Qeys Xezelî hîşyarî da xwepêşandêran: ‘Gelek kes dê bêne kuştin’

Qeys Xezelî hîşyarî da xwepêşandêran: ‘Gelek kes dê bêne kuştin’

Emîndarê Esayîb Ehil El Heqê, Qeys Xezelî haydarîyê li ser xwepêşandana sibe ya Bexdayê dide û dibêje, dê gelek kes bêne kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Tê plankirin ku sibe xwepêşandaneke 5 milyon kesî li paytexta Iraqê bajrê Bexdayê bê encamdan.  Ji hemû parêzgehên din ên Iraqê xelk dê biçe Bexdayê. Armanca sereke ya xwepêşanderan ev e ku rêbendên li ser piran rakin û derbasî navçeya Kesk bibin.

Ev sê rojin çalkvan û sendîka amadekarîyan ji bo mezintirîn xwepêşandana girseyî li qada Tehrîr dikin.

Li gor gotina rêkxerên wê xwepêşandanê, sibe hêza yekgirtî ya Gel dê bi yek deng derbasî navçeya Kesk bibe û dawîyê li desthilata 16 salîya gendelkaran bîne.

Derbarê xwepêşandana sibe de Emîndarê Esayîb Ehil El Heqê, Qeys Xezelî ragihand, zanîyarîyên wan li ser pîlanekê hene ku dê hejmareke mezin bi qurbanîya xwepêşandana sibe.

Qeys Xezelî got ku çawa wan berî niha haydarî ji bûyerên Cotmehê dabûn, bi heman awayî, bo sibe jî haydarîyê didin û hin kes dixwazin alozîyeke mezin li Bexdayê derxînin û berpirsyartîya wê jî bixine ser milê Heşda Şeibî û alîyên emnî.

Xezelî  wiha axivî: “Em behsa zanîyarîyan dikin,  pilaneke istixbaratî heye, pilanek ku gelek alî têde beşdar in dixwazin bi rêya wê alozî li welat berdewam bin û wan alozîyan veguhêzin Bexdayê. Dixwazin rewşa enwlekarîyê li Bexdayê têk bibin  û bi wê yekê hejmara herî zêde bêne kuştin û birîndarkirin. Ew dixwazin bi rêya wê, sazîyên dewletê bişewitînin ,  dixwazin bi rêya wê banka navendî bidizin.  Berî niha jî me derbarê bûyerên meha 10 haydarî dabû , niha jî em wan li ser vê bûyerê hişyar dikin , ev pilaneke ku dixwazin alozî û bê serûberîyeke berfireh li Bexdayê derxînin.”

Ji Amerîkayê hişyarî

Ji alîyê din ve Balyozxane ya Amerîkayê ya Bexdayê bi heman sedema hişyarîyê da hemwelatîyê xwe yên li Bexdayê.

Balyozxane ya Amerîkayê ya Bexdayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek bo hemwelatîyên xwe belav kir û têde daxwaz ji hemwelatîyên xwe dike ku xwe ji cihên xwepêşandan û tevgeran dûr bixin, li fermana berpirsan guhdarî bikin.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin