Qîmetê bidin berhemê

Qîmetê bidin berhemê

Enwer Karahan

A+A-

Edebiyat, hunera nexşkirina wêneyê civatê ye ku ji dêvla wênesazan li ser destê nivîskaran tê formulekirin; tu divê  bila ev tablo reşûsipî be û tu divê rengîn be, ew perspektîfa nivîskaran ya ji bo destnîşankirina vegotina rewşa reel û surrel ya civatê naguhere. Di vê geramolê de nivîskar çi qasî xwe ji nav qelebalixiyê bi dûr bixin jî ne bi tenê ne. Hemû qahreman û fîgur mîna siyekê li dû ne. Di netîceyê de nivîskar mecbûr in ku bi rastiyekê re rûbirû bimînin. Tu divê ev rastî li gora dilê civatê be û tu divê ne li gora dilê wê be. Ev tercîha nivîskaran e, lê heta ew vêya nekin dê nebin wîjdanê di eyneya civatê de... 

Di vegotina berhemên edebî de ne şerd e ku nivîskar ji civatê bi dûr bikeve û tenê bi qahremanên xwe re, bi wê armosfer û dinyaya diafirîne re bijî. Nivîskar di rastiya jiyanê jî de dikare cîhana ava kiriye îdare bike, lê dîsa jî ev rewş tercîha nivîskarî/ê ye. Di herdu haletan de jî nivîskar xaliq e, heta ku li ser kursiya heq û neheqiyê desthilata xwe ya li ser berhemê wenda neke... Ji xwe gava ji desthilatê bi dûr bikeve ew berhem jî û ew cîhan jî têkçûyî ye.

Xwendevan jî ne xwedî wî mafî ne ku tercîha nivîskaran mihakeme bikin, lê ew xwedî wî heqî ne ku berhemên wan li gora dilê xwe binirxînin û rexne bikin.

Gelek caran rexnegir û xwendevan vî mafê xwe bi awayekî şaş bikar tînin û ji dêvla berhemê berê xwe didin şexsiyeta nivîskaran û li ser jiyana wan a şexsî minaqaşeyan dikin. Ev neheqî ye! Heger mirov li gora şexsiyet û jiyana nivîkaran a şexsî bisekine, wê gavê berhemên wan azad dibin û em nema ji hêza wan a edebî îstifade dikin.

Gelo em li gora biyografiya nivîskarên navdarên dinyayê li berhemên wan binerin, ew ê çend nivîskar li ba dilê me xwediyê qedir û qîmetekê bin? Ji qumarbaziyê bigre, heta bi qûnekî û esrarkêşiyê; ji sextekariyê bigre heta bi toltaziyê di jiyana wan de heye, lê mêrikan berhemên qerase afirandine ku heta niha jî li seranserê dinyayê tên xwendin û em bi xêra wan berheman civata wan nivîskaran, xwezaya wan, çem û kanî û delavên çiya û bajarên wan welatan nas dikin.

Li civata me hîna jî dijayetiya mehelî serdest e. Em ji nivîskarekî/ê, ji hunermendekî/ê aciz bibin, em hemû kirin û behemên wan didin bin lingan. Ew kesên heta doh taca serê me bûn, roja dinê dikarin bibin neyarên me. Yanî wek zarokên ku ji xwe re bi hezar zahmetiyî holîkekê çêbike û dû re nigê xwe lêxê û xera bike.

Bi baweriya min divê ne weha hêsan be. Nivîskarek weha bi hêsanî nagihêje û nabe xwedî berhem. Bi hezar zahmetiyî -û tew ev bi kurdî be- diafirînin. Mimkun e ku ji hêla fikrî de hûn wek wan nefikirin, ji hêla fizîkî de kêfa we ji wan re neyê; hûn karin ji nivîskaran hez nekin û ji wan biqehir in, lê kitêbên wan ji çaydan û beroşên xwe re nekin binik, rûpelên wan nekin kovikin dendik û qidaman!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin