Qesra Eyûbîyan di bin avê de ma

Qesra Eyûbîyan di bin avê de ma

Li Heskîfê cihê bi navê Qesra Biçûk a ku dîroka wê digihîje 900 salî û ji alîyê Eyûbîyan ve hatîye çêkirin di bin Bendava Ilisûyê de ma.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li Heskîfa dîrokî ku ji ber Bendava Ilisûyê di bin avaê de ma, di bin navê parastina qadên dîrokî de rêbaza "enjeksîyonê" hat bikaranîn û deverên dîrokî hatin betonkirin. Bi vê rêbazê bi dehan şikeft hatin betonkirin û dora dîwarên kelehê jî bi betonê hatin girtin. Çendî ku hat gotin tevdîr hatine girtin jî lê belê derket holê ku Qesra Biçûk a 900 salî di bin avê de maye. 

Qesra Biçûk ku aîdê dema Eyûbîyan e û temenê wê nêzî 900 salî ye, di bin avê de ma. Piştî hêdî hêdî di bin avê de ma Wezareta Çandê li qesrê û dora qesrê dest bi lêkolînê kir. Li gor agahîyên bi dest ketine ji ber baş nehatîye sazkirin ji cihek av diçe hundir û bi vî awayî qesr di bin avê de ma.

Li ser vê em jî çûn cihê ku Qesra Biçûk lê ye. Cihê ku av tê re diavêje bi awayekî zelal tê dîtin û kar û barên ji bo valakirina ava di qesrê de jî didome. Lê belê nayê zanîn ku vê avê zirareke çawa daye qesrê. 

Li alîyê din tê gotin ku kevirên kirêcîn ku pê dora wir pêçane lê nekarine pêşî li avê bigirin, wisa bidome dê bibe sedema talûkeyên mezintir.

Metîn Yoksu - MA

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin