Qubad Talebanî û Lahur Şêx Cengî çûn Kerkûkê

Qubad Talebanî û Lahur Şêx Cengî çûn Kerkûkê

Partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro li bajarê Kerkûkê dest bi kampanyaya hilbijartinên ji bo parlamentoya Iraqê kir. Herwiha Qûbat Talebanî û Lahur Şêx Cnegî jî beşdarî kampanyaya hilbijartina partiya xwe bûn.

A+A-

Endamên YNKê li Kerkûkê Mihemed Hacî ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku, "Îro bi beşdariya herdû serkirdên YNKê Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Berpirsê zanyarî yê YNKê Lahor Şêx Cengî û hejmareke din serkirde yên YNKê bi beşdariya xelqê YNKê dest bi kampanyaya hilbijartina parlamentoyê kir.

Mihemed Hacî diyar kir ku hatina Qubad Talebanî û Lahor Şêx Cengî bo Kerkûk karekî asaye ji ber ku malbata Talebanî bi resen xelkê Kerkûkê ye û tekya terîqeta wan ya olî jî her li Kerkûkê ye, mafê wê malbatê li Kerkûkê heye bangeşeya xwe bikin û dinêv xelkê xwe de bin.

Sebaret wê yekê YNK wê dengên xwe li Kerkûkê zêde bike yan kêm bike Mihemed Hacî got "YNK bi 23 berbijêran li Kerkûkê beşdariya helbijartina perlemantoya lraqê dibe, lê em bawerin ku dengên xwe kêm bike ji ber niha li Kerkûkê yasa nîn e û rewşa ewlehyê jî baş nîne û desthelata kurdî li Kerkûkê nemaye. Ji ber ku parêzgar niha bi wekalet Erebe û hêza lraqê li Kerkûkê ye, berî niha parêzgar kurd bû û yasa li Kerkûkê hebu û rewşa ewlehyê jî pir baş bû."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin