Qeyyûmê Farqînê dest danî ser miftehên malên hewariyê!

Qeyyûmê Farqînê dest danî ser miftehên malên hewariyê!

Qeyyûmê Farqînê Adem Çelik, bi hinceta 'di hewariya terorîstan de propagandaya PKKê têne kirin' miftehên hemû malên hewariyê kom kir û bikaranîna malên hewariyan bi destûrê ve girê da.

A+A-

Qeyyûmê Farqînê Adem Çelik, dest danî ser miftehên 23 malên hewariyê ku tenê 3 heb ji wan yên Şaredariya Farqînê.

taziyegdozel.jpg

Bi hinceta 'Di hewariyên terorîstan de propagandayê têne kirin' dest danî ser miftehên malên hewariyan ku ji 23 heb ji wan tenê 3 heb yên Şaredariyê ne. 

Qeymeqam Çelik got; 'Bi ala û wêneyên ku di hewariyên PKKiyên ku di pevçûnan de têne kuştin de têne dalqandin, malên hewrayê vediguherînin malên propandayê'. Çelik got 'me wek Qeymeqamiyê rêvebirên van avahiyan ku malên hewariyê lê ne peywirdar kir lê kes vê erkê nexiste milê xwe. Me jî miftahên wan malan anî ba xwe. Wexta welatiyên din têne cem me dibêjin hewariya me heye, em miftehan didine wan'

Çelik li xwe mikûr hat û got: "Bi hinceta ewlehiyê, em miftehan nadine bo hewariyên terorîstên ku têne kuştin.

Malbata Ozan Tatlıyê HPGî ku di 27ê Hezîranê de li Kanîreşa Çêwligê bi êrîşên hewayî hatibû şehîdkirin, piştî cenazeya wî ku piştî 6 mehan girtibûn, li Goristana Yeniköyê sipartin axê, bo hewariya wî daxwaza mala hewariyê kirin. Lê bi hinceta "Qedexe ye" cihê hewariyê nedan malbatê. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin