Qurbaniyên Lehîya Xaşkana Wanê Daxwaza Çêkirina Avahîyên Xwe Dikin

Qurbaniyên Lehîya Xaşkana Wanê Daxwaza Çêkirina Avahîyên Xwe Dikin

.

A+A-

Di serê meha Tebaxê de nêzê deh rojan li 4 bajarokên Wanê lehîyên dijwar pêk hatin û li gor daneyên fermî 32 avahî, hejmarek zêde gov, kadîn xirabûn û herî kêm 1500 pez jî mirîbûn.

Yek ji cîhên herî zêde zirar dîtî gundê Xaşkana (Esenyamaç) Elbakê (Başkale) ye. Li vî gundî 7 avahî hilweşîyanê û piranîya avahîyan jî ji lehîyê zirar dîtiye.

Piştî lehîya dijwar bo alîkarîya maxduran, ji alîyê hejmarek sazîyên sîvîl ve kampeyna alîkarîyê hat destpê kirin.

Ji alîyê din ve Rêvebirîya Rewşên Awarte û Felaketê (AFAD) ya Tirkîyê ve bo malbatên ku di lehîyê de avahîyên wan zirar dîtine kon danan. Herwiha xirabeyên avahîyan jî, ji alîyê makîneyên kar ve tên rakirin û çoypê gund jî tê paxij kirin.

Lê malbatên bûne qurbana lehîyê dibêjin ku, jîyana di nava konan da pir zehmet e. Gurkan Yursever ku avahîyê wî tevahî hilweşîyaye û tevî sê zarokên xwe di kon de dimîne wiha rewşa xwe anî ziman "Di konan de çî derfet nînin ku em bo xwe xwarin çêbikin, serê zarokên xwe bişon û pêdivîyên xwe bînin cîh."

Hin maxdurên lehîyê yên ku nikarin di konan de bimînin, li gor derfetên xwe di nava avahîyên xirabe de dijîn.

Rûniştvana bi navê Melek Atlî dibeje ku, ew li gel zarokên xwe di xanîkê tanûrê de dijîn.

Piştî lehîyê sazîyên dewletê û yên sîvîl kon û xwarin dan heremê, lê maxdurên lehîyê dibêjin ku li pêşiya wan zivista dijwar heye û daku ew bikarin li gund jîyana xwe berdevam bikin, divê avahîyên wan werin çêkirin.

Çavkanî: Dengê Amerîka

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin