Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî

A+A-

Konseya Ewlekarîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (KERNY), li seranserê Suriyê bi mebesta alîkarîya mirovî bona 30 rojî biryara agirbestê stendibû, lê heta îro him li Efrînê û him jî li Xûteya Rojhilat şerekî dijwar diqewime.

Layên şer, taybetî Tirkîyê naxwaze guncîn be bi biryara agirbestê va, di êrişên xwe da berdewam e û di axaftinên rayedarên vî welatî da xemsarîyek balkêş heye.

Di şer da hemû çekên giran bikar tên, bi firokên şer, tank û topan bombebaran têt kirin, him li Xûteya Rojhilat û him jî li Efrînê bi sedan kesên sivîl û şervan tên kujtin, lê ji KERNY deng dernakeve.

Tenê du caran Fransa daxwaza bi guncîna agirbestê va dike, him li Xûteya Rojhilat û him jî li Efrînê, hinek dewlet taybetî dewletên ku bi Tirkîyê va bazirganîyek fireh dikin, ji çekan bigrin hemû teknolojiyê difroşên vî welatî, ji ber vê bi nîvdevkî banga parastina sivîlan dikin, ne guncîna bi agirbestê va.

Ev helwesta KE û bêdengîya endamên Konseyê gotina serokkomarê Tirkîyê R. Tayyip Erdogan tîne bîra mirov, ku gelek caran gotibû û hê jî dibêje, “Cîhan ji pencan mezintir e”.

Mebesta wî ji pencan, wekî têt zanîn KE ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ye, ku ji panzde dewletan pêk têt, ji vana penc endamên herdemî ne, ku ewan Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA), Federasyona Rusya, Çîn, Fransa û Brîtanyaya Mezin (Îngilîzistan) in, yên mayî her du salan carekê di Civîna Giştî da ji endamên Neteweyên Yekgirtî bona du salan tên hilbijartin.

Heta îro KE bona mijar û pirsgirêkên şibandî gellek biryar stend, taybetî bona Iraqê, bona Efganîstanê û herweha di barê pirsgirêka Filistînê da, hinek ji vana hatin veto kirin, lê yên din li ser erde bicî bûn.

Ango, Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li biryarên xwe xwedî derket, lê îro pir mixabin li hemberî kujtina sivîlan, rûxandina gund û bajarokên Efrînê bêdeng e.

Mirov difikir e, gelo Erdogan dixwaze sîstema RNK bêbandor bike û wekî ew dibêje, biselmîne ku cîhan ji pencan mezintir e?

Jixwe, ew xwe wekî pêşengê alema Îslamê dibine, heçkû rastî ne wekî xewn û hêvîyên wî ne.

Ji herêmekê heta herêmek din tîfaq tên guhertin

Îro li Suriyê ji herêmekê heta herêmek din tîfaq tên guhertin, deste kê di berîka kê da ye mirov tênagehê, ango êdî tîfaq ne wekî berê neguhêrbar in (stabil), berevajî guhêrbar in.

Gellek sedemên vê hene, ewil berjewendî giran dikşînin, herweha alozîya li Rojhilata navîn û daxwaza li herêmê bicî bûn, hewesên emperyal, neyartîya DYAyê û herweha mirov dikane rewşa siyaseta navxweyî jî wekî pêkerekî destnîşan bike.

Li Suriyê rewşek balkêş heye, li Xûteya Rijhilat Rusya û Suriyê bihevra êriş dikin, lê heman Rusya li Efrînê destûrê dide êrişa Tirkîyê ku em dizanin di navbera Tirkîyê û Suriyê da dijmintî heye.

Dîsa, li Minbiç û rojhilat DYA û HSD li dijî rejim hevpeymanên hev in, lê li Efrîne HSD neçar bû ku banga alîkarîya Şamê bike.

Pirs ev e, çawa dibe ku Rusya destûrê dide neyarê hevpeymanê xwe, ango Suriyê, daku em dizanin li ser daxwaza Suriyê Rusya li wî welatî ye.

Neyartîya DYAyê berçavê Rusyayê reş dike

Weha dixuye ku daxwaza Rusyayê ya lawaz û sistkirina NATOyê ye, ku li ser Tirkîyê ra mebesta xwe bicî dike û herweha, bona Rusyayê berjewendî berî hertiştî digre ku xwîna Kurdan têt rijandin.

Divê mirov hay jê hebe, ku Rusya dikane li her bajarekî Suriyê bi dewlet an hêzekê va hevpeymanê bike, bi şertê ku bila berjewendiyên wî û strajetîya ew daraştiye li berçav bêt girtin.

Stratejîya Rusyayê têkbirina DYAyê li Suriyê ye, dixwaze bi deste Tirkîyê mebesta xwe pêkbîne, bona amancê xwe Kurd qurban hilbijart û avêt ber lingê hovitîyê.

Li beramberê vê hovitîyê û herweha stratejîya Rusyayê DYA bêdeng e, heta hinek daxûyaniyên wê herdiçî hovitîyê xetertir dike.

Bawerim DYA jî dê zanibe, ku êrişa Tirkîyê ya li ser Efrînê metirsîyek mezin e li ser hebûna DYA li Suriyê ye.

Ev çawa destek û piştevanîye ku gund, bajarok û xwezaya Efrînê têt rûxandin, şerekî dijwar diqewime, lê tene qîma xwe bi daxûyanîyan tîne, wekî têt gotin dibetîyek ne dûr e ku ev daxûyanî bêhtir hovitîyê pîj dikin.

Divê DYAyê zanibe ku êrişa li ser Efrînê û bigiştî gefa li ser Kurdan, di heman demê da ço leqandina li dijî wê û têkbirina stratejîya wê ye.

*                                 *                                 *                                 *

Heştê adarê roja jinên cîhanê pîroz be.

Mahmut Kilinc

09.03.2018/Dusseldorf

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin