• Diyarbakır 7 °C
  • Batman 8 °C
  • Hakkari 2 °C
  • Şırnak 3 °C
  • Ağrı -3 °C

Qonaxa Cemil Paşa û Hinek Bîranîn

Nuri Sınır

Li ser çûna Qonaxa Cemîl Paşa ( mala Cemîl paşa) min nivîsek di facebookê de parve kir.
Piştî vê parvekirinê rojeke bi şûn de li qahweyekê,bi dostekî qedîm re em hatin cem hev. Dostê min meleyekî Kurdperwer û navdar bû. Ji bona malbata Cemîl Paşa wî jî ramana xwe got: ”Ma ji me re çi kirin, em hêsîr hiştin?” Bi rastî min bersiv nedayê, lê mixabin pir raman di mêjîyê min de çêbûn. Li gor ramana Seydayî, pêwîst e em têkoşerên paş xwe bi giştî wan bibînin. Mîrê Botan Bedirxan Paşa, Îhsan Nurî Paşa, Alîşêr, Seyîd Riza, Qadî Mihemmed, Şêx Mahmûdê Berzencî, Mele Mustafa Barzanî, Şêx Seîd, Qasimlo û hwd. Ji me re tiştek nekirin û me hêsîr hiştin. Rast e em hêsîr ketin û hêsîr man. Lê mafê me tune em wan sûcdar bikin. Xeletî, şaşitî û kêmanîyên wan em dikarin şîrove bikin, rexne bikin, lê em nikarin wan sûcdar bikin. Bi giştî serhildanên wan, ji bona xelasîyê bû, ji bona welatekî serbixwe bu, ji bona azadiya welatê xwe bû. Bi giştî li ser vê ramanê mal û milkên xwe, can û jiyana xwe ji dest dane. Kes dikare bibêje na, ne wisa ye? 200 sal in di her demê de serhildan çêbûne, lê mixabin bi ser neketine. Kuştin, dardakirin, mirin, wêrankirin, koçberî, surgin û rev para welatperwerên kurdan bû. Doh wisa bû, îro jî wisa dom dike.
Bi taybetî û bi giştî, di dîroka Kurdistanê de, di şerê azadîxwaziya ji bona kurd û Kurdistanê de, têkoşînan de, peşmergeyan, gerilayan bedeleke zor zahmetî, bedeleke pir giran dabûn û hîn jî didin. Pêşmerge hindik can neda, gerila hindik can neda. Bêserkeftin ne sûcê wan e. Derengmayîna azadiyê ne sûcê wan e. Sucê şertên wan, îmkanên wan, perçekirina welatê wan, zordariya neyarên wan, xayînên wan, dewletên zordest ên dinê,  siyasetmedarên wan û siyaseta serokatiyên wan e. Sed sal in pêşmerge li Başûr şer dike, can dide, can da û hatin merhaleyekê, merhaleya sexwebûna Kurdistanê, dîsa bi dest nexistin. Çima? Sûcdar pêşmerge bû? Na.! Sûcdar siyaset bû, siyaseta xayinên ser pêşmerge bû. Bi taybetî sûcdar xwediyè siyaseta xiyanetê bûn. Li Kurdistana Bakur 35 sal in gerîla şer dike, dimire, laşê wî wenda ye, hêsîr dikeve, dikeve zindanan lê mixabin tiştek bi dest neketiye. Çima? Sûcdar gerîla ye? Na..! Sûcdar siyaseta ku li ser gerîla tê meşandin e. Sucdar siyaseta xeletiyê ye. Sûcdar siyaseta badî hewaî ye. Sûcdar ne gerîla ye.Gerîla ji bona azadiya welatê xwe derdikeve serê çiyê, dimire, tê kuştin, mixabin
siyaseta li ser wî  bi xwestinên xwe yên şaşitî her dem têk çû û wê şaşitîya xwe jî berdewam dike.
 Ev roj, ne do ye û ne jî berîya do ye.
 Mucadeleya kurd hatiye merhaleyeke zor baş. Bi temamê xeletî û şaşitiyê jî ev roj, ne rojên berê ne. Kurd ne Kurdê berê ne, dinê jî ne dinyaya berê ye. Lê em ji bîr nekin her tişt di destê te de ye. Bila dostên te pir bin, hevalên te pir bin, lê pêwîst e tu bi xwe bawer bî, tu bi xwe re rast bî, tu hêvî û xwestinên xwe teslîmî hinekan nekî. Serkeftin û azadiya te wê bi vê baweriyê têkeve destê te.
Li paş xwe binêre, ji kêmanî û şaşitîyên dîroka xwe dersan bigire, ji şehîd û tekoşerên xwe re rehmet û heviyê bixwaze. Hêvîdar im wan rojên hesreta dilê me wê dereng nemînin û mafê me yî serxwebûnê em ê bi dest bixin.

Bu yazı toplam 333 defa okunmuştur.
Nivîsên din yên nivîskar