Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Qeyrana başûrê Kurdistanê

A+A-

 

Qeyrana li başûrê Kurdistan‘ê kurdên welatparêz diponijîne, xemgîn dike, diêşîne, taybetî peyam û reftarên ne di xizmeta hevkarî û yekrêzîya neteweyî da dibin sedemên pêywendiyên nakok.

Li ser hinek mijarên girîng partiyên başûrê Kurdistan‘ê lihev nakin, nedîyarîya paşerojê hemwelatiyan diltirsî û saswas dike.

Dema hemwelatî li paşroja xwe ne ewle bin, hinek pirsgirêkên din yên civakî rû didin û civak bi giştî zirarmend dibe.

Bi qasî ku ajansên nûçeyan radigehînin, xwepêşandanên li dewrûberên bajarên Silêmanî û Helepçe‘yê bê dijwarî û tûndiyê bidawî bûne.

Bêşik, encamek weha, ango xwepêşandan bi avakî demokratîk destpêbikin û xwepêşander bona mafekî rewa dengê xwe bilind bikin, xwe ji dijwarî û tûndiyê biparêzin ev, cihê kêvxweşiyê ye, taybetî bona Kurdistan’ê ji ber ku şerekî dijwar li dijî DAİŞê têt kirin.

Her karêkî nedemokratîk û tûnd, dê li ser sengerên pêşmerge û malbatên şehîdan bandorekî neyênî bike û encamek weha ne di berjewendiyên tikesî da ye.

Qeyrana başûrê Kurdistan‘ê selmand, ku aramîya welatekî aborî dibe an siyasî dibe, bi aramîya navxweyî ya partî an partîyên desthelat, an jî bi aramîya navxweyî ya partîya makerikber (mixalefeta berdeshelatê) pabend e.

Dema aramîya nava van partîyan nebe, aştîya navxweyî û bihevra karkirina grup û kadiroyan siyasî dijwar dibe, peywendiyên wana nexweş bin, partîyên navborî dikevin nava bêaramîyê û ew jî, li ser aramîya welatî kartêker dibe.

Li başûrê Kurdistan‘ê qeyran sivik nabe, ji ber ku aramîya siyasî tine ye.

Qeyrana başûrê Kurdistan‘ê wekî qeyrana aborî têt dîtin, hinek beşên civakê yekser dikevin bin hîkarîyê, xwepêşandan û çalekî tên kirin, taybetî nerehetîyek heye bona bipaşxistina mûçeyan.

Lê di eslê xwe da li başûrê Kurdistan‘ê qeyranekî siyasî heye, ev, zemînê li qeyrana aborî ra amede dike.

Jixwe, li herderê qeyrana aborî li ser aramîya siyasî, qeyrana siyasî li ser rewşa aborî kartêker e, şîroveyên wekî ku herdu jihev cûdane ne di cî da ye.

Qeyrana siyasî jî ji Yekitîya Niştîmanîya Kurdistan‘ê têt, di navbera du grupên sereke da dijberîyek tûnd heye, tawanbarî heye, herweha tawanbarîyên giran.

Grupên hevûdin weha bi giranî tawanbar dikin, di bin banekê da nabin yek!

Rewşa YNK carek din bi me da zanîn, ku grup, derûdor û partîyên newekîhev difikirin, xwedî bernameyên cûda bin, di bin banekî da nabin yek û di nava xwe da, taybetî li ser mijarên girîng herdem nakokîyan dihewîne!

Ev rastîya hêzên siyasî li welatên din jî weha ye, gellek mînak hatina dîtin, ku du an ji duyan bêhtir partî di bin banekî da xwe rêxistinî kirine, lê di encamê da dar tamanê nagre û nakokî rû didin.

Jixwe, veqetîna Gorranê ji YNK di encama nakokîyek weha da bû.

YNK, ti caran wekî partîyekî tevnegerî, rêxistinek hevgirtî yên hinek partî û grupên siyasî ma.

Hevgirtîyên weha li ber sazîbûnê jî dibin asteng, mixabin pêvejoya dewletbûn û sazîbûnê li Başûr bi serketî cîbicî nabe.

Her roj rewş ji berê xerabtir dibe, îro hinek kes nikanin bi serbestî li kolanên Silimanî bigerin, mixabin bona hinek kesan metirsîya ewlehî heye.

Di her xwepêşandanan da metirsî heye ku xwepêşandêr êrişî lêjneyên Partîya Demokrata Kurdistanê bikin.

Hêj îro YNK xwe berpirsîyarê bûtçeya silimanî dibîne, ne hikûmet.

Pênc partî di nav hikûmetê da ne lê her çar partî xwepêşandêran han didin.

Weha dîyar e, ku em demokrasîyê şaş fam dikin, heçkû gellek kadiroyên siyasî li Rojavayê cîhanê bi salan man, kar û barê siyasî kirin.

Hinek kadiroyên YNK bi salan li Dewletên Yekbûyî Amerîka man, rêkar û pîvanên demokrasîyê, pêywendiyên civakî û şêweyî sepandina siyasetê baş dizanin.

Divê em xwe ji çand û peywendiyên siyasîyên herêmê, yên paşverû ku hêj rengê eşîrtî û feodalîteyê li ser e rizgar bikin, pêşwazî li çand û pîvanên demokrasîyek rasteqîn û bawerî bi dîsiplînî (rêzkarî) demokrasî bikin.

Zimanê min nare ser ku ez bêjim, li Kurdistan‘ê ra Otto von Bismarck‘ek divê, lê Kurdistan ne Prusya û gelê Kurd jî ne gelê Alman e, dem jî ne  wekî sedûpêncî salan berê ye!

Divê rojek pêşda qeyrana başûrê Kurdistan‘ê çareser bibe.

Bi ya min, yekane rê hilbijartin e, biryara gel e.

Bona vê: dive Parlementa Kurdistanê di zutirîn dem da bi rojeva tenê xalekê bicive; ev jî, divê bona hilbijartinek pêşdem biryarê bistîne.

Her partî, di helmeta hilbijartinê da dê derfeta pêşkêşkirina bernameyê xwe bibîne û gel di kanibe biryarê bide.

Perlementa nû, di civîna yekem da bila makezagon û erkên seroktîyê bipejirîne û paşê; biryara hilbijartina serokê Kurdistan‘ê bide û serok, bila bi dengê gel bêt hilbijartin.

27.09.2016/Semsûr

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin