Qesra Sipî Bang li Îraqê Dike ku Hilbijartina Pêşwext Çêke

Qesra Sipî Bang li Îraqê Dike ku Hilbijartina Pêşwext Çêke

Amerîka bang li Îraqê kir ku hilbijartina pêşwext li dar bixe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Qesira Sipî bi daxuyanîyeke sipî ragihand ku divê hikûmeta Îraqê tundûtûjîya dijî xwepêşandaneran rawestîne, di sîstema hilbijartinê de guherînan bike û hilbijartina pêşwext çêke.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku êrîşên dijî xwepêşandaneran, aktîvîstên sîvîl û medya û sînordarkirina înternetê fikarên kûr çêdikin.

Herwiha, di daxuyanîyê de hat dîyar kirin ku rejîma Îranê bo ‘’protestoyên aştîyane’’ rawestîne komên çekdar bikar tîne.

Qesira Sipî da zanîn ku tevî zext û kuştinan jî gelê Îraqê dikare dengê xwe bide bihîstin.

Komîsyona Mafên Mirovan ya Parlamana Îraqê dîyar kiribû ku ji 1’ê Cotmehê vir ve 319 kes di protestoyan de hatine kuştin û bi qasî 15,000 kes birîndar bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin