Qesta Tirkiyê ji “herêma ewle” petrol e, ne teror e!

Qesta Tirkiyê ji “herêma ewle” petrol e, ne teror e!

Pisporekî Amerîkî dibêje, Tirkiye ji bona petrolê dixwaze êrişî Rojavayê Kurdistanê bike.

A+A-

Pisporekî Amerîkî dibêje, Tirkiye ji bona petrolê dixwaze êrişî Rojavayê Kurdistanê bike, terorbehane ye!

Pisporê Amerîkî û endamê Enstîtuya Enterprise, Michael Rubin li ser gef û tehdîdên Tirkiyê yên li hember Rojavayê Kurdistanê gotarek nivîsiye. Rubin di gotara xwe ya bi navê “Qesta Tirkiyê ji herêma ewle, petrol e ne teror” de, ku di malpera Washington Examiner de hatiye belavkirin, gotiye, Tirkiye dixwaze bi êrişa li dijî Rojavayê Kurdistanê sê armancan bicîh bîne:

*Ya yekem ew e ku Tirkiye dixwaze mîna Efrînê wê herêmê dagîr bike û demografiya kurdî ya wir jî mîna Efrînê biguherîne.

*Ya duyem jî ew e; ji ber ku siyaseta navxweyî ya Erdogan di warên aborî û siyasî de rastî şikestê hatiye, Erdogan dixwaze bi vê yekê hinekî şikestên xwe veşêre

*Armanca sêyem û esasî jî ew e ku Tirkiye dixwaze petrola ku di bin destê kurdan de ye, zeft bike û bi wî rengî aboriya xwe bihêz bike

Bi gotina wî pisporî, Tirkiye dixwaze wan her sê armancan, yan bi rêka pêkanîna herêma ewle bi dest bîne yan jî bi darê zorê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin