Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din   

Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din  

.

A+A-

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, îhaleyek bi 628 hezar TL'yî daye du şîrketên ku yek jê li Bolû û yekê jê jî li Kocaeliyê. 
 
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Munîr Karaloglû, îhaleya karê ji bo xizmetê ku heqê wê 628 hezar TL ye, daye du şîrketên ku yek jê li Bolûyê û yek jê jî li Kocaeliyê ye. Qeyûm îhaleya ji bo "qada hêşîn, refluj, park û baxçeyan" daye Şîrketa Hîlal Peyzaj-Hîlal Çevreyê ya li Kocaeliyê. Li gor agahiyên ku di Platforma Wergirtinên Cemaweriyê ya Elektronîk (EKAP) de maliyeta vê îhaleyê 310 hezar TL ye. Îhaleya din jî a maseyên pîknîkê û kamelyayan e. Ev îhaleya ku maliyeta wê 318 TL ye jî daye Şîrketa Modelsan Dekorasyon-Mobîlyayê ya li Bolûyê. 
 
Ji roja ku qeyûm Munîr Karaloglû tayinî şaredariyê hatiey kirin heya niha îhaleyên şaredariyê hemûyan dide fîrma û şîrketên derveyî bajêr. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin