Qeyyûm, dirûvên Kurdistanê diguherînin

Qeyyûm, dirûvên Kurdistanê diguherînin

Qeyyûmên ku li bajarên kurdan hatine tayînkirin dirûvên bajarên Kurdistanê diguherînin û hewl didin şopa kurdbûnê ji holê rakin. Qeyyûmê Cizîra Şernexê,afîşên kurdî yên li ser otobêzên şaredariyên kurdî dan rakirin. Mala Dengbêjan jî kire Komeleya Musikiy

A+A-

Qeyumê ku ji Aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve hatibû tayînkirin dibistanên ku perwerdehiya kurdî didan ên bi navê Krêşa Zaroka Nûbihara Biçûkan, Dibistanên pêşî ên Bêrîvan û Melayê Cizîrî girtibûn. Şaredariyê dibistanên kurdî veguherandibûnê qursên Quranê yên ku şaredarî wan fînanse dike.

 
Mala Dengbêjan bû 'Komeleya Muzîkê'

 

Qeyûm tabelayên kurdî yên li şaredariyê rakirin û tabelaya Mala Dengbêjan a Botanê rakir û li şuna wê Cizre Musiki Dernegi (Komelaya Musikiyê ya Cizîrê) daleqand. Komela Musikiyê paşê ji ber bêelaqayê hate girtin.

 
Qeyyûm, zimanê kurdî ji holê radike!
 
Şaredariya ji aliyê qeyûm ve tê brêvbirin herî dawî afîşên kurdî yên ku di dema rêverberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatibûn daleqandin hatin rakirin. Ji dêvla tabelayên kurdî-tirkî bi tenê yên tirkî hatin daleqandin.
 
Qeyyûmî Alaya Tikran jî mecbûr kiribû!
 
Hêjayî gotinê ye ku berê jî Qeyyûmê Cizîra Qedîm, ji ber 29ê Cotmehê Cejna Komara Tirkiyeyê hemû kargehan mecbûr kiribû Alaya Tirkan dalaqînin.
 
cizre-belediyesine-atanan-kayyum-tum-is-yerlerine-bayrak-asma-zorunlulugu-getirdi.jpg
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin