Qirkirina Ermenan û Parçekirina Kurdan - 1

Qirkirina Ermenan û Parçekirina Kurdan - 1

Zeynel Abidîn

A+A-

Di pirtûka Qirkirina Ermenan de îdîaya ("zaza" ne Kurd in, faris in) çi digere?

Ev nivîsa li jor, beşeke ji pirtûka Recep Maraslî ya bi navê "1915 Soykirimi" e ku di vê pirtûkê de lêkolînek (!) ser qirkirina ermenan pêk aniye.
Hemin her kes maf heye ku di derbarê her tiştî de lêkolîn bike, bixwîne û binivîsîne. Di derbarê ermenan de jî, di ziman û zaravên Kurdî de jî. 
Jixwe di nihêrîna wî ya di qirkirina ermenan de pirsgirêk pir in, ji serî heta dawî popûlîzm kiriye û her wisa li ser miletê Kurd jî gunehbariyeke bê mesnet û seranser neheq daniye; lê evna mijarên cûda nin û em dê hemiyan yek bi yek (bi qasî zanîbûna xwe û bi delîlên zanistî, ne wisa bê serûberî) bersivan bidin. 
Lê em berî dixwezin pirsiyareke wisa bikin: 
Di pirtûkeke ku esasen hemî aliyên xwe ve li ser qirkirina ermenan de hûrnihêrînan dike (yan jî divê bike) de çima Maraşlî yekser pêwîstî dîtiye ku biryareke wisa bide?
"Zaza eslen diviyabûn cîranê farisan bûna, lê jiber koçberiyan hatine bûne cîranê Kurmancan û di nav wan de îzole búne" yanê ev hevok bi serê xwe qetlîamek e ji bo nêrîna objektîvîzmê. 
Berdewam kiriye Recep; "Zaza her çi qas wek zaraveke Kurdî bihête gotin jî, pir gengeşiyên mezin û girîng hene ku ew wek "zazakî" zimanekî bi "tevayî serbixwe" ye." 
Ez jiber ku qet naxwezim bikevim nav tirkî, ez nikarim kiryarên sosret yên Recep bi zimanê tirkî jî çi qas bi pirsgirêk û çi qas bê bîrnasî (bê mantiq) in bidim destnîşan kirin. Zimanekî çawa "bi tevayî serbixwe" dibe? Zimanên "serbixwe" tune ne ku tevayî serbixwe jî hebin. Ziman ji zimanan derdikevin, bi tesîr dibin û dikevin nav hev, lê dîsa jî yan zimanekî cûda ne, yan jî di heman ziman de wek zaravek in. 
Tarîfa "zimanê tevayî serbixwe" hem ne zanistî ye û hem jî hest û daxwezeke bi coş ya veqetandina zaravên Kurdî yên ji hev tê de hîs dikim. Heyîf...
Yek jî tiştekî pir ecêb dibêje Recep: "Delîleke din ya ji Îran hatina "Zazayan" û li Dêrsim bicîhbûna wan ev e ku, "Zazakî" gelek nêzikî Hewremî ye."
Allahûekber, ev çi bû, çawa dibe delîl, ecêb e, camêr jixwe erdnîgariya Kurdistan nizane, Hewremî li kû dijîn, çi qas in wê jî nizane û di ser de jî çi pêywendiya Îran û Hewremiyan heye. Kurdên Hewremî li kû dijîn?

"Devera Kurdên Hewremî ya ku li Kurdistanê ji aliyê çand û ziman de xwêdiye cîheke taybetmendî ye, li Başurê Kurdistanê ji deverên Helebçe û bakurê deşta Germiyan û li Rojhilatê Kurdistanê ji navçeyên Pawe, Newsû û hin gundistanê Riwanserê pêk tê. Hewraman herêmeke zaf bilind e, Çiyayen Hawraman li vê herêmê ne. Gelê herême bi piranî Kurdên Hewremî ne, lê herdu zaravên yên Goranî û Soranî jî li vê deverê dihête axifîn."

Recepî di derheqê devera Kurdên Hewremî de bes deh deqe çav li înternetê gerandiba tiştekî wisa nedinivîsî. Rewşa lêkolînvaniya wî çawa xwe aşkere dike, bi rastî matmayî mam.

Kurdên Hewremî li sînora Başûr û Rojhilat dijîn û ew tam Navenda Kurdistanê tên qebûlkirin. Yanê eger Dersimiyên me ji wir hatibin tam ji dilê Kurdistan hatine. Rast e, axiftina wan pir nêzîkî Kirmanckî ye, temam, baş e îjar te çima ew kirin cîranê farisan?, Bi rastî sêyr e. Warê Hewreman hem navenda Kurdistan e û hem jî li gel Hewremî, zaravên Goranî û Soranî jî li wir tê axiftin. Na nabe, wê çaxê diviybû Recepê reben bigota Kirmanc (bi gotina wê ya sosret "zaza") ji Navenda Kurdistan tên bigota, ev yek tiştekî aqilane dibû, lê nabêje, jiber ku eger Kirmanc ji wir bên êdî Recep nikare wan bi farisan girê bide. Bi rastî di hundirê xwe de pir dikenim, lê gava hewildana wî ya manîpîlasyonê dibînim ber xwe dikevim. Nexwe mirov ji bo ku xwe bide qisedan çi karê tewşo-mewşo jî dikare bike.

Jixwe di vê pirtûkê de çima û çawa zaravên Kurdî gelo Kurdî ne yan zimanekî din in, ev yek çawa di vê pirtûkê bûye derdê Recep ev jî pirsgirêk e? Jiber ku mijara qirkirina ermenan û zimanzanî û dîroka Kurmancî û Kirmanckî qet pêywendî bi hev re tune ne. 
Berî ku bikevim nav wê pirsgirêkê, di derbarê Kurdîbûn yan jî nebûna Kirmanckî (ez nabêjim "zazakî") çend tiştan bêjim Recepî ku careke din bila bi navê rewşenbîrî û nivîskarî cahîltiyan neke: 
1. Gengeşiyeke mezin ya di derbarê yekzimanbûn yan jî nebûna Kurmancî û Kirmanckî de, yan jî em bêjin, gelo Kirmanckî zarav yan jî serzaravek Kurdî ye yan zimanekî cûda ye? belê di vê derbarê de gengeşiyeke mezin mixabin hîna nehatiye kirin, jiber ku di vî warî de pispor kêm in. 
Çawa pispor? 
Yanê eger di vî warî gengeşiyeke mezin ya zanistî bihête kirin, divê ew kesan Kirmanckî, Soranî, Kurmancî, Hewremî, Lûrî, heta hin devokên din jî bizanin û li ser wan lêkolînan bikin. Ev jî têrê nake, divê di derbarê zimanên cîran de jî agehiyeke wan ya zanistî ya xurt hebe; bo mînak, tirkî, farsî, erebî, efxanî û heta hîndî û ûrdî... Mêze bikin biryardana Kirmanckî de yan jî zaravek din ya ku ew zaravek Kurdî ye yan zimanekî cûda ye (ne serbixwe) gelek dijwarî hene: Lê Recepê me ji bilî tirkî qet zimanekî nizanibe jî, em dev ji Kirmanckî berdin, Kurmanciya xwe jî nîvco be jî, yekser dikare biryar bide ku "zazakî" zimanekî "tevayî serbixwe" ye. 
Em hinekî hevokên wî yên din yên sosret jî binivîsin û paşê hemiyan pûç bikin (gerçê hewce nake pûç bikim, bawer bikin ew bixwe pûç in). Lê ji bo manîpîlasyon gelek musaît in. Jiber vê divê ez bixwe wan pûç bikim. 
Çawa?
Recep mixabin tirkî jî nizane; jiber ku di tirkî de navê miletan ya piranî wek "Türkler, Kürtler, "Zazalar" tê nivîsandin, lê eger her zanistiya mirov nîvco be, mirov peyva "Zaza`lar" dinivîsîne. Eger mirov di tirkî de navê miletekî bi (`) ji hev veqetîne ("Zaza`lar") ev cehaleteke pir mezin e. Bo mînak wî nivîsiye "Zazacanın..." ev jî qetlîama tirkî ye; jiber ku Zazaca'nın divê bibûya. Bes tirkî dizane û ewê jî xelet dizane. Lê em dev jê berdin, me elaqeder jî nake, di tirkî de çi qas sosretî dike serbest e, lê mirov eger hem biyaniyê zimanê xwe be, na na nezanê zimanê xwe be û paşê jî îdîayên wisa bike, ev ne xelet e, xeltekorî ye. 
Recep dibêje "zaza re dibêjin "Dimilî" ev ne rast e, îhtîmaleke mezin e ew ji Deylem hatine û ev peyîv jî ji "Deylemlî" hatiye. 
Ev jî bi rastî bi gotina herî nerm (eger armanceke xirab tê de tune be) cehaleteke pir mezin e. Ez heqaret nakim, ka binihêrin ev gotina min di cîh de ye yan na? 
Bifikirin, "Deylemlî" ji navê herêma "Deylem" tê, cîhê ku Hesen Sebah li wir jiyaye; îro di nav sînorên Îran de ye: Baş e, em deqeyek heq bidin Recepî ku Kirmancên me ji wir hatine; û li Kurdistanê ji wan re gotine "Dumilî, yan jî Dimilî" û ev nav jî ji "Deylemlî" hatiye: Niha cehalet wisa ye; eger mirov ji Deylem be, bi Kurdî yan jî farisî yan jî bi zaravek Kurdî bi herfa "î" dever dihête diyarkirin. Yanê Dêrsim Dêrsimî, Amed Amedî, Deylem Deylemî... Baş e, Recepê reben, bi tenê tirkî dizane û hemî rih û ramana wî jî bi psîkolojiya tirkî hatiye xemlandin û êdî nikare dunyayeke din bibîne; rih û ramana zimanê tirkî jî bi her alî ve bîrdoziyeke fermî ya dagirkeriyê ye; bifikirin çi dibêje; "Navê Dimilî ji Deylem-lî" hatiye; ji wî wetrê hemî faris û Kurdan û hemî miletên din yên Kurdistanî wek tirkî cîhê deveran bi "li yan jî "lî" "lu" "lü" çê dikin. Na bira na, ew bes di tirkî de wisa ye; yanê ew Dimilî ji Dumil-î tê, Deylemî jî ji Deylem-î tê. Jiber vê yekê mirov bi vê herfa "î" nikarin bêjin qewmek Kurd yan jî faris e, lê em dikarin bêjin ne tirk e, yanê Kirmanckî bi kîjan zimanî ve xizim û exrabe bibe jî bi tirkî re qet têkeliyekê xwe tune ye; baş e çima Recep navê Dimilî yekser bi peyveke tirkî (yanê îlaweya tirkî "li") girê dide; jiber ku mixabin eynî wek tirkekî difikire. 
Jixwe wisa nebûya, di pirtûkeke di derbarê qirkirina ermenan de çima bê sedem û bê mesnet yekser idîa kiriba ku "zaza ne Kurd in, heta faris in, yanê divê cîranê faris bûna, lê jiber ku koçkirine bûne cîranê Kurmancan û li nav wan îzole búne " Niha bifikirin, Kirmanckî li Dêrsim îzole bû? Xwedê mirov biparêze. Ji Recep wetrê Kirmanckî bes li Dêrsim heye.
Ecêb... 
Li vê derê wekî ku Îsmaîl Beşîkçî xoce dibêje, yekser "exlaqa zanistî" dikeve navberê; bifikirin, çendîn navên Kirmanckî hene ku yekser eynî wek Kurmancî ne û heta nîvsedsala dawî jî hemî seyîd, şêx û rêberên ku Kirmanckî qise dikin qet yek ji xwe re negotibin "zaza" jî (ku wan digot "Ma Kirmanc îmê) Recep israr dike dibêje "zaza" û li wir jî namîne "Dimilî" jî dike "Deylemlî". Bes di dawiya herdu peyvan de jî "li" heye ji bo wê. De were xwe nekûje. 
Jiber ku nizane esil îlawe di herduyan de jî bes herfa "î" ye. 
Niha bifikirin trajediya me çi qas mezin e, camêr di jiyana xwe de bes hevokek jî Kirmanckî yan jî Kurmancî, yan jî bi zaravek din ya zimanê xwe nenivîsiye û hemin qet nexwendiye jî, dikare yekser biryara yekbûn yan jî neyekbûna zaravên me de xwedî hukmê bibe. 
Ev yek bi navê rewşenbîrî, bi navê nivîskarî yan jî hema qet tiştekî, bi navê însanetî jî bêjim, bi tenê şerm e. Jiber ku mirovên çahil bes dikarin di derbarê mijareke wisa mezin û girîng de biryar bidin û peyvên bê serûber bêjin, ew qas "wêrek" bin. 
Nezan wêrek in.
De em çend pirsiyaran bikin. 
Ka Recep dibêje ya "zaza" ji nav farisan hatine û diviyabû cîranên wan bûna, lê mixabin bûne cîranên Kurmancan (mîna kemalîstek bi mixabinî hîs dikim). 
Hemin gelek tişt hene û em jî bêjin (wekî min got bes bi qasî zanabûna xwe em dê bêjin) min bixwe jî yekser biryar nedaye ku Kurmancî, Kirmanckî, Soranî û her wisa yên din jî, zarav in yan ziman in, jiber ku gelek tişt hene; lê eger zarav bin zaravên Kurdî ne, eger ziman bin jî zimanên Kurdî ne, zimanên Kurdistanî ne. Hemin meyla min li ser zaravbûna wan de ye û eger rojekê bi qasî xwe delîl û destnîşanên zanistî kom bin û em dê wan yek bi yek binivîsin. Lê niha bes du tişt bêjim, ku bila çavê Recep û kesên wek wî vekirî bimînin û bizanin ku rastî çi qas dûrî ji kompleksên wan e:

Kirmanckî ji bilî deng û hin peyvan qet naşive farisî, ji binî re naşive. Kirmanckî ji aliyê grametîk de pir dişive Kurmancî û hinekî jî erebî û hin zimanenên Awrûpî (bo mînak fransî). Recep divê fêr bibe û paşê îdîayên wisa mezin bike.
Çawa?
Di farsî de şeklê avabûna hevokan eynî tirkî ye: Di dunyayê de ancax du ziman ew qas dikare nêzikî hev bibe: 
Em du hevok binivîsin: 
Men bê mekteb mîrevem. 
Ben okul-a gidiyorum. 
 (farisî bê û tirkî a cîhe çûnê diyar dikin. Berê kesê çûyî, paşê cîhê çûyînê û paşê jî lêkera çûyînê...) 
Hemî hevokên normal yên tirkî û farisî wisa ne; jiber vê yekê tirkekî pir rihet dikare farsî hîn bibe. Jixwe mê û nêr di herduyan de jî tune ne. Her wisa nîvê peyvên tirkî ji farisî tên.

Em du hevok binivîsin: 
Ben Kürdistan'a gidiyorum. (tirkî)
Men bê Kordistan mîrevem. (farisî)
Ez diçim Kurdistanê 
Ez şona Kurdistan.
Min dirom Kurdistan. 
(Min bo Kurdistan dirom ) jî dibêjin di Soranî de, ew jî tesîra farisî ye, lê tekstên kevin yên Soranî eynî wek Kurmancî û Kirmanckî ye. Lê di Kurmancî û Kirmanckî de ti caran wekî din nayê gotin. 
Binihêrin 
Di vê de berê kesê diçe, başê lêkera çûyînê û paşê cîhê çûyînê. Di vê de Kurmancî û Kirmanckî wek zimanên Ewrûpî ne. 
Formeke avakirina hevokan jî weha ye: 
Eger di hevokê de tiştekî ku ji kiryarê bi bandûr bibe hebe (mefhûl) wê çaxê lêker diçe herî dawî: 
Mînak : 
Ez cigare dikşînim. 
Ez cigare şimena. 
Min cigare dekêşîm.

Di vê de jî ziman û zaravên Kurdî bi formeke wek farisî û tirkî bûn û ji forma Ewrûpayî qetiyan lê cûdahiyeke mezin îjar heye ku ev taybetî ez bawer nakim ku qet zimanekî de hebe; tune ye, di Soranî de jî tune bûye lê bes di Kurmancî û Kirmanckî de ev yek dijî: 
Di hevokên bi "mefhûl" bo mînak cigare kişandin de, gava dema borî bibe mijar, her tişt serûbin dibe û sîstemeke nû ava dibe: 
Îjar kesê xwedî kiryarê forma xwe ya duyem bikar dihîne û di ser lêkerê de jî êdî tesîreke xwe namîne, jiber ku ev car ya rengê xwe dide lêkerê mefhûl bixwe ye: eve ev taybetî di dunyayê de qet zimanekî de tune ye bêjim, rast e; jiber ku di erebî, farsî, tirkî, îngîlîzî, fransî, almanî, spanî û italî de tune ye, yên din nizanim. 
Bo mînak: 
Min cigare kişand (im) tuneye, jiber ku cigare bi halê 3. de ye û lêker bi "kişand" xilas dibe. 
Bo mînak eger cigare pir bin: 
Min cigare kişandin: îjar jî halê 3. ya piranî girt. 
Kirmanckî jî eynî wek Kurmancî ye: 
Mi cigare şimita. (cigare mê ye û yek e bi "a" xilas dibe)
Mi cigare şimîtê. (cigare pir e û bi "ê" xilas dibe)
Hemin li ser van mijaran xebatên me yên kûr û dirêj hene û divê hebin jî û em dê rojekê rastiya herî nêzik ya di vî warî de ronî bikin; lê li gel bi dehan delîlên nêzik yên di warê Kirmanckî û Kurmancî de hene û hin kesên me yên "polîtîkên şidiyayî" yên "Kurd" niha ji bo kîjanî xizmetî yekser zaravên Kurd dixin ber hev û ji hev vediqetînin, nayê fêm kirin: 
Lê em tiştekî dizanin; hem sûcdarkirina Kurdan di derbarê qirkirina ermenan de û her wisa jihev veqetadina zarav û heta ol û baweriyê Kurdan, eger bi bingeheke zanistî nehatibe ronîkirin ku heta niha kes nekariye bes delîleke li jor jî bêje na bike; dimîne tiştekî; ev herdu karên bêxêr di heman demê di xizmeta planeke bi gemar dikin: Recep û kesên wek wî vê yekê dizanin yan nizanin, mesele ne ew e; mesele manûple kirina miletê xwe ye û bi destê xwe kemînkirina miletê Kurd e; çawa ?
Niha qirkirna ermenan rastiyekê ye û ev kiryara hovane û xwînmijî ji aliyê Itteat -Teraqî yanî nijatperistên Osmaniyan hate kirin û di vê kiryarê de gelek kes û hêzên ji nav miletê din hatin bikar anîn, hin Kurd jî hatin bikar anîn lê failê vî sûcê mirovayetiyê wek dewlet Osmaniyan e. 
Baş e, ermen çi dibêjin? doza Ermenîstana Rojava dikin. Baş e ev Ermenîstana Rojava kû ye? Hemî Bakûrî Kurdistan û heta Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye û nîvê axen me dê bibe Ermenîstan. Baş e, bila bibe, lê çawa?
Ji bo ku ev yek bibe du tişt lazim in û ez dizanim destê hin nijatperistên tirkan jî di nav vê planê de heye: 
1. Dewleta osmanî bi tevî Kurdan Ermen qetil kirin. Piranî ermen jî li Kurdistanê dijiyan, wê çaxê erdên wan bi wan bihête dayîn û hemin nîvê zêdetir erdên Kurdistanê dê bibe axa Ermenîstanê; 
Lê ji bo vê hin hevbeşkirin divên; çawa?
1. Berê divê em Kurdên elewî cûda bikin; eger 5-8 mîlyon Kurdên elewî hebin û ew jî bêjin "Em ne Kurd in" jixwe yek ji çar para vê pirsgirêkê hel bû. 
 2. Jixwe êzdî, sûryanî, xirîstiyan, turkmen û azerî yên li Kurdistanê ew dê li cem Kurdan cîh negrin. 
3. Ma Kurdên me yên ku Kirmanckî qise dikin; jixwe beşeke mezin ya Kurdên elewî hatin qetandin; eger Kurdên me yên Kirmanckî diaxifin, ew jî bi navê "zaza" bihêtin veqetandin, (Ji Mutkî heta Sêwereg, ji Sêwas, Çewlîk, Xarpêt, Erzingan, Erzurim Dêrsim heta Amed)... Êdî Kurmancên mayî jî, ku beşeke mezin ji wan asîmîle bûne; bi tenê serê xwe ne doza dewleta serxwebûnê, doza xwelîseriye jî wê nekarin pêk bihînin. 
Eslen îdîayên sosret xizmeta vê plana gemar dike. 
Ha min jibîr kiribû; profesorê rasîst yên tirk yên wek Prof. Azîz Suslu, İlber Oltaylı... kemalîstên wek Dogu Perincek û Yalcin Kucik dibêjin; "Tirkan ermen bes tehcîr kirin û me ew nekuştin. Eger hatibin kuştin jî di saya gelek kesên berxên qurbanê û kevokên şîrîn yên wek Recep hatiye îqrarkirin ku Kurd ew kuştin û em mesûlê wan jî nîn in." (Ma Erdogan çima dibêje em dîrokê ji nûve lê bikolin?) eger ev lêkolîn ji nûve bihête kirin, kesên wek Recep ew qas aşkere û vekirî miletê xwe îxbar kirine ku û ew qas bê mesnedî sûcên wisa mezin li miletê xwe kirine ku hîna ev lêkolîn gelek avê vebixwe.

Lê tiştekî heye, di van karêân de kompleks mala mirov xirab dike; mirov ji bo ku xwe binavûdeng bike eger tiştên nemayî bêje, halê xwe jî dike nemayî; Recep wisa kir mixabin...

(Dumahîk heye)

Zeynel Abidîn

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum