Qêrîn û çavdêrîyek li ser karesatên Kurdistanê

Qêrîn û çavdêrîyek li ser karesatên Kurdistanê

Evdirehmanê Gundikî

A+A-

Miletê Kurd û Kurdistanî  yên di nêva agirê dagirkerên Kurdistanê û hîlebazîyên wan de dişewitin. Ez dê di pêşîyê de, bi gotina du qehremanên ji qehremênên miletê kurd Seyîd Rizayî û Qazî Mihemedî bi dest vê nivîsê bikim. Seyid Rizayî di bin darê sê darê de ji Mistefa Kemalî û dewleta wî re gotîbû: Ji bo min bû derd min serî bi hîlebazîyên we re dernexist. Bila ev derdê li ser dilê min be. Lê bila ev jî derdê dilê we jî be ko min li ber we çok neda erdê. Qazî Mihemedî jî di bin darê sêdarê de ji biletê kurd re gotîbû: Hegî Faris hingivî jî bidin we bizanin ew hingivî jehirkirîye. Şîretên mezinan nexşên li kerî kolane.

 

 Hemi serhildan û şoreşên me bi qehremanî dest pê kirîne û bi ti şêweyî li ber dijminên xwe çok nedane erdê. Lê çi xusarete ko me jî serî li hîlebazîyên dagirkerên welatê xwe Kurdistanê re nebirîye serî. Xeterîyên hîlebazîyên dagirkeran; gelekê ji yên tang û firokên wan zêdetir e.

 

Piştî bûyarên dehên karesetanû malwêranîyan jî hinek ji sîyasetên li ser navênme dixwazin hîvîyên miletê kurd bi gelên dagirkerên welatê kurdan ve girêbidin. Ew hêzên ji xwe û miletê xwe nebawer, li sernavê doza Kuristanê dijberîyê bi xûna xwe re dikin û bi ti şêweyî mafê jîyanê nadin cida fikrên kurd û Kurdistanî parêzan. Lê bi hemî şêweyan vemil didin milên gelên serdestan û bi desthilatdarên wan. Gelo hegî ez pirsîyarekê ji xudanên wan têgiheştan bikim û bêjim; we kengê û çawe erkên biratîyê ji alîyê gelên serdest ve dîtîye ko hita hûn daxwaza biratîyê li wan dikîn û berê miletê kurd didîn koletîya wan.Gelo bersiva wan dê çibe?

 

Evenî rewşa Efrînê, Kerkûkê, Şingal û Xaneqînê, Mihabatê û Ormîyê, Dîyarbekir û Şirnexê û referanduma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê, yên li bîra me ne. Gelo wan biratî bi mere kirîne; an jî bi hûr û girên wan ji kuştina gencên Kurdan re li çepikan dane û bi zilma eskerên xwe poz bilindîyê li ser xûna kurdan dikine? Ez dê bînim bîra xudanên wê têgiheşta hîvîyên xwe biratîya gelêndagirkerên Kurdistanê ve girêdidin; ma ev serbûrî û qetlîamên bi destên wan û dewletên wan di serê me de anîn, têra naskirina wan nakin ko ew nebirayên wan e?

 

Hekî em bi biratîya xwe û bi daxwazên xwe yên bi kurd û Kurdistanî ve nebîn dozdarên doza xwe ya netewî. Gelo em dê doza çi li vê cihanê bikîn? Em dê çawe bi quweta dagirkerên welatê xwe ji bin destên wan ve rizgarbibîn?Gelo ji bo çi dagirkerên welatê me û civata xwe ve dê biratîyê bi mere bikin?Ma ev ne xwe xapandine? Gelo em dê bi gotinên biratîya gelan pêşîyê li van karesetan bigirîn; an jî em dê bi biratîya birayên xwe pêşîyê li van karesatan bigirîn?

 

Ev sîyaset li sernavê miletê Kurd dihên kirin. Lê ji alîyê miletê kurd ve nezelale ko ev bûyarên li ser navê miletê kurd dihên kirin, gelo ji bona azadîya wî ye; an jî ji bona ji halê rakirina wî û dozdarîya wî ya netewî ye?Gelo hita em miletê kurd stratijîyên hereketên li ser navê me kardikin ji hevdu vavêrnekî em dê çawe bizanîn, kîjan hêz ya meye û kîjan jî ya hîlebazîyên dagirkerên Kurdistanê ne.

 

Du têgiheştên bingehîn yên bi navhilgirên pirsa kurd û Kurdistanê dikin yên di nêva me miletê kurd de kardikin.Yek ji wan dibêjin dema avakirina dewletên netewî derbaz birîye û çênabe kurd lê bigerin ko doza avakirina dewleteka netewî bikin. Ev têgiheşt li ser vê stretijîyê dibêje em dê di Rojhilata Navîn de bi biratîya van gelên serdest ve, civata demokrat avabikin û civateka bê dewletî xwe rêve bibe. Gelo em miletê Kurd dê çawe di nêva devên van qatilên miletê xwe de vê civatê avabikîn?

 Hegî ev nexapandine, lê çîye?

 

TêgiheştaKurd û Kurdistanî jî dibêje em dixwazîn li ser axa xwe desthilatdarîya xwe bi destên xwe rêvebibin. Herwiha jî desthilatdarîya me ne li ser înkara ti miletan û ne jî li ser axa tikesêye.

Em dixwazin li ser welatê xwe Kurdistanê bibîn xudanê desthilatdarîya xwe û em li gel kêmnetewên Kurdistanî ve bi biratî û bi hev re bijîn.

Ferqa van herdu têgiheştan ji erdê û hita asîmanî ji hevdu cidane. Bila miletê kurd li ser van herdu têgiheştan qirara xwe bide. Piştî zelal bûna van herdu têgiheştan miletê kurd dê qirara xwe li ser jîyaneka koledarîya bindestîyê bide, an jî dê qirara xwe li ser jîyaneka bi rûmet û serxwebûna welatê xwe bide. Ev jî karê miletê kurd û şarezahîya wî ye.

 

Ev stratejî ye dibêjin biratîya gelan, qantonên bakorê Suryeyê û Tirkyeyîbûn, Êraqîbûn, Surîyeyîbûn û Îranîbûyînê diparêzin.Ew têgiheşte, dibêjin ti pirsên me bi merz, ala û desthilatdarîyênvan dewletên netewî û li ser bingehê înkara miletê kurd û Kurdistanê hatîn avabirîn ve tinîn e.

Vêca em dê bêne li ser piratîka vê sîyaseta ber bi vajîya pirsa kurd û Kurdistanê û kiryarên wan rawestîn. Roja ev têgiheş derketî meydana xebatê û hita roja îro jî ew hemî miqedasetên kurdan û welatê wan Kurdistanê jî înkardikin.

 

Ez wesan dihesibînim ko ew quwetên li piştavê têgiheştasiqetin. Dizanin bê teqandina tifenê dê nekarin vê fikrê di nêva miletê kurd de bidin cihkirin. Wan bi teqandina tifengê re hêza kurdan ji zêdayîve dan dora vê hêzê û bi quweta kurdan Kurd kujî di nêva kurdan de meşrû kirin.

 

Pir aşkereye li kûdera Kurdistanê rehnahîyek ji doza kurd û Kurdistanê re dîyarbibe xudanên vê têgiheştê berê xwe didin wê herêmê û ew û dagirker bi şêweyên cida cida û bi hev re lê didin ko hita wan hîvîyên serketinê pûç dikin.

 

1-Sal nod û yek, rewşa Başûrê Kurdistanê bi hatina Emerîka û hev peymana re bi başî hat guhartin.

Evê têgiheştê hêrişî Başûrê Kurdistanê kirin û ji Zaxo hita Hewlêrê kurd kujîyê dest pêkir.

 Di vî şerîde ji kêmasî ve li dora heşt hezar xortên kurdan hatin kuştin; ev şer ne li Şirnex û Dîyarbekirê bû. Wan dest danîn li ser gundên li ser hidûdî û gotin:Sedamî ev gund dayîne me û em ji van gundan dernakevîn. Wan berên wan malbatên ji Bakurê Kurdistan derbazî Başûr birîn dan Mexmûra di bin fermana Sedamîde û berdewamî li kurd kuştinê kirin.

 

2- Li Bakur ji aşkere ye kurd giheştin pileyeka bilind, çendî ne bi gor rewşa kurdan ya netewî jî bûya jî lê dengên kurdan bûn. Kolana xendekan ber li ser berî nehêlişt ji bilî kuştina bi hezaran gencan û malwêranîyan jî, hîvî şikestinan jî dest pêkir.

 

3-Referandoma serxwebûna Kurdistanê jî vê têgiheştê û hevalbendên xwe yên dijî dewletbûna Kurd û Kurdistanê dirawestin ji sedê çilê Başûrê Kurdistanê radestî dewleta Êraqê kirin û xwe bi xîyaneta xwe nav jî didin. Evanî Şingar û evenî  Efrîn jî rewşa wan ya li ber çavane.

 

Di kolana xendekan de dewlet dibêje em ser ketîn û PKKê jî dibêje em serketîn. Ez dizanim em miletê Kurd xwisirîn. Lê ez nizanim çawe çêdibe ew herdu quwet bi hev re serdikevin?

 

Bi vê ve girêdayî ez dibînim ko hemî ked û malwêranîyên miletê Kurd, yên birîn bazinên zêr û yên ketîn destên bêwec û Kemalîstên Tirkan de. Gelo ma qey me miletê Kurd ti kesên bikarin pêşkêşîya me bikin tinîni ko hita zaroyên Tirkan li bajarî û li çîyayî jî pêşkêşîya me bikin?

 

Tevên van gotinan, berhemên wê têgiheşta siqet ya dijî avakirina sitatuyeka Kurdistanî ye. Dewleta Suryeyê ji salên 1963 ê û pêve lê dixebitî serêjmara kurdan di Kurdistana bin xetê de kêmbike û erdên kurdan didan Ereban. Lê tevlî wê jî dewletê nedikarî serêjmara Ereban di Rojavayê Kurdistanê de zêde bike. Belê roja îro bi gotina biratîya gelan serêjmara Ereban ji ya kurdan zêdetir birî. Rewşa Efrînê jî ya li berçavan e. Gelo kîjan dilê Kurdistanî dê xwe li ber vê rewşê bigire!Rewşa Efrînê jî parçeyeka ji vê sîyasetê ye. Em dê berê xwe bidîn rewşê ka em dê vê carê ji kîjan karesetên Kurdistanê re, girêçikan bêxîn di çavên xwe de, hêj nedîya re.

 

Hita em miletê kurd nebîn yên xwe û nebêjîn em û dagirkerên welatê xwe ji hevdu cidan e., dê rewşa me û milet û welatê me jî evbe.

 

Çareserîya vê pirsê jî eveye: Divê em dengê xwe bigihînîn miletê xwe û em li ser pirsa doza xwe agahdar bibîn û ji sîyasetên çewt re bêjin ‘bes e’.

 

Ez hîvîdarim ko em dê wesyetên pêşîyên xwe ji bîr nekîn.

 

25-03-2018

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin