Qesra Spî: Em hewil didin ku girjiya di navbera Îsraîl û Filistînê de kêm bibe

Qesra Spî: Em hewil didin ku girjiya di navbera Îsraîl û Filistînê de kêm bibe

.

A+A-

Rêveberiya Serok Joe Biden dubare dibêje, hewil didin ku girjiya di navbera Îsraîl û Filistînê de kêm bibe û li Gazze aştîyeke mayînde çêbibe.

Berdevka Qesra Spî Jen Psaki di preskonferansa rojane de ser girjiya di navbera Îsraîl û Filistînê de axifî û da zanîn, Amerîka dê bo girjiya Îsraîl û Hamas ya Gazze kontrol dike, bi awayekî dîplomatîk çareser bike pêwendiyên xwe yên herêmê heta dawî bikar bîne. Psaki got: ‘‘Bala me li ser kêmkirina girjiyê ye. Ew li hember tiştên me dîtine bertekeke însanî ye.’’

Jen Psaki herwiha destnîşan kir, Serok Biden û hin kesên di tîma wan de ne bi salan ser Rojhilata Navîn xebitîne û got, ji ber ew dizanin ji bo encameke bi bandor, divê hin hevdîtin bi awayekî veşartî werin kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin