê û bavê wê dimirin, ew hê 17-18 salî ye, wan deman jî keçeke bê dê û bav bi tena serê xwe be, bi çavekî nebaş lê dinêrin. Ew jî ji mecbûrî bi papazekî pîr re dizewice. Her çendî  bi papaz re ye lê dilê wê li yekî din digere.  Û dildarê xwe dibîne û bi dizî pêre radizê, hemîle dimîne û dostikê wê dev jê berdide…..

Dema ku min ev romana xwend, romanê ez birim nav kuçe û kolanên Stockholma salên 1900î, Stockholma bi hewa sar û serma û carna jî germ mîna ”germa Afrîkayê”.

Serê sedsala 19an, salên ku Norweç dixwaze ji Swêdê veqete û azad û serbixwe be. Salên tunebûn û feqîrîyê û ji ber vê feqîrîyê, xem û xeyala wan a çûyina bo Amerîkayê.

Salên ku hem feqîr û hem jî zengîn û arîstokratan qedr û qiymet û rêz û hurmeta kilîse û papazan digirt.

Salên ku ji bo herkesî zor û zehmet û dijwar lê ji bo jinan zehmettir û xerabtir e.

Û ger jinekê berî zewacê zarokek anîbe, ji xwe ji bo wê malxerabî bû.

Newekhevîya jin û mêran. Tunebûna mafê jinan a ji bo dengdanê.

Di warê siyaset û raman û fikr de jin biçûk dihatin dîtin.

Têkoşina jinên serhildêr û îsyankar a li dijî sîstemê.

Bi riya vê romanê meriv dikare Swêdê û jiyana swêdîyan a salên 1900î bibîne.

Roman bi zimanekî xweş û sivik û herikbar hatiye wergerandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin